• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Heta ku em hişbirê ji ser vê axê biqedînin em ê têbikoşin’

Amed / AW 

14 HEZÎRAN 2025 - 19:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Têkoşîna li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be li dijî bikaranîna hişbirê ji Xaçerêya Dunyayê heta Parka Rojava meşiya. Nûnerên partiyên siyasî û saziyan ên li vir axivîn, destnîşan kirin ku heta hişbirê ji ser vê axê biqedînin dê têbikoşin û diyar kirin ku divê li dijî hişbirê tedbîran bigirin.   

Platforma Têkoşîna li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be li dijî bikaranîna hişbirê û fihûşê ji bi dirûşma “Em civakê biparêzin” ji Xaçerêya Dunyayê heta Parka Rojava ya navçeya Peyasa Amedê meşiya. Gelek endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî, parlamenter, hevşaredar û ciwan tev li meşê bûn. Di meşê de pankartên “Ne jehrê kedê hembêz bike” û “Li dijî tiryakê bibe barikat” hatin hilgirtin û dirûşmên “Amed ranezê xwedî li ciwanên xwe derkeve”, “Li dijî tiryakê mil bidin milê hev”, “Bijî berxwedana ciwanan” û “Şiyar be ne jehrê hêviyê hembêz bike” hatin berzkirin. Gelek kesan pêşmalkên li ser “Şiyar be” dinivîsî li xwe kirin. Girseya di tevahiya meşê de dirûşm berz kir û li çepikan da meşa xwe li Parka Rojava bi dawî kir.

‘Hişbir we dikuje jê dûr bikevin’ 

Li vir ewilî Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç axivî. Abdûlkadîr Guleç diyar kir ku ew  li dijî polîtîkayên ku civakê ji nirxên exlaqî û etîk dûr dixin li vir in û wiha got: “Têkoşîna li dijî tiryakê tenê bi têkoşîna gel û saziyên sivîl ên civakî nameşe. Em bang li meqamên cemaweriyê û rêveberiyên herêmî dikin. Heke bi rastî em bixwazin li dijî vê pergala ku gelê Kurd ji nasname, nirxên siyasî û avaniya rêxistinî dûr dixe têbikoşin divê em li her qada jiyanê tedbîran bigirin. Hişbir di 7-8 salên dawî de gelek tê bikaranîn û her ku diçe belav dibe. Ji ber vê yekê berpirsyartiya me û meqamên cemaweriyê heye. Em ji vir ewilî bang li dewletê dikin. Em weke civak amade ne ku li dijî vê têbikoşin. Divê hûn jî tevkariyê li têkoşîna me bikin. Em bang li ciwanan jî dikim. Ji belaya hişbirê ku pêşeroja we reş dike, hêviya we diqedîne û we dikuje dûr bikevin. Bêtir xwe bi rêxistin bikin, têbikoşin û hêviyê hembêz bikin.”

‘Em xwedî li pêşeroja xwe derkevin’  

Dû re li ser navê Federasyona Komeleyên Herêmî Zahît Çîftkûran axivî. Zahît Çîftkûran bang li dayik û bavan kir ku xwedî li zarokên xwe derkevin û wiha got: “Dayikno, bavno zarokên me li ber çavên me dihelin diçin. Ciwan û zarokên me pêşeroja me ne. Em xwedî li pêşeroja xwe derkevin.”

‘Em amade ne ku li dijî hişbirê bibin seferber’ 

Herî dawî jî parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça axivî û wiha got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo çareserkirina belaya hişbirê ya ji axa Kurdistanê dest pê dike û belavî cihên din dibe jî heye. Em armanc dikin ku civaka exlaqî ava bikin. Ji bo ku ji bengîtiyê ji amûra vî şerî xelas bibin em amade ne ku ji bo bibin seferber. Heta ku em hişbirê ji ser vê axê biqedînin em ê têbikoşin.”

Daxuyanî bi lêdana  çepikan bi dawî bû.

  

Etîket: AmedhişbirmesŞiyar Be
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne