• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtiyê siyasî: Em bêtir têkoşînê xurt bikin

17 ADAR 2025 - 08:04
Kategorî: ROJANE
A A
Girtiyê siyasî Metîn Uyar ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê girtî ye, bi nameyekê piştgiriya xwe ya ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman. Metîn Uyar xwest bêyî têkevin nava rehawetê bi ruhê Mazlum û Zîlanê têkoşînê xurt bikin. 

Banga Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan li çar aliyê Kurdistanê bi erênî hat pêşwazîkirin. Dîsa li Ewropa û welatên cîhanê jî piştgiriyek xurt dît. Partî û rêxistinên kurdan jî bang wekî manîfestoya sedsalê pênase kirin piştgiriyia xwe anîn ziman. Piştgiriya bangê tenê li derve bi sînor nema. Girtiyên siyasî jî piştgirî dan banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Yek ji girtiyên siyasî ku piştgiriya xwe anî ziman Metîn Uyar ê 11 sal in girtî ye. Metîn Uyar di 2014an de li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve tê girtin. Rejîma Îranê piştî Metîn Uyar digire, radestî Dewleta Tirk dike. Piştî Îranê Metîn Uyar radestî Tirkiyeyê kir, dadgehê 32 sal cezayê girtîgehê li wî birî. Metîn Uyar ewil li girtîgeha Agirî girtî dimîne. Piştre wî sirgûnî girtîgehên Erzirom, Wan, Gîresûnê dikin. Herî dawî jî sirgûnî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê kirin. Metîn Uyar têkildarî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya malbatê peyama piştgiriyê parve kir.

Peyama Metîn Uyar wiha ye.

Em di serdemeke girîng, krîtik û ew qas jî dîrokî re derbas dibin û dijîn. Keda ku em didin; ji şaxeke hişk a darê, vegeriya dara Çinarê ku qet û qet hişk nebe. Pir pir zêde xwîn rijîya. Zêde êş hatin kişandin. Vê êşê ter nekir, bi ser de jî bi rêya posta û kargoyan cenaze xistin hembêza dayikan. Li şûna zarok li parkan bilîzin û bi lîstikan şa bibin, bi bermahiyên gule û teqemeniyan lîstin. Li şûna zarok û ciwan di rojên rojbûnên xwe agirê findan vemirînin, hewl dan di jêrzemînan de agirê ku bedena wan dişewitîne vemirînin.

Modernîteya Kapîtalîst ku lokomotîfê sê hespê maherê ye, êzîng avêt agirê mahşerê. Ji xeynî wê tu kar nekir. Modernîteya Kapîtalîzm û Emperyalizmê bi rêya fînansa kapital pere li pereyan zêde kir. Ji bo bêtir xwînê bimêje û mêtîngeriyê pêş bixe, şerê ku kurd û tirkan bi hev dide qirkirin weke rejîma şantajê sor kir. Têgeha Aştiyê wekî têgeha sûc û qedexe avêt derve.

Di dîroka siyasî ya cîhanê de, têkoşîna me ya mohra xwe li hebûn û parastina nasnameyê xistiye. Dîsa di diroka siyasî ya cîhanê de têkoşina me bi banga dirokî ya li Îmraliyê mohra xwe li siyasetê daye. Ez wekî neferekî vê tevgerê ez beşdarî hemû banga dîrokî dibim û ji bo ev bang bi serkeftî bigêje encamê, ji bo rê li pêşiya aştiyeke bi rûmet veke, çi bikeve ser milê min ez amade me.

Divê bêyî ku em têkevin nava keyfiyetê, bêyî em têkevin nava rehetî û rehavetê, em bêtir têkoşîn û berxwedana xwe xurt bikin. Bêyî ku em têkevin nava hesta têkçûn, têkbirinê û hesta ‘bi dawî bû’ bûnê, em ji bo rojbûneke nû pêş bikeve têbikoşin. Bêyî em îxanetê bi hest û xeyalên xwe yên me dike mirov, bi rûmet dike û dike kaseyeteke xwedî sinc û çand re bikin, em têbikoşin. Lê divê em hestewar jî tev negerin. Divê em deriyên xwe li 4 berhemên liberalizmê; nijadperestî, zayendperestî, olperesetî û zanistperestiyê re venekin. Çawa ku em di 50 salên dawî de li dijî polîtîkayên înkarê yên 200 salên Modernîteya Kapitalist rawestiyan û em li dijî wan bi ser ketin, divê em bi banga dîrokî ya Îmraliyê xwe nû bikin û biguherînin. Ji bo em aştiya bi rûmet ya ku Modernîteya Kapîtalîst hewl dide asteng bike ava bikin, divê em bi ruhê rêheval Mazlum, Zilan û Kemalan xwe tev li vê pêvajoyê bikin. Ji bo ev pêvajo bigêje serkeftinê divê em têbikoşin. Gotinên ‘Kê çi girt û kê çi da’ bi temamî aydî fikra liberalist in.

Aştiya civakan û gelan û pirsgirêkên civakî bi hişmendiya kapîtalist a tu car û bazirganan çareser nabe. Ev niqaş û fikr, dûrî fikrên serbixwe ne. Bi taybetî bi van fikr û nerînan neheqiyek mezin li kesên wekî me girtî dikin.

Endamê Şandeya Îmraliyê Birêz Sirri Sureyya Onder her çend bi hestê nêta baş û li ser esasê rêhevaltiyê gotina “Em ê hevalên xwe yên li zindanan azad bikin” gotibe jî; bi xwe re şikandinek çêkiriye. Mirovên li zindanan, ne ji bo azad bibin ketin girtîgehê. Ne ji bo azad bibin hatin girtin. Ne ji bo azad bibin hatin ku Sirri Beg wan azad bike. Çi tê axaftin bila bê axftin, lê dema li ser hevalên girtî hate axaftin, divê di ziman û gotinan de pir baldar biaxivin. Heta azadiya fizîkî ya Mirovê Zana neyê bidestxistin, heta ku aştiya civakî pêş nekeve, qalkirina azadiya girtiyên li zindanan, li dijî aqilan e. Li dijî empatiya hestiyariyê ye.

Rewşa têgeha azadiyê bi rewşa mirov a li zindanê û derve ve ne girêdayî ye. Mirov nikare azadiyê li gorî rewşa li zindanê û derve şirove bike. Azadî bi jiyana birûmet ve girêdayî ye. Bi naskirina heqîqetê pêkan e. Heqîqet jî bi zanîna marifet/hunerê mirov dikare bigêje wê. Gotina “Jiyana rast tu carî şaş nayê jîyîn, peyv û gotin şaş bi nêta baş bin jî; rast nayê famkirin. Di dîroka têkoşîna me de, çawa ku 4 vejinên mezin gihiştine serkeftinê; mirov dikare li ser rêça banga dirokî ya Îmraliyê û aştiya bi rûmet, bi xwişk û biratiya gelê kurd û tirk a rastteqîn, 5emîn vejîn-zayîna xwe pêk bîne. Dê bi banga dîrokî vejîna xwe pêk bîne.

Heqîqet ne azadkirina girtiyên li girtîgehê ye. Mirovê zana dibêj “Heqîqet eşk e. Eşk jiyana azad e.” Ji ber evîna me ya azadiyê ye em hatine girtin. Ji ber evîna me ya jiyana azad e em hatine girtin. Ev jî bi hev fêmkirin û watedayînê pêk tê. Ya herî giring jî bi famkirina Mirovê Zana azadî digêje serkeftinê. Ji bo kongre bigêje encamê divê em fedekariyê bikin.”

 

Etîket: Abdullah OcalangirtiKirşehîrMetîn Uyar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne