• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hayal Dundar: Em bi sporê civakê tînin ba hev

Navenda Nûçeyan / AW

26 ÎLON 2025 - 10:20
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Gerînendetiya Ciwanî û Sporê ya Şaredariya Peyasê piştî 8 salên polîtîkayên qeyûmên tayinkirî, dîsa ket destê rêveberiyên herêmî û bênavber xebatên xwe didomîne.

Gerînendetiya Ciwanî û Sporê, ji bo spor bigihîjîne her beşên civakê, bi çalakiyên ku di havînê de li dar xistine û planên xwe yên pêşerojê bi her awayî dixebite, balê dikişîne. Ji Gerînendetiyê Hayal Dundar derbarê xebatên sala borî ku hatine kirin û tiştên ji bo siberojê danîne peşiya xwe agahiyên berfireh dan û nêrînên xwe parve kir.

‘Em armanc dikin ku sporê bikin çandek’

Hayal Dundar ji sala 2011an ve di warê sporê de li Şaredariya Peyasê xebatên xwe didomîne. Hayal Dundar diyar kir ku piştî pêvajoya qeyûman bi dawî bû, ew li Gerînendetiya Ciwanî û Xizmetên Sporê ji cihê ku lê mabû xebatên xwe didomîne û çalakiyên gerînendetiyê bi van gotinan rave kir: “Di havînê de, di beşên avjenî, voleybol, basketbol, futbol û tenîsa kortê de, me ji bo keç û xortên di navbera 7-14 salî de heftê 6 rojan perwerde da. Di şaxa avjeniyê de, ji bilî zarokan, kesên astengdar û jinên mezin jî bi sporê re dan nasîn. Bi giştî 6500 kes ji tesîsên me yên sporê sûd wergirtin.”

Hayal Dundar diyar kir ku tesîsên avjeniyê ji bo Şaredariyên mîna Bajarê Nû, ya Sûrê û saziyên jinên ku daxwaz kirine hatine veqetandin û destnîşan kir ku ew dikin armanc ku di warê tesîskirin û gihîştinê de gelek deverên din jî ava bikin.

Rojên havînê bi sporê tijî bû

Gerînendetiya Ciwanî û Sporê ya Şaredariya Peyasê, di serdema havînê de çalakiyên berfireh li dar xist. Hayal Dundar anî ziman ku di vî warî de bi taybetî bal kişandine ser zarokên li gundan dimîmin û wiha domand: “Em çûn 7 gundên girêdayî navçeya me û me hişt ku zarok bi sporê re bigihên ba hev. Bi van çalakiyan re eleqeya zarokan a ji bo sporê zêde kir û bû sedem ku ew bêhtir bi çalakiyên sporê re bên teşwîqkirin. Ji bo keçan me kursên avjenî, futbol, voleybol, basketbol, atletîzm û tenîsa kortê li dar xist. Ji bo kesên astengdar jî me bi mamosteyan re kursên avjeniyê organîze kir.”

Hayal Dundar da zanîn ku gerînendetiyê tene ji bo zarokan sînordar neman û wiha lê zede kir: “Ji meha Avrêlê ve li Parkormanê, Meydana Bajêr a Rojava, Parka Sporê û Parka 75an ji bo jinan sporên sibehê hatin organîzekirin. Ev çalakî ku bi pisporên sporê yên jin re heftê 6 rojan di navbera saet 06:30-08:30 de hatin lidarxistin, bûn sedem ku jin jiyaneke saxlem bijîn û têkiliyên xwe yên civakî xurt bikin. Li tesîsên me yên 500 Evlerê jî sporên sibehê û dersên pîlatesê bi 20 jinan dest pê kir û heta gihîşt 200 jinan ku berdewam kir. Bi vê xebatê re, di tevahiya havînê de, li vê herêma me ya dezavantaj, bi taybetî li taxa koçberan a ku wekî ‘500 Malan’ tê zanîn, me bi wesayîtên xwe zarok û jinan anîn ber hewzê avê û ew bi hewzê avê re dan nasîn.”

Ji bo jinan cihê hevparbûnê: Spor e!

Hayal Dundar diyar kir ku jin bi rêya çalakiyên sporê tên ba hev û di warên civakî û çandî de jî dest bi hevparbûnê dikin û wiha pêde çû: “Ji meha Avrêlê ve jin, ji bilî çalakiyên sporê, di demên cihê de tên ba hev û nîqaşan dikin. Em lêkolîn dikin ku ka di warên aborî û çandî de çi cure xebatan dikarin bikin û di projeyên bi navenda jinan de çawa dikarin cih bigirin. Di warê têkiliyên sazûmanî û danûstendinê de jî hewldaneke me ya cidî heye.”

Serketina Lîseya Sporê û BESYO

Yek ji xebatên girîng ên gerînendetiyê, kursên amadekariyê yên belaş ên ji bo Dibistana Perwerdeya Fîzîkî û Sporê (BESYO) û Lîseya Sporê ku ji bo ciwan û zarokan bû. Hayal Dundar serketina van kursan wiha ragihand: “Me ji bo kontenjana 78 kesî ya Lîseya Sporê ya Amedê 68 xwendekar bicih kirin. Herwiha 2 xwendekarên me ji bo Lîseya Voleybolê ya Enqereyê hatin qebûlkirin. Li gorî encamên nû hatine eşkerekirin, 50 xwendekarên me di bernameyên BESYO yên zanîngehên bajarên cuda de cih girtin.”

Planên pêşerojê: Zêdetir tesîs, zêdetir gihîştin e

Gerînendetî di warê tesîskirin û belavbûna sporê de armancên bi îddîa danîne pêşiya xwe. Hayal Dundar planên pêşerojê wiha anî ziman:
“Her çend em bi kêmasiyên tesîsan û pirsgirêkên gihîştinê re rû bi rû dimînin jî, em bê rawestan dixebitin ku li her taxan ji bo gihîştina qadên sporê hêsan bikin, çalakiyên sporê yên demkî li dar dixin û sporê dikin parçeyek ji çandê. Em plan dikin ku tûrnûvayên mîna voleybola plajê, basketbola kolanan û korta tenîsê li dar bixin. Armanca me ew e ku em mirovan ne tenê bi hesta pêşbaziyê, bi armanca hevgirtinê ku demeke xweş û bi kalite bi hev re derbas bikin, wan ber bi qada çalakiyan ve dikişînin. Di sala borî de me çalakiyên wekî tûrnûvaya futbolê ya navbera saziyan, tûrnûvaya voleybolê ya jinan, Peyas Cup ji bo zarokan, tûrnûvaya voleybola biçûkan, tûrnûvaya futbolê ya kolanan û Şahiya Werzîşê ya Peyasê li dar xistin. Lê belê em bi van çalakiyan têr nabin û armanc dikin ku çalakiyên jorîn ên ku me behs kirine jî pêk bînin. Klûba Oz Kayapinar Sporê ya Şaredariya Peyasê jî di şaxên voleybol û basketbolê de bû şampiyonê herêmê, di fînalên Tirkiyeyê de cih girt û têkoşîna xwe hîn didomîne.”

Bi sporê civak saxlem û bi hêz dibe

Hayal Dundar armanca bingehîn a gerînendetiyê bi van gotinan anî ziman: “Em dixwazin sporê bidin hezkirin, civakeke saxlem ava bikin û piştgirî bidin geşepêdana laşî û zihnî. Ji bo ciwan ji rêyên xirab ên wekî girêdana bi maddeyan, girêdana bi ekranên Tv û Telefonan û zordariyên cihê dûr bixin ku wan bi sporê re bigihînin ba hev, çalakiyên cihêreng organîze dikin.”

Gerînendetiya Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê Hayal Dundar herî dawî da zanîn ku ew armanc dikin ku sporê bike şêwazek jiyanê û bigihîje her beşên civakê.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne