• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gundê Avgamasiya salek e bêav e

Mahmût Altintaş / AW

29 ÇILE 2025 - 08:23
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Şirnex – Ji ber xebata tunelê ya şîrketa Bolunmez Enerjî ya ku aydî parlamenterê berê ya AKPî Suleyman Bolunmez e, gundê Avgamasiya ji demsala biharê ve bêav e. Şêniyên gund anîn ziman ku ji ber xebatên tunelê xaniyên wan jî zerar dîtinê û xwestin pirsgirêka wan a avê çareser bibe.

Gundê Avgamasiya ya giredayî Şirnexê ji ber xebatên tunelê ya şîrketa Suleyman Bolunmez ê AKPyî ji demsala biharê ve bêav e. Şîrketa Bolunmez Enerjî ya ku aydî Parlamenterê berê yê AKPê Suleyman Bolunmez e, li Şirnexê gelek kanê komiran vêkiriye. Şîrketa Bolunmez nêzî salekê ye li çiyayê Cûdî ya Şirnexê tunelê vedike. Ji ber xebatên kana komirê û tunelê xwezaya herêmê wêran dibe û zerareke mezin dide welatiyan. Şîrketa Bolunmez piştî li ber gundê Avgamasiya dest bi vekirina tunelê kir, ji ber teqandina dînamîtan gelek avahiyên şeniyên gund zerar dîtin û sondaja avê ya gundiyan jî zerar dît. Ji ber vê yekê ava gund qut bû ye. Ji ber qutbuyîna avê gundê avgamasiya nêzî salek e bêav in.

Şeniyên gund ku em bi wan re axivîn anîn ziman ku wan gelek caran daxwazname ji Waltiya Şirnexê re şandinê, lê tevî vê yekê jî pirsgirêka wan a avê nehatiyê çareserkirin. Welatiyan destnîşan kirin ku ji ber tunebûna avê gelek zor û zahmetiyan dijîn.

‘Ji demsala biharê ve bêav in’

Welatiyê Xancer Gungen diyar kir ku ji ber tunebûna avê ew gelek zahmetiyan dijîn û wiha got: “Li wir kana komirê çêkirine. Nava gund hertim toz û dûmana komirê ye. Niha jî dest bi çêkirina tunelê kirine. Piştî dest bi karê tunelê kirin, ji ber teqandina dînamîtan ava me jî qut bû. Me bîr vêdabûn. Dibîra me de av nema ye. Ji ber tunebûna avê em nikarin fekî biçînin û erdê xwe av bidin. Em ji bo dabinkirina pêdiviya xwe ya avê bi erebeyan avê ji dervê gund tînin. Em gelek zahmetiyan dijîn. Daxwaza me ew e ku pirsgirêka me ya avê çareser bibe. Yên ku pereyên wan hene ji xwe re tangêrên avê dikirin. Lê yên ku pereyên wan tune ne zorê dijîn. Ji biharê ve avê me tune ye. Em nikarin sewalên xwe jî av bidin. Me daxwazname dan. Lê encam tune. Ji ber komirê fekiyên ku em diçînin jî qirêj dibin. Bila ji vê yekê re jî çareseriyekê bibînin ku gundê me qirêj nebe.”

‘Gelek zahmetiyan dijîn’

Welatî Îsa Cavlak jî anî ziman ku ji ber teqandina dînamîtan xaniyên wan jî zerar dîtiye û got: “Piştî ku ji bo tunelê vekin li vir dînamît teqandin sondaja me jî xera bû. Ji ber wê ava me tune ye. Me gelek daxwazname dan Walitiyê. Lê me encam negirt. Ji ber tunebûna avê em gelek zahmetiyan dikşînin. Gotin em ê bi tankerên avê bidin wê. Lê nedan. Em bi derfetên xwe avê dikşînin gund. Em dixwazin vê tunelê bigirin. Ew saleke ku dest bi projeyên tunelê kirine. Piştî li vir dînamît teqandin ava bîrên me jî miçiqî. Şîrketa Bolunmez piştî li vir kana komirê vêkir niha jî tunelê li vir çêdike. Kana komirê û vekirina tunelê zerar mezin dide gundiyan. Daxwaznameyên me bê encam man.”

‘Di nava gund de dînamîtan diteqînin’

Îsa Cavlak bi lêv kir ku çêkirina tunelê ya di nava gund de xetereyan ava dike û wiha axivî: “Di nava gund de tunelê çêdikin. Dema li vir dînamîtan diteqînin xaniyên me jî zerarê dibînin. Xaniyan zerareke mezin girt. Ji me re gotin em ê avê ji we re bînin. Lê av neanîn. Daxwaza me ew e ku vê tunelê bigirin û pirsgirêka avê çareser bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne