• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gûlav Xanim heta dawiya emrê xwe “Ey Reqîp” dixwend

Bazîd Evren /AW

16 TEBAX 2025 - 08:20
Kategorî: CIVAK, MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Gûlav Xanim a dotmam û jinbiraya Simkoyê Şikakî ku piştî têkçûna serhildana Simkoyê Şikakî, li gundê Kereçiyan a navçeya Elbak a Wanê li cem meta xwe Stî Xanimê dimîne. Heta mirina xwe jî, ji bo nevî û zarokên xwe sirûda “Ey Reqîp” digot.

Simkoyê Şikakî an jî Simaîl Axayê Şikak ku li rojhilatê Kurdistanê serokê eşîra Şikakan bû, mezineke bi nav û deng ê Kurdan e. Simkoyê Şikakî, li dijî Eceman, Ermenan, Tirkan, Farisan, Rûsan û Ereban şer kiriye û ji bo serxwebûna Kurdistanê têkoşiya ye. Li Rojhilat xwedî hêzeke mezin bûye û bi desthilatên pê re şer kiriye, danûstandinên siyasî jî pêş xistiye. Bi gelek serok û mezinên Kurdan re têkilî danaye, lê nekariye weke Ûbeydûllahê Nehrî eşîrên Kurdan di bin banê neteweyî de kom bike. Gelek caran li dijî desthilatan serî hildaye û herî dawî di sala 1922yan de li dijî Îranê serî hildide û ji sedî 50 axa Rojhilat kontrol dike. Lê, artêşa Îranê di sala 1926an de êrişî Simkoyê Şikakî dike û wî têk dibe.

Kuştina Simkoyê Şikakî

Piştî têkçûnê Simkoyê Şikakî, xwe dispêre navçeya Elbak a Wanê û demekê li vir dimîne. Simkoyê Şikakî diçe başûrê Kurdistanê û demekê jî li wir dimîne. Di sala 1928an de Xanedana Pehlewiyan ya Îranê daxuyaniyekê belav dike û dibêje ew dê Simkoyê Şikakî efû bike. Di meha tîrmeha 1930an de Simkoyê Şikakî bi çend siwaran ve diçe Tebrîzê û li vir bi fermî tê pêşwazîkirin. Simkoyê Şikakî û kurê wî Husrew  ji hêla Îranê ve tên kuştin û termê wan li Ûrmiyê tên daliqandin. Malbata wî ji ber têkiliyên wî yên baş ên gel Tirkiyeyê, di bin çavderiya dewletê de diçin Erziromê. Muxteber Xanim a hevjîna Simkoyê Şikakî, Gûlav Xanim a dotmam û jinbira Simkoyê Şikakî û çend ferdên din ên malbatê di nava vî kervanî de bû.

Malbata Simkoyê Şikakî belavî cem xizmên xwe dibin

Muxteber Xanim, vedigere mala bavê xwe Temir Axayê ku ji navçeya Qelqeliyê ya Wanê ye û Gulav Xanim jî tê cem Stî Xanim a bûka Mala Eşref Beg. Ferdên din jî belavî cem xizmên xwe bûn. Şikak navê eşîra wan e, navê mala Simkoyê Şikakî di eslê xwe de mala Elîxan e. Di navbera mala Elîxan û Mala Şeref Beg yên navçeya Elbakê ku ji eşîra Merzikiyan e, xizmanî hebûye û Stî Xanim bûka Eşref Beg e û meta Gûlav Xanimê ye. Lewma Gûlav Xanim û çend ferdên malbatê jî hatine vir cem meta xwe.

‘Gûlav Xanim jineke hikûmdar bû’

Neviyê Gûlav Xanimê Gursel Bayer ku niha li gundê Kereçiyan ya navçeya Elbakê dijî, behsa serpêhatiya dapîra xwe kir. Gursel Bayer, anî ziman ku dema Gûlav Xanim tê cem Stî Xanim a dapîra wan, bi Riza Beg mehr dikin û got: “Gûlav Xanim jineke hikûmdar bû û zana bû. Gûlav Xanim dema şerê Simkoyê Şikak de hevjîna birayê Simkoyê Şikakî Ehmed Axa bû û gelek geriya bû, di nava hemû şeran de hebûye. Lewma, derbarê Kurdan de gelek agahî dizanîn. Lê mixabin me zêde guhê xwe nedayê. Em li cem Gûlav Xanimê rûdiniştin û wê jî ji me re sirûda ‘Ey Reqîp’ dixwend. Gelek mezinên malbatê heta agahî nedabana Gûlav Xanimê nediçûn karekî yan jî derekê.”

Gûlav Xanim di sala 1991an de jiyana xwe ji dest dide

Gursel Bayer, anî ziman ku Gûlav Xanimê timî ew terbiye dikirin û wiha bi dawî kir: “Ne dihişt em lingê xwe biavêjin ser lingê din. Digot dema hûn dibênişin devê xwe bi destê xwe bigirin. Bi terbiye û efendî bin. Riza Begê bapîrê min ankû hevjînê Gûlav Xanimê di şerê gel Ûrisan de tê girtin û nêzî 30 salan li Rûsyayê dimîne. Di vê navberê de Gûlav Xanim li vir zarokên xwe mezin dike. Jineke xwedî vîn, li gel cînaran jî xweş mirov bû. Gûlav Xanim keça Mîrza Begê ji malbata Elîxan e û di 1991an de jiyana xwe ji dest dide.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

7 COTMEH 2026
Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

7 COTMEH 2026
Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026
Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

7 COTMEH 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne