• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

Enqere / AW

26 HEZÎRAN 2026 - 09:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mamosteyên 12 roj in li Enqereyê di çalakiya greva birçîbûnê de ne Serdar Akturk û Beytullah Kayaalp diyar kirin ku ew ê dev ji çalakiya xwe bernadin û xwestin daxwazên wan werin bicihanîn.

Platforma Mamosteyên Mexdûrê Mulakatê û Mamosteyên Sektorên Taybet, ji bo pirsgirêkên xwe bînin ziman û daxwazwa mafên xwe bikin, di 14ê Hezîranê de li Enqereyê çalakiya gireva birçîbûnê dan destpêkirin. Mamosteyên Maxdurê Mulakatê, 12 roj in li ber avahiya Sendiqaya Mamosteyên Sektora Taybet a navçeya Çankaya ya Enqereyê de dest bi greva birçîbûnê û nobede kirine, gelek caran rastî astengî, êrişa polîsan hatin û hatin binçavkirin. Tevî vê yekê jî mamoste dev ji çalakiya xwe bernadin û bi biryardarî daxwazên xwe tînin ziman.

Ji mamosteyên maxdûrê mulakatê Beytullah Kayaalp û mamosteyê sektora taybet Serdar Akturk darbarê daxwaz û çalakiya xwe de axivîn.

‘Em ê têkoşina xwe berdewam bikin’

Beytullah Kayaalp ku ji Şirnexê hatiyê û maxdûrê mulakatê ye anî ziman ku ew e heta encamê bigirin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivî: “Di 14ê Heziranê vir de ji bo daxwazên me bi cih werin di çalakiyê de ne. Ew 12 roj in jî me dest bi greva birçibûne kiriye. Di sala 2013an de soza rakirina mulakatê dabûn me. Lê ew sozê xwe bi cih neanîn. Tevî ku mulakata min baş derbas bibû jî puaneke kêm dan min û ez di rêziknameyê de di paş de ketim. Ji bo daxwazên xwe bînin ziman me xwest em ber bi meclise ve bimeşin. Lê polîsan em dorpeç kirin û êrişî me kir. Ew çi jî bikin em li vir in û em naçin. Niha 28 hevalên me ji bo neheqiyên ji me hatine kirin û heqê me dest bixin dest bi greva birçîbûne kirine. Min jî dest bi grevê kiribû. Lê ji ber ku tenduristiya min rê neda neçar mam dev jê berdim. Rewşa hevalên me yên di grevê de ne jî ne baş e. Hevalên me rakirin nexweşxaneyê û her roj rewşa wan xirab dibe. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Me bi gelek sazî û kesayetan re hevdîtin kir. Lê me nekarî tu encameke bigirin.”

‘Divê mafê mamosteyan pêk werin’

Serdar Akturk ji Îzmirê tev li çalakyê bûye û mamosteyê sektora taybet e. Serdar Akturk anî ziman ku ew di nav zor û zahmetiyan de greva birçîbûne didomînin û wiha axivî: “Em 12 roj in di greva birçîbûne de ne. Em tenê şekir dixwin û bi avê çalakiya xwe didomînin. Tenduristiya hevalên me ji ber greva birçîbûnê xirab dibe lê tevî vê jî em di çalakiya xwe de bi israrin. Malbat û dayik jî tevlî çalakiya me dibin. Me heta ji sala 2015an muçeya asgarî distand lê bi daxwaza patronan ew mafê me jî ji me standin. Bi vê çalakiyê dixwazin balê bikşînin ser pirsgirêkên ku dikêşin û me xwest em daxwazên xwe bînin ziman. Lê li vir ji aliyê polîsan ve em rastî êrişeke hovanê hatin. Weke ku em ne mamostê ne lê dijminin êrişî me kirin û tundî li me kirin. Êrişî hevalên me yên di greva birçîbûnê de û dayikên hatibûn piştgiriyê kirin. Bi xaza îsotê ve êrişî me kirin û gelek hevalên ma bandor bûn. Em dixwazin komîsyon ava bibe û mafê mamosteyan werin pêkanîn. Niha em li ber xwe didin û em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Etîket: Beytullah KayaalpÇalakiya Greva Birçîbûnêmamostemaxdurên mulakatêSerdar Akturk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
Mamosteyên sektora taybet: Daxwazên me pêk bînin

Mamosteyên sektora taybet: Daxwazên me pêk bînin

14 TÎRMEH 2026
Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

22 HEZÎRAN 2026
Şopînerên Rojên Pirtûkan: Pêşxistina Kurdî barê me hemûyan e

Şopînerên Rojên Pirtûkan: Pêşxistina Kurdî barê me hemûyan e

20 HEZÎRAN 2026
Kurdî hê jî rastî cihêkariyê tên

Kurdî hê jî rastî cihêkariyê tên

10 GULAN 2026

Egîtîm Sen a Wanê: Berpirsê yekem wezaret e

3 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne