• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclîs demildest berpirsyariya xwe bi cih bîne

Enqere / AW

22 HEZÎRAN 2026 - 14:20
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de destnîşan kir ku bêyî çêkirina qanûnan ne pêkan e pêvajo mîsoger bibe û wiha got: “Divê demildest Meclîs vê berpirsyariyê bigire ser xwe.”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê geşedanên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.

Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku divê êdî ji bo pêvajoyê gavên qanûnî bên avêtin û wiha got: “Bendewariya civakê ew e ku pêvajo bi qanûnan bê mîsogerkirin. Çarçoveya qanûnî dikare pêvajoyê ji aliyê qanûnî vê mîsoger bike û baweriya ji bo pêvajoyê xurt bike. Pêdiviya pêvajoyê bi qanûnan heye. Ji bo pêvajo mayinde bibe û civakî bibe çêkirina qanûnan mecbûriyet e. Li Meclîsê komîsyonek hatibû ava kirin û vê komîsyonê raporeke hevpar jî belav kir. Ev rapor nexşereyek e. Helbet berpirsyarî ya desthilatê ye. Lê partiyên di Meclîsê de ne jî ji xwedî berpirsyar in. Divê demildest Meclîs vê berpirsyariyê bigire ser xwe. Heke Meclîs peywîra xwe bicih bîne û mîsyona ji bo aştiyê bi cih bîne, dê civak jî ji pêvajoyê bawer bike. Dema em qala çarçoveya qanûnî dikin di heman demê de em qala demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dikin.”

‘Heke qanûn nebin pêvajo ne pêkan e mîsoger bibe’

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku manîpulekirina çarçoveya qanûnî ne rast e û got: “Em hemû partiyan vedixwînin ku li gorî rapora hevpar a komîsyonê ku îmzaya me hemûyan li bin hebû tevbigerin. Em bang li Numan Kurtulmuş jî dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Di vê pêvajoya dîrokî de bi rola xwe rabe. Qanûna çareseriyê û gavavêtina qanûnî pêwist e. Heke qanûn nebin pêvajo ne pêkan e mîsoger bibe.”

Pakêta 12emîn a Darazê

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser Pakêta 12emîn a Darazê û wiha got: “Ev pakêt jî dûrî bendewariya civakê ye û berevajî bendewariya civakê ye. Îro daraz bi temamî di bin bandora siyasetê de ye. Bendewariya civakê pêkhatina edaletê, berdana girtiyên siyasî, azadî û wekheviyê ye. Lê ev pakêt dûrî van bendewariyan e û desthilat li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Pêdivî bi pakêtên darazê yên bendewariya civakê re bibin bersiv heye. Bi torbaya 8emîn a darazê jî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn binpê dikin. Desthilat her tim li gorî berjewendiyên xwe torbayên darazê tîne. Li Meclîsê tevî 76 parlamenter li Meclîsê tunebûn jî li ser navê wan pusula hatiye danîn. Bi vî awayî rêzdariya Meclîsê dê çibibe? Bi parlamenterên ne li Meclîsê bûne dixwazin li gorî berjewendiyên xwe biryaran derbas bikin. Em vê qebûl nakin û divê ev yek dubare nebe.”

Derbarê ‘Mitînga Azadiyê’ de

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser mitîngên 27-28ê Hezîranê de dê li Stenbol, Mersîn, Wan û Amedê bên lidarxistin û wiha got: “Ev miting ji bo pêşvebirina pêvajoya Aştî û Civak Demokratîk dê bên lidarxistin. Birêz Ocalan tevî muzakerevanê sereke yê vê pêvajoyêye jî şert û mercên wî nehatine başkirin. Ev mitîng di heman demê de bangawaziya başkirina ji bo şert û mercên birêz Abdullah Ocalan e. Li dijî provakasyonan em bang li Wezîrê Karên Navxweyî û berpirsyaran dikin ku rê nedin vê yekê. Ji bo aştî û demokrasiya vî welatî em ê werin cem hev û bang li hemû kesan dikin ku di vê mijarê de hestiyar tevbigerin.”derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de destnîşan kir ku bêyî çêkirina qanûnan ne pêkan e pêvajo mîsoger bibe û wiha got: “Divê demildest Meclîs vê berpirsyariyê bigire ser xwe.”

 

Etîket: Gulistan Kiliç KoçyigîtSerokwekîla Koma DEM Partiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Koçyîgîte: Erjnayîşê Birêz Ocalanî yê derheqê Sûrîye de raşt vejîyayê

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ji bo qanûna çarçoveyî muzakere didomin

27 TÎRMEH 2026
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Dê pêşnûmeqanûnê pêşkeşî heyeta me bikin

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Dê pêşnûmeqanûnê pêşkeşî heyeta me bikin

13 TÎRMEH 2026
Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e

Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e

11 HEZÎRAN 2026
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Pêdiviya aştiyê bi qanûnan heye

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Pêdiviya aştiyê bi qanûnan heye

20 GULAN 2026
Doza Kobanê: Li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin

Doza Kobanê: Li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin

15 GULAN 2026
Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

13 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne