• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gulistan Sonuk: Divê gelê me tev li meşa sibe bibe

Êlih / AW

18 ÇILE 2026 - 21:11
Kategorî: ROJANE
A A
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ji bo êrişên ku li ser rojavayê Kurdistanê têne kirin û meşa ku wê sibê li Êlihê pêk bê ev bang kir: “Bangewaziya me ew e ku her kesên ku li Êlihê dijî sibê tev li vê meşê bibe.”

Li dijî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê dê sibê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî û mêş bêne lidarxistin. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku qeayim tayînî şûna wê hatiye kirin têkildarî çalakiyên ku wê sibê bêne lidarxistin bi rêya Ajansa Welat bang li gelê Êlihê kir.

Gulistan Sonukê diyar kir ku di pêvajoyeke ku çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin de êrişên li ser Rojava ne ji rêzê ne û got ku plansaziya van êrişan di nava rojekê de nehatine kirin û wiha axivî: “Di demeke ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hevdîtinan pêk anîn û hevpeymanek di nava her du hêzan de hatibû qebûlkirin ev êriş pêk hatin. Di pêvajoyeke wisa de êrişên li ser Helebê û pêve girêdayî êrişên li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne êrişên ji rêzê ne. Di heman roja ku hevdîtin di navbera HSDê û hikûmeta demkî de çêbûn li Fransayê jî bi HTŞê re hevdîtin hatin kirin. Piştî van hevdîtinan bi awayekî hovane êrişên li ser her du taxên Helebê yên ku Kurd lê dijîn kirin. Gelê Kurd van êrişên li ser Rojava baş nasdike. Ev êriş hişmendiya DAIŞê bixwe ne. Çawa ku jinên Kurd li Kobanê hişmendiya DAIŞê têk bir dê heman îrade van êrişan jî binpê bike û têk bibe. Gelê Kurd baş dizane hikûmeta demkî van êrişan bi tena serê xwe nake. Hin kes û hin dewletên biyanî yên ku piştgiriya vî şerî dikin hene. Ji aliyekî ve hin kes dixwazin bi Kurdên Bakur re aştiyê pêk bînin û ji aliyekî ve jî hin kes alîkariyê didin hêzên HTŞê û bi wan re tevdigerin. Helbet gelê Kurd vê yekê baş dizane ku li rojavayê Kurdistanê şerek hebe mirov nikare li Bakur qala aştiyê bike. Kesên ku sed sal berê Kurdistan kirin çar perçe û niha jî dixwazin di aliyê fikir ve bikin perçe. Gelê Kurd jî li dijî wan vê peyamê dide, herder Rojavayê Kurdistanê ye û Kurdistan yek perçe ye. Êriş li kîjan aliyên Kurdistanê bê kirin jî Kurd van êrişan li ser xwe dibînin û li dijî van êrişan disekinin.”

‘Ji bo parastina xîreta Rojava em li benda gelê xwe ne’

Gulistan Sonukê ji bo meşa ku wê sibê bê lidarxistin ev bang kir: “Sibê jî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê çalakî pêk bên, li Êlihê jî em ê li Kolana Gulistanê saet di 14:00an de çalakiya meşê pêk bînin. Bangewaziya me ew e ku her kesê ku li Êlihê dijî sibê tev li vê meşê bibe. Ji ber ku ev meş ji bo Rojava, çand û statuya Kurdî piştgiriyeke. Ji bo parastina xîreta Rojava em li benda gelê xwe ne.”

Etîket: bangÊlihgelHevşaredar Gulistan Sonuk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

5 COTMEH 2026
Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

25 ÎLON 2026
‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

16 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Li Êlihê bîranîna şehîdan di roja duyemîn de didome

9 ÎLON 2026
‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

2 ÎLON 2026
Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne