• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Halîde Turkoglu: Divê komîsyoneke jinan ava bibe û pêvajoyê bişopîne

Enqere / AW

14 TEBAX 2026 - 13:58
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bi lêv kir ku divê di desteyên têkildarî qanûna çarçoveyî bên avakirin de jin jî weke kirde cih bigirin û pêvajoyê bişopînin û wiha got: “Aştiya civakî bi jinan pêkan e. Pêvajoyeke ku jin di nav de nîn be kêm e. Divê jin bibin kirdeya avakar a pêvajoyê.”

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên li rojevê daxuyanî da. Halîde Turkoglu di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya jinan ji bo aştî û wekheviyê ye û wiha axivî: “Ew têkoşîna ji bo aştiyê bi banga Aştî û Civaka Demokratîk gihişt vê merhaleyê. Qanûna çarçoveyî ku bi dengeke bilind li meclisê bû qanûn tevî kêmasiyan jî pêngaveke girîng bû.”

Halîde Turkoglu destnîşan kir ku sedema pirsgirêkê înkarkirina ziman û nasnameya Kurd e û ev tişt anî ziman: “Qanûna çarçoveyî jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pengaveke girîng e. Divê di desteyên bên avakirin de jin jî cih bigirin. Ez bang li hemû jinên dengê erê dane dikim ku ji bo desteyeke çavderiyê ya jinan jî bê avakirin û bişopîne, di nava hewldanê de bin. Divê jin weke kirde tev li bibin û bişopînin. Berdela herî mezin a şer jinan da. Jin bûn hedefa tundiyê û di girtîgehan de û li ber dadgehê lêgerîna edaletê kirin. Lê tevî êşan jî jinan dev ji aştiyê bernedan. Dayika Nîhat Kazanhan ku di 11ê salî de jiyana xwe ji dest da, dibêje tevî her tiştî em aştiyê dixwazin. Her wiha jinên zarokên xwe windakirine aştiyê dixwazin. Jinên Elewî ku hertim rastî cihekariyê hatine jî daxwaza aştiyê dikin.”

‘Em ê li dijî hemû bêedaletiyê têkoşîna xwe bidomînin’

Halîde Turkoglu bi lêv kir ku divê jin bibin kirdeya pêvajoyê û wiha pê dê çû: “Aştiya civakî bi jinan pêkan e. Pêvajoyeke ku jin di nav de nîn in, kêm e. Divê jin bibin kirdeya avakar a pêvajo. Divê desteyên bên avakirin. Em jin ne di pozîsyoneke temaşekirinê de lê di avakirinê de bin. Divê komîsyoneke jinan ava bibe û pêvajoyê bişopînin. Têkoşîna aştiyê ji demokrasiyê cuda nîne. Em ê li dijî hemû bêedaletiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Binpêkirinên mafan li girtîgehan berdewam dike’

Halîde Turkoglu bal kişand ser binpêkirinên mafên li girtîgehan û wiha axivî: “Li vir qala aştiyê bikin û li girtîgehan binpêkirinên mafan hebin ew yek nayê qebûlkirin. Bi awayekî keyfî Îdareya Çavderiyê berdana girtiyan taloq dike. Daxwazên jinên girtî bi cih neyên. Hunermend Nuarîn ku piştî çend salan hat welat li Mêrsînê hat binçavkirin û piştre hat berdan. Divê ew sepanên li dijî hunermendên jin bi dawî bibin. Her wiha ajans, malper û rojnameyên dengê jinan digihînin civakê jî tên astengkirin. Divê ew yek jî bi dawî bibe.”

25 jin hatin qetilkirin

Halîde Turkoglu diyar kir ku tundiya li dijî jinan didome û wiha pê de çû: “Îro li welat gelek jinên ku zarokên xwe yên astengdar dinêrin rastî zahmetiyên mezin tên. Sedema van zehmetiyan jî polîtikayên desthilat ên mêrperest in. Divê desthilat barê lênerînê nede ser pişta jinan û berpirsyariyê bigire. Li gor daneyên ajansa JINNEWSê di meha Tîrmehê de 25 jin hatin qetilkirin. Sedema vê yekê jî pergala mêrperest e. Divê polîtikayên jinan biparêze bê pêşxistin û dev jî polîtîkayên mêrperest bê berdan. Li dijî van polîtîkayên jinan tunedihesibînin dibêjin; Em hebûn, em hene û em ê hebin. Jinên koçber û penaber zêdetir rastî tundiyê tên. Bûyera li Kocaeliyê ku jineke 15 salî li Sûriyeyê rastî îstîsmarê hat. Lê piştî binçavkirinê faîlê îstîsmar tê binçavkirin û piştre tê berdan. Herî dawî careke din hat binçavkirin û girtin. Ew tundî jî ji polîtikayên şer cuda nîne. Paola Maayra ku jineke enternasyonalê li dijî êrîşên li ser Rojava hatibû Tirkiyeyê lê li Tirkiyeyê hat binçavkirin û ew birin cihê şandinê. Li wir jî rastî tundiyê hat. Divê Wezaretê Dadê têkildarî vê tundiyê lêpirsînê bide destpêkirin. Ew êriş di heman demê de êrişa li dijî têkoşîna enternasyonalê ye. Tevî tundiyê jî piştgiriya jinan sînoran derbas dike.”

Halîde Turkoglu di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji aliyekî vê êrişên Amerîkayê li ser Îranê bandor li ser jinan dike û ji aliyê din vê jî jin li Îranê rastî darvekirinê tên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan dikarê aştiyê bînê Rojhilata Navîn. Pêdiviya herême jî herî zêde ji aştiyê heye.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne