Hejmara qurbaniyên karesata lêhiyê ya li herêma Rasuwa û derdorî wê ya nêzî sînorê Çînê her ku diçe zêdetir dibe. Hate ragihandin ku hejmara qurbaniyan gihişte 538 kesî.
Xebatên lêgerîn û paqijiyê ya ji ber karesata lêhiyê ya li herêma nêzî sînorê Çînê ya Tepalê dewam dike. Li gorî agahiyên dawî hejmara qurbaniyan gihiştiye 539 kesî û bi hezaran kes jî winda ne.
Li gorî nûçeya Kathmandu Postê ku agahiyan dispêre polîsên Nepalê hejmara qurbaniyên lehiya li Nepalê gihiştiye 538 kesî.
Rayedarên Nepalî ragihandin ku ji ber avê bi dehan pir hilweşiyane, rê xirab bûne; ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê helîkopter şandine herêmê.
Rayedareke ku ji Assocîated Prees (AP) re axivî diyar kir ku 1300 kes ku biyanî jî di nav de hê jî winda ne.
Berdevkê Artêşa Nepalê Tuggeneral Rajaram Basnet ragihand ku ji herêmên lêhiyê yên weke Rasuwa û Nuwakotê heta niha 900 kes rizgar kirine. Di nava kesên hatine rizgarkirin de 92 Hindî jî di nav de 119 kesên biyanî hene.
Li aliyê din ji bo rizgarkirina bi sedan karker û xelkên herêmî yên li tunelên hîdroelektirîkê ya li Trishuliyê asê mane bi helîkopteran operasyon hatiye destpêkirin.
Hate ragihandin ku ji ber şert û mercên hewayî û baranê operasyonên rizgarkirinê bi zehmet bi pêş ve diçe.












