• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Gorên bêkesan tespît bikin û bidin malbatan’ 

Bazîd Evren / AW

19 TÎRMEH 2025 - 09:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Hevserokê MEBYA-DERê ya Wanê Yûsûf Dundar ku derheqê pêvajoyê de behsa gavên şênber ên ku dewlet biavêje kir,  anî ziman ku dewlet baweriyê nade gel û got: “Heke desthilat bixwaze baweriyê bide gel, bila gorên bêkesan tespît bikin û bidin malbatên wan.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ewilî di 27ê Sibatê de bi nivîskî û di 9ê Tîrmehê de jî bi dîmen “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û xwest Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwe fesih bike. Li ser vê bangê Koma ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ji 30 endamên PKKê pêk dihat di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Caseneyê ya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê çek û rextên xwe şewitandin. Hevserokê Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Wanê Yûsûf Dundar derheqê pêvajo û gavên ku bên avêtin de ji bo ajansa me axivî.

‘Baweriya gel bi desthilatê nayê’

Yûsûf Dundar, behsa geşedanên dawî kir û da zanîn ku gel gelek bi dîmena Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kêfxweş bûye. Yûsûf Dundar, anî ziman ku dengê Abdullah Ocalan piştî 26 salan careke din hat guhdarîkirin û ev yek gel hestiyar kir. Yûsûf Dundar, diyar kir ku gel bi xwe jî tev li pêvajoya Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê daye destpêkirin, dibe û got: “Em saziya malbatên şehîdan in û li Kurdistanê barê herî giran dikeve ser milên me. Têkiliya me bi malbatan re gelek xurt e û ev jî piştgiriya pêvajoyê dikin. Lê belê, baweriya gel ku di vê rêyê de bedelên mezin dane, bi desthilatê nayê.”

‘Divê zimanê qirêj bê guhertin’

Yûsûf Dundar, destnîşan kir ku di van 50 salên dawî de ti zilm nemaye li Kurdan nehatiye kirin û diyar kir ku divê partiyên siyasî yên Tirk jî micit nêzî vê pêvajoyê bibin. Yûsûf Dundar, bi lêv kir ku piştî daxuyaniya Abdullah Ocalan komeke şervanan çekên xwe şewitandin û wiha pê de çû: “Ev jî gaveke mezin bû. Lê di vê yekê de peyameke din jî hebû. Bi çek şewitandinê peyama ‘rihê tevgera azadiyê de teslîmbûn nîne, em ji bo ku destê Serokê me xurt bibe van çekan dişewitînin’ dan raya giştî ya cîhanê. Vê helwestê jî baweriya gel ya bi tevgerê hê xurttir kir. Divê serokên partiyên siyasî û qelemşorên wan zimanê xwe yê qirêj biguherînin. Dibêjin ‘Tirkiyeke bê teror’, gelê Kurd ti caran teror nebû û niha jî teror nîne, Kurd doza xwe dimeşînin. Me terorî çend roj beriya niha dît. Polîsên faşîst li Stenbolê ji ber ku stranên Kurdî guhdar dikin weke gurên dev bi xwîn êrîş malbateke Kurd kirin. Jina ducanî ya ferdeke malbatê bû rastî îşkenceyê hat û jiyana dayik û pitika wê di xetereyê de ye. Heke desthilat bixwaze baweriyê bide gelê Kurd, divê demildest ew polîs ji kar bên dûrxistin. Êrîş didomin, li dijî zimanê Kurdî bêtehemulî didome, wê çawa aştî pêk bê?”

‘Di serê Kurdan de pirs hene’

Yûsûf Dundar, anî ziman ku cenazeyên bi hezaran gerilayan di goristanên bêkesan de ne û malbat jî daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin. Yûsûf Dundar, wiha berdewam kir: “Malbat dibêjin ku bila desthilat bi lez gavan biavêje û mezelên zarokên wan kifş kin. Malbat, hestiyek tenê jî be dixwazin bibin cem xwe û veşêrin. DNA û xwîna van kesên di gorên bêkesan de, di destê dewletê de hene û bila hemû gorên bêkesan tespît bikin. Em ji desthilatê vê gavê dixwazin. Her wiha di Newala Qesaban de bi hezaran cenaze hene û niha van cenazeyan bi betonê digirin. Ev çi samîmiyet e? Ne baweriya me ne jî ya gel bi desthilatê nayê. Di serê Kurdan de pirs hene û divê gavên şênber bên avêtin. Gava Tevgera Azadiyê ya çek şewitandinê gaveke samîmî bû, heke dewlet jî bixwaze samîmî xuya bike bila ew jî gav biavêjin.”

‘Divê zagon bên guhertin’

Yûsûf Dundar, bal kişand ser mafê hêviyê û girtiyên siyasî jî û wiha bi dawî kir: “Bi sedan hevalên me di zîndanan de ne û nexweş in. Bila mafê hêviyê ji bo rêzdar Abdullah Ocalan bê derxistin. Meclîs dikare van tiştan pêk bîne. Dikarin qedexeya li ser pasaportan di nava saetekê de rakin, lê ji bo girtiyan, mafê hêviyê, gorên bêkesan hwd. nikarin. Ev yek baweriyê nade me, heke desthilat gavan neavê û Tevgera Azadiyê gaveke din jî biavêje wê gel bikeve fikaran. Divê di zagonan de gelek made bên guhertin, divê mafê Kurdan li ser bingeha Modernîteya Demokratîk bê avakirin û Kurd û Tirk li ser vê axê bi awayekî azad bijî. Mehek beriya niha, êrîş li gorên hevalên me kirin. Kêlên goran şikandin, gor texrîp kirin. Ma qey desthilat van buyeran nabihîze? Bêguman dibihîze, madem di vê pêvajoyê de samîmî ne, bila wan êrîşkaran tespît bikin û ji kar dûrbixin. Gelê Kurd li benda gavên we ye.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne