• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

Mahmût Altintaş / AW

17 ADAR 2026 - 08:37
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Endamê Komîteya Navendî ya Newrozê Mahfuz Guleryuz diyar kir ku ew li bendê ne di Newrozê de peyama nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwendin û wiha got: “Em dixwazin peyam bi dîmen be. Heke dewlet bixwaze gaveke erênî biavêje û Birêz Ocalan peyamên xwe rasterast bigihîne civakê divê peyam bi dîmen be.” Guleryuz anî ziman ku divê herkes îsal zêdetir biherike qadên Newrozê û peyamên xwe li van qadan berz bike.

Newroz mizginiya hatina bihareyê û çandeke qedîm a gelê Arî ye ku bi salan tê pîroz kirin. Ji bo gelê Kurd Newroz xwedî taybetmendiyeke dîrokî ye. Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn di nav şer û geşedanên dîrokî de Newroza îsal pêşwazî dikin. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Newroza îsa bi dirûşmeya, “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” herê kêm li 53 navendan tê pîrozkirin. Tê payîn ku ji bo Newroza îsal ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek têkildarî Newrozê bê. Cigirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar û endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Mahfuz Guleryuz tekildarî Newroza îsal û amadekariyên hatine kirin ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Dê peyama yekîtiyê li qadan olan bide’

Mahfuz Guleryuz anî ziman ku Newroza îsal di demeke dîrokî de tê pêşwazîkirin û wiha got: “Newroz bi xwe xwedî wateyeke dîrokî ye ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Lê îsal ji ber ku derfeta aştiyeke mayinde derketiye holê kelecana Newroza îsal hêj zêde ye û çavê raya giştî li qadên Newrozê ye. Gelê Kurd dê çawa pîroz bike û çi peyamê bide, ji aliyê raya giştî ve tê meraqkirin. Ji bo wê jî Newroza îsal pir girîng e. Me jî navê Newroza îsal kir Newroza azadiyê. Wateya azadiyê ji bo me; azadiya gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û azadiya Rêberê Gelê Kurd e. Îhtîmala vê yekê jî heye û gelê Kurd jî ji bo vê yekê dixebitê. Hêviyeke mezin jî heye. Ji bo wê jî bila Newroza îsal ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bibe Newroza aştî, azadî û wekheviyê. Her wiha ya din jî bila ev Newroz bibe Newroza yekîtiya demokratîk a gelê Kurd. Di qada Newrozê de jî daxwazên gelê Kurd û peyama yekîtiyê dê li qadên Newrozê olan bidin.”

‘Peyam û daxwazên gelê Kurd dê li qadên Newrozê bin’

Mahfuz Guleryuz destnîşan kir ku gelê Kurd dê di Newrozê de peyamê bide hemû cîhanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwazên gelê Kurd hene. Gelê Kurd dixwazê dewletên di nav de dijî, demokratîk bibin. Gelê Kurd hêj jî têkoşîna hebûna zimanê xwe dide. Ew yek ji bo dewletên Kurd di nav de dijîn şermeke mezin e. Dewletên serdest hêj jî bi awayekî fermî gelê Kurd qebûl nekirine. Hêrî zêde jî bakurê Kurdistanê vê pirsgirêke dikşîne. Ji bo wê jî em dê daxwaz û nerazîbûna xwe di asta herê bilind de bigihînin qadên Newrozê û daxwaza azadî û wekheviyê bikin. Bi vî awayî em dixwazin bi hev re bijîn. Ji bilî vê yekê jî bi hev re jiyanek nepêkan e. Ji bo wê jî peyama me ya herî girîng dê li ser vê yekê be. Kurd desthilatdariyeke ku wan nasnakin, qebûl nakin. Jixwe derket holê ku desthilatdariyeke ku gelê Kurd tunedihesibîne nikare rêve biçe. Ya din jî yekitiya demokratîk a gelê Kurd jî dê yek pêyam û daxwazên qadên Newrozê be. Li Rojava gelê Kurd bi awayekî xurt di qadan de yekitî derxist holê. Siyaseta Kurd jî xwedî li vê yekê derdikeve. Em dê di vê Newrozê de jî xwedî derketina yekitiya demokratîk bigihînin asta herî bilind.”

Peyama nû ya Rêberê Gelê Kurd

Li ser payîna ku îsal di Newrozê de payamek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwendin jî Mahfuz Guleryuz diyar kir ku li bendê ne peyameke nû ya Abdullah Ocalan jî di Newrozê de bê xwendin û ev tişt gotin: “Hêviya gel û hêviya siyaseta demokratîk ji bo peyama birêz Abdullah Ocalan a nû heye. Birêz Abdullah Ocalan piştî salan ev pêvajo da destpêkirin. Bang û peyama birêz Ocalan bandoreke erênî li ser hemû beşên civakê jî kir. Hemû kes jî li bendê ye di şert û mercên azadiya birêz Ocalan pêk were ku bikaribe rola xwe bilîze. Hemû kes li benda vê yekê ne û ji bo vê jî bi fikar in. Heke dewlet dixwaze birêz Ocalan peywîra xwe bi deng û dimenên xwe bikare bîne cih qada Newrozê gava sereke ye. Em hemû jî li benda vê peyamê ne. Em dibêjin ew peyam dê were. Daxwaz û hêviya me jî ew e. Ew daxwaz û hêviya raya giştî ye. Em jî hêvî dikin peyama birêz Ocalan bigiheje qada Newrozê. Hewcedarî heye ku ew peyam bi dîmen be. Peyama bi dimen a birêz Ocalan dema borî şand bandor û kelecaneke mezin di civakê de çêkir. Heke gaveke bi vî rengî careke din were avêtin ji bo vê pêvajoyê jî dê bibe bingeheke nû. Ji bo wê jî pêwîstî heye. Heke peyameke bi dîmen were ew dê di nava siyaseta demokratîk û civakê de zêdetir cih bigirê.”

‘Me hemû aktorên Kurd vexwendine Newrozê’

Mahfuz Guleryuz bi lêv kir ku heta niha di pîrozbahiyên Newrozê de dîmenên derketinê holê li gorî salên derbasbûyî eleqe û kelecana îsal zêdetir e û ew bawer e ku Newroza Amedê û bajarên din jî dê bêhtir xurt bibe. Mahfuz Guleryuz anî ziman ku wan hemû aktorên Kurd û di nava pêvajoyê de vexwendine Newrozê û ji bo tevlêbûna gel a Newrozê ev bang kir: “Weke axaftvan û beşdarvan me bang li aktorên gelê Kurd kir û ew jî weke axaftvan dê fikir û nêrînên xwe bînin ziman. Li ser esasê Newroza Yekitiya Demokratîk gelek aktorên Kurd ên cuda cuda dê beşdarî Newrozê bibin. Plansaziya me jî li ser vî esasî bû. Banga me ji hemû kesan re jî ew e; Kawayê Hesinkar bi Kurdan re hatiyê pênase kirin. ji bo wê ew cejn di serî de ya gelê Kurd e. Lê zilma Dehak ne tenê li ser gelê Kurd li ser hemû gelen Rojhilata Navîn e. Ji bo wê jî ew cejn a hemû Rojhilata Navîn e. Ji bo wê em bang li gelê Kurd, dostên Kurd û hemû kesên dibêjin Newroz a min e dikin ku qadên Newrozê tije bikin. Bi alên xwe û peyamên xwe qadên Newrozê tije bikin. Ji ber ku ev Newroz di heman demê de Newroza daxwazan e. Em dê di qada Newrozê de daxwazên xwe bînin ziman. Bila dost û dijmin me li wê qadê bibînin. Bila dewlet bibîne ka Kurd çi dixwazin, sosyalîst çi dixwazin, demokrat çi dixwazin, baweriyên cuda û hemû kes çi dixwazin. Divê em wêneyeke dîrokî derxînin holê. Ji bo wê xwedî derketina Newroza îsal xwedî derketina pêvajo û birêz Ocalan e.”

Etîket: Abdullah OcalanCîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mahfuz GuleryuzMahfuz GuleryuzMahmût AltintaşNewrozNewroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne