• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Girtiyên Kirşehîrê: Deng bidin azadiyê

Navenda Nûçeyan /AW

7 ÇILE 2025 - 08:01
Kategorî: ROJANE
A A
Girtiyên Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê bi rêya malbatan bang li hemû saziyên demokratîk û parazvanên mafên mirovan kirin û xwestin her kes ji bo aştiyê deng bidin azadiyê.

Girtiyên PAJK û PKK’î yên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de tên ragirtin di serê salê de têkildarî êrişên Tirkiyeyê û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dabûn. Li ser navê girtiyan, Denîz Kaya anîbû ziman ku gelê Rojava bi biryar in ku destkeftiyên azadiyê yên li Rojava bi fedayîtî û lehengiyên mezin hatine bidestxistin, biparêzin û wiha gotibû: “Em berxwedana destanî ya gelê Rojava û hevrêyên xwe yên li eniyan li dijî gefa qirkirinê li ber xwe didin, silav dikin. Felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn ronahiyeke hêviyê afirand û di şênberiya Şoreşa Rojava de veguherî meşaleya azadiyê û ji bo lêgerînvanên jiyana alternatîf, bûye îlham. Şoreşa Rojava bûye taca serketinê ya têkoşîna me ya 40 salan. Ev şoreş bûye serketina hemû gelên bindest a li hemberî modernîteya kapîtalîst. Serketina li Rojava, pêl bi pêl belav bû û xwedî karakterek welê ye ku hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bandor bike. Roj, roja parastina yekîtî, berxwedan, parastina şoreşê û xwedî derketina li felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ye.”

Piştî daxuyaniya girtiyên PAJK û PKKê, girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê dimînin, ji bo piştgiriyê bidin banga xwedîderkedina felsefeya azadiyê ya Abdullah Ocalan, bi rêya malbatan bang kirin. Girtiyan bang li hemû kesên demokrat, xwedi wîcdan û parazvanên mafên mirovan kir ku piştgiriyê bidin kampanya “Deng bidin azadiyê” û wiha gotin: “Em bang li gelê xwe û rêxistinên demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin kampanya “deng bidin azadiyê.” Em dixwazin gelê me xwe tev li pêvajoyê bikin. Em jî wekî girtiyên li zindanan xwe tev li vê kampanyayê dikin û deng didin azadiyê.”

Girtiyan bal kişand ser zextên li ser girtîgehê ji û anîn ziman ku kiryarên keyfî yên li dijî girtiyên siyasî didome û wiha gotin: “Girtî dikarin rojê saetekê derkevin hewşê hewayê bistînin. Dîsa pirtûkan asteng dikin. Li gorî xwe pirtûkan didin. Pirtûkên ku girtî dixwazin nadin. Dema diçin nexweşxaneyê dîsa dixwazin li devên girtiyan binerin. Ji ber ve yekê girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê. Dema ku girtî binpêkirinan îtîraz dikin rayedar dibêjin ‘Ev der girtîgeha ewlehiya bilind e’ wisa ye. Dîsa girtiyên nû tên vê girtîgehê li wan lêgerîna tazî ferz dikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne