• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hasan Erzî: Li welatê xwe bijîn

Amed / AW

4 COTMEH 2025 - 08:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberê GOÇ-DERê Hasan Erzî polîtîkayên li ser koçberkirinê û jiyana koçberiyê wiha got: “Îro dewlet polîtîkayê koçberiyê li ser kurdan disepîne. Bi zagon û plansaziyên xwe dixwazê cîh û warê kurdan vala bike.”

Li gor daneyên Saziya Îstatîskê ya Tirkiyeyê (TUİK) di sala 2024an de li Tirkiyeyê 151 hezar welatiyên Tirkiyeyê 273 hezar û 205 welatiyên biyanî jî Tirkiyeyê koçî welatên derve kirine. Temenê kesên ku koçî derveyî welat kirine ji sedî 14.4ê welatiyan 20-24 sali û ji sedî 12.1 welatî jî jî di navbera 25 û 29 salî ne. Li aliyê din di heman salê de 314 hezar û 588 welatî jî ji derve koçî Tirkiyeyê kirin. Ji kesên ku ji derve hatin Tirkiyeyê 103 hezar û 732 kes welatiyên Tirkiyeyê ne. 210 hezar û 856 kes jî welatiyên biyanî ne. Li gorî raporên mafên mirovan piraniya welatiyên koçî derveyî welat kirine ji ber şerê taybet, aborî û darizandinê neçar mane ku koçî derveyî welat bikin.

Rêveberê Komeleya Lêkolîn û Şopandinê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) Hasan Erzî li ser politikayên koçberiyê û penaberiyê ji Ajansa Welat axivî.

Rêveberê GOÇ-DERê ya Amedê Hasan Erzî diyar kir ku armanca zagonên dewletê ew e ku gelê Kurd bide xilaskirin û wiha got: “Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ewilî ji koçberiyê dide destpêkirin. Komkujiya Ermeniya, Geliyê Zîlan, serhildana Sason, terteleya Dêrsîm, fermana Şengalê ewilî bi polîtîkayên koçberiyê dest pê kirine.”

Hasan Erzî, li ser valakirina gundên li Kurdistanê jî rawestiya û wiha axivî: “Di salên 1995-1999an de nêzî 2 hezar gundên kurdan hatin valakirin û şewitandin. Welatiyên ku gundên wan hatin şewitandin û valakirin koçî metrepol kirin. Piştre koçî Ewropayê kirin. Gund bi hukmê zorê û spartina pergala cerdewaniyê vala kirin. Yên ku gundê xwe vala nekirin, gundê wan şewitandin û bi kuştinê gef li wan xwarin.”

Erebê Basrayê li Kurdistanê çi dikin?

Hasan Erzî bal kişand ser encama polîtîkayan dewletê yên koçberiyê û wiha lê zêde kir: “Li Dêrsîmê bedela herî giran malbata Kemal Kiliçdaroglu daye. Lê mixabin îro mirov li Kemal Kiliçdaroglu dinêrî agahiya wî ji warê wî û nasnameya wî tune ye. Ev jî sedema politikaya dewletê ye.

Îro Erebê Basrayê hatine li Sason, Kozluk, Bêdlîs, Motkiyê bi cih bûne. Ereb li van bajaran çi dikin? Tirkmenên li Wanê ji ku hatine? Kê ew anîne. Ev polîtîkaya dewletê ye.”

‘Li welatê xwe bijîn’

Hasan Erzî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li hemû Kurdan kiriye û xwest dewlet gavên şênber li gorî vê bangê biavêje û wiha pêde çû: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev bang ji bo hemû gelê Kurd ên li dîasporayê kiriye. Em bi Rêberê xwe bawerin. Lazime em bibin xelek û li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga wî tom bibin. Proje û plansaziyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê teqez bikeve meriyetê. Ji temamî xort, ciwan û keçên Kurdan re banga me, li welatê xwe bin û li welatê xwe  bijîn. Parlamenterên me yên ji ber ceza çune derveyê welat, lazime piştevaniya gelê me yê Ewropa bikin. Serok dibêje ‘Li şûna jiyana Ewropayê ez jiyana li Îmraliyê tercih dikim’ û peyamek girîng dide koçberan.

‘Bila pêşî pergala cerdevaniyê rakin’

Rêveberê GOÇ-DERê Hasan Erzî, herî dawî li ser zagonên tên çêkirin û vegera welat axivî û got: “Dewleta Tirkiye yê zagonek derxistiye. Kîjan gundî vala dike, bi deh hezaran kesên biyanî tînin li wî gundî bi cih dikin. Almanyayê jî zagonek nu derxistiye. Hemû welatiyên biyanî dîsa li welatê wan vedigerîne. Heger dewlet samimî be divê di sêrî de gavên şênber biavêje. Divê ewil pergala cerdevaniyê rake. Îro li Kurdistanê bi hezaran cerdevan hene.  Pevajoyekê dest pê kiriye. Pêvajoya Aşti û Civaka Demokratîk. Em ji gelê xwe re dibêjin werin. Lê heta ku pergala cerdevaniyê bidome, Kurdên koçber bûne dê çawa vegerin warê xwe. Ev pirsgirêkeke herî mezin e.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne