• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Heke dewleta tirk ji dil be divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd rake’

Fexredîn Kiliç / AW

8 ÇILE 2025 - 08:01
Kategorî: ROJANE
A A

Edene – Berdevkê Nûnertiya DBPê yê Herêma Çûkûrovayê Azîz Toprak peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Heke bixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin bila şer bidin sekinandin.” Hevserokê AKKAY-DERê Mûstafa Yildiz jî got: “Heke dewleta tirk ji dil be divê Rêberê Gelê Kurd bi awayekî fizîkî azad bibe.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin, piştî 4 salan di 23yê Cotmeha 2024an de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re rû bi rû hevdîtin pêk anî. Piştre jî parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28ê Kanûnê de çûn Girava Îmraliyê. Piştî hevdîtinê peyama Abdullah Ocalan a ku ji 7 xalan pêk tê, bi raya giştî re hate parvekirin. Di peyamên Abdullah Ocalan de bang li hemû derdorên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî hat kirin ku bi înîsiyatîf tevbigerin û bêyî ku di hesabên teng û demkî de asê bibin, tevkariyên erênî bikin.

Piştî hevdîtinê şandeya DEM Partiyê dest bi hevdîtinên bi nûnerên partiyên siyasî yên ku di parlamentoyê de kir. Di vê çarçoveyê de ewilî li Meclisê bi Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtin hatin kirin. Danûstandinên ligel aliyên siyasî yên din berdewam dikin.

Berdevkê Nûnertiya Partiya Herêma Demokratîk (DBP) a Herêma Çûkûrovayê Azîz Toprak û Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AKKAY-DER) Mûstafa Yildiz têkildarî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û hevdîtinên tên kirin axivîn.

Azîz Toprak, hevdîtinên vê dawiyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hatine kirin bi bîr xist û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinan de got ku tecrîd berdewam dike. An ku çi gote gelê kurd, partî û saziyan, got ‘têkoşîna xwe û rêxistinbûyîna xwe xurt bikin’. Peyameke ji 7 xalan pêk tê pêşkeş kir. Niha jî şandeya DEM Partiyê li partî û saziyan digere û nêrînên wan digire.”

‘Divê Tirkiye pirsgirêka kurd bi awayekî çareser bike’

Azîz Toprak, anî ziman ku bi têkoşîn û berxwedana gelê kurd ev hevdîtin dest pê kirin û wiha berdewam kir: “Ji bilî berxwedana gelê kurd, konjonktora li Rojhilata Navîn jî bandor kir. Dema em li Filistin, Sûriye û Iraqê dinêrin tevliheviyeke mezin heye. Sînorên Rojhilata Navîn dê jinûve werin dîzaynkirin. Divê Tirkiye jî pirsgirêka kurd bi awayekî çareser bike.”

‘Ji aliyekê ve behsa çareseriyê dikin ji aliyê din ve êriş dikin’

Azîz Toprak, destnîşan kir ku divê dewleta tirk di van nîqaş û hevdîtinên li ser pirsgirêka kurd hatine dest pê kirin de durûtiyê neke û wiha pê de çû: “Heke bixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, bila şer bisekinîne. Îro bi balafirên şer êriş dikin, bi çeteyan êriş dikin. Ji aliyekê ve jî behsa çareseriyê dikin. Heke bixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin bila şer û pevçûnan bidin sekinandin.”

‘Divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe’

Azîz Toprak, diyar kir ku ji bo gavên şênber bên avêtin divê ewilî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî were azadkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro Rêberê Gelê Kurd mûxatabê Tirkiyeyê ye. Fedî nakin ku dibêjin em ê têxin hefsa malê weke ku xêrekê bikin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan divê bi awayekî fizîkî were azadkirin. Divê hevdîtinên xwe bi her alî re bike. Hem bi dewletê re hem bi rêxistinê re hem bi sazî û partiyan re. Heke azad nebe nikare van bike. Ji ber vê yekê divê Serokê Gelê Kurd azad bibe.”

‘Ji bo aştiyê tişta ji destê me were em ê bikin’

Hevserokê AKKAY-DERê Mûstafa Yildiz jî bal kişand ser polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta tirk bi salan e li dijî gelê kurd dimeşîne û wiha got: “Bi vî awayî nikarin gelê kurd biqedînin. 50 sal in şerek berdewam dike. Heta niha bi deh hezaran şehîd dane, ciwanên me jiyana xwe ji dest dane. Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê bi Serokatî re hevdîtinek kirin ev tişteke baş e, em piştevaniya vê yekê dikin. Ji bo ku pirsgirêka kurd were çarser kirin çi ji destê me bê em ê bikin. Heke dewlet tirk ji dil be ji bo Rêberê Gelê Kurd vê pêvajoyê bidomîne divê tecrîda li ser wî rake û ew bi awayekî fizîkî azad bibe. Ji bo aştî pêk were tişta ji destê me were em ê bikin.”

‘Divê deriye Îmraliyê vekin’

Mûstafa Yildiz, diyar kir ku ji bo ku dewleta tirk vê pêvajoyê bide domandin divê tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan rake û wiha domand: “Deriyê Îmraliyê vekin ku Rêberê Gelê Kurd bi gelê xwe re hevdîtinê bike. Li aliyekê dibêjin aştî li aliyên din jî şer. Ev wiha nabe. An şer an aştî.

 

 

Etîket: Abdullah OcalanAKKAY-DERAzîz ToprakMustafa Yildiz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne