• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Pirsgirêka Kurd ji sêdarê, îro hatiye zemîneke demokratîk 

Enqere / AW

7 TEBAX 2026 - 18:11
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Gulistan Kiliç Koçyîgît di nîqaşên li ser pêşnûme qanûana çarçoveyî de axivî, anî ziman ku ew vê qanûnê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd weke destpêkek dibinin û got: “Pirsgirêka Kurd ji sêdarê îro hatiye zemîneke demokratîk û ji çareseriya demokratik re derî vedike. Edî hatiye fêmkirin ku ew pirsgirêk di çerçoveya demokrasiyê de dikare bê çareserkirin.”

Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclisê re hatibû şandin di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin.  Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî tevlî civînê bûn.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî di komîsyonê de axivî û anî ziman ku tevî kêmasiyan jî wan ev pêşnûme kiriye û wiha got: “Ew îmzayên me avetinê ji bo pêşeroja hevpar e. Dinya diguhere û Rojhilata Navîn diguhere. Sînorên dewletên kapîtalîst li Rojhilata Navîn ava kirine diguhere. Mixabin gelên Rojhilata Navîn hertim bûne maxdurên şer û pevçûnan. Di bingeha hemû komkujî û qirkirinên Rojhilata Navîn de sedema berjewendiyên dewletên hegemon ên bazirganiyê hene. Lê mirin, sirgûn û kuştin dikeve para gelan. Weke Xezayê birçîbûn û mirin dikeve para gelan. Tirkiye di vê serdemeke wisa de dê çi pozisyon bigire, wê bi vê qanûnê re diyar bibe. Ya ku pêvidiya gelên Rojhilata Navîn pê heye ne şer û pêvçûn in, jiyaneke wekhev û azad e.”

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serdemeke wisa de birêz Ocalan bi banga 27ê Sibatê ya Aştî û Cİvaka Demokratîk ji bo berjewendiya gelan destwedenek kir. Ew bang banga Aştiya Rojhilata Navîn e. Ew manîfestoyeke û destwerdana li şeran e. Ew banga kirdebûna gelan e. Ew bangeke stratejîk e. Divê di vê sedsala ku geşedanên Rojhilata Navîn rû didin xwişk-biratiya Kurd û Tirk were nûjên kirin. Em bang li hemû parlamenteran dikin; em karekî dîrokî dikin. Werin em çarenûsa gelan û Rojhilata Navîn bixwe diyar bikin. Deriyê demokrasiyê vekin û aştiyê misoger bikin. Em bi hev re piştgiriya vê pêvajoyê bikin û bi hev re bi ser bikevin.”

‘Ev qanûn destpêka çareseriyê ye’

Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku weke DEM Partiyê ew vê qanûnê destpêka çareseriya pirsgirêkan dibînin û wiha domand: “Ev qanûn gava yekem a çareseriyê ye. Pêşerojeke nû ya wekhev, hemwelatîbûna wekhev dikarin bi hev re ava bikin. Ji bo wê jî ev qanûn gaveke dîrokî ye û dê bibe çavkaniya qanûnên pêşerojê. Ji bo wê jî qanûneke binyadî ye. Em rastî cudakariyeke mezin hatin. Zimanê me û nasnameya me hat înkarkirin. Me li ber xwe da û têkoşîneke mezin da, berdelên mezin da. Em îro di arefeya bi dawîbûna van berdelan de ne. Ew berdelên hatine dayin ber hewa neçûn. Hebûna gelê Kurd rastiyeke ku nayê înkarkirin e. Pirsgirêka Kurd ji sêdarê îro hatiye zemîneke demokratik û ji çareseriya demokratik re derî vedike. Edî hatiye fêmkirin ku ev pirsgirêk di çerçoveya demokrasiyê de dikare bê çareserkirin.”

‘Komara Demokratîk wekheviya hemû gelan e’

Di berdewama axaftina xwe de Gulîstan Kiliç Koçyigit jî gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a, ‘Hûn Kurd Tirk derxînin, Tirk jî Kurd derxînin dê çi bimînê’ bi bîrxist û got: “Armanca me pêşerojeke hevpar bi hev re ava bikin û bi awayekî demokratik bi hev re bijîn. Demokrasî beyî têkoşînê nayê bi destxistin. Ji bo wê jî ew rêyeke dirêj a têkoşîna demokrasiyê. Komara Demokratîk ew ê ku demokrasî civakî bibe û hemwelatiya azad pêk were. Hemû gelên rastî cudakariyê hatinê bibin kirdeyê pêşeroja welat. Ew ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan e. Armanca me jî Komara Demokratîk e. Kurd, Sosyalîst û gelek pêkhate û baweriyên vî welatî di avakirina Komarê de rastî cudakariyê hatin. Komara Demokratîk jî vê kêmasiya komarê çareser dike û hemû pêkhateyan digirê nava xwe. Çareseriya demokratik a pirsgirêka Kurd dê refahê jî bi xwe re bînê. Ji bo wê jî firseteke mezin li pêşya me ye.”

Spasî ji Rêberê Gelê Kurd re

Gulistan Kiliç Koçyîgît di dawiya axaftina xwe de Sirri Sureyya Onder û kesên di têkoşîna edaletê de jiyana xwe ji dest dane, girtiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, Dayikên Aştiyê û hemû kesên têkoşîna aştî û azadiyê didin silav kir. Her wiha Gulistan Kiliç Koçyîgît ji bo piştgiriya pêvajoyê spasî ji Serokkomar Erdogan, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir.

Gulistan Kiliç Koçyîgît dema navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend li salonê nîqaş derketin û Gulistan Kiliç Koçyîgît neket nava nîqaşê û axaftina xwe bi spasiya partiyên siyasî re bi dawî kir.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne