• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtiyê nexweş derman nakin: Hestî û çerm maye

Navenda Nûçeyan / AW

26 ÎLON 2026 - 09:55
Kategorî: TENDURISTÎ
A A
Girtiyê nexweşê pençeşêrê Botan Karsû ji ber ku nayê dermankirin, tenduristiya wî her ku diçe xerab dibe. Dayika wî anî zima ku kurê wê gelek kîlo daye û tenê cerm û hestî maye.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) zêdetirî Hezar û 400 girtiyên nexweş hene. Ji wan girtiyan 335 girtî nexweşên ku rewşa wan giran e. Hin ji nexweşên ku bi nexweşiyên kronîk û giran in jî, dîsa Saziya Tipa Edlî , raporên “Dikare li Girtîgehê bimîne” yan jî “Bi tena serê xwe dikare bijî” dide wan. Yek ji van girtiyan jî nexweşê pençeşêrê ku di asta 4emîn de ye Botan Karsû ye. Botan Karsu 11 sal in girtî ye.

Botan Karsû, dema li Girtîgeha Girtî ya Amedê ragirtî bû hîn bû ku bi pençeşêrê ye. Dema tedawiya wî didomiya,  ew sirgûnî Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê kirin. Botan Karsû li vê derê gelek caran ji bo veguhestina li nexweşxaneyê daxwazname pêşkêş kir. Lê bê bersiv hate hiştin. Li gorî agahiyan, Karsû bi hefteyan e ji bo nexweşxaneyê nayê veguhestin. Botan Karsû piştî ku hate girtin, di dosya dihate darizandin de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn. Botan Karsû ku li Girtîgeha Girtî ya Amedê hîn bû ku di asta 4’emîn de bi nexweşiya kanserê ye, ji ber nexweşiya xwe dest bi kemoterapiyê kir.

Daxwazên wî bê bersîv têne hiştin

Botan Karsû ku dema ew şandin Wanê ewil bi tena serê xwe hiştin. Piştre derbasî koxûşekê din kirin. Ji bo sewqî nexweşxaneyê bê kirin gelek caran daxwazname pêşkêş kir, lê bê bersiv hate hiştin. Botan Karsû ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê du caran sewqî Saziya Tipa Edlî hate kirin, lê belê rapor “Dikare li girtîgehê bimîne” jê re hate dayin. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê rewşa Karsû roj bi roj xerab dibe. Li gorî agahiyan, nayê dermankirin.

Kurê xwe nas nekir

Dayika Botan Karsu, Vehîbe Karsû ku ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk 5 meh in nekarî biçûya gel kurê xwe, beriya bi çend rojan çû hevdîtinê. Vehîbe Karsû diyar kir ku dema kurê xwe dît, pê hesiya ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê di asteke gelekî cidî de ye û banga piştevaniya lezgîn kir. Karsû ragihand ku pirsgirêkên tenduristiyê yên kurê wê gihîştiye wê astê ku gefê li jiyana wî bixwe û got, “Ji bo çûyîna hevdîtinê bi şev ji malê derdikevim, piştî rojekê bi zorê digihêjim malê. Ez extiyar im, tiştek namîne ku nayê serê me. Ji ber ku cihekî em lê bimînin nîne em bi şev diçin. Dema ku min ew dît min ew nas nekir. Gelekî li xwe kêm kiribû. Çerm û hestî mabû. Bedena wî ji ber nebûna xwînê bê reng bû. Di her axaftina bi telefonê de qala zor û zehmetiyan dikir, lê belê ji ber ku 5 meh bû min ew nedîtibû, haya min ji rewşa lezgîn tine bû. Ew rewşa kurê min ji ber çavên min naçe. Ya ku bi serê me tînin ji bilî zilmê ne tiştekî dine .”

Derman nakin

Vehîbe Karsû qala rewşa kurê xwe kir û ev agahî dan: “Bi zorê hilmê distîne. Got, dema ji ber van nexweşiyan diçe nexweşxaneyê doktor pê re eleqedar nabe, lê henekê xwe bi wî dike. Li wir nayê dermankirin. Bibin wir jî doktor qet pê re eleqedar nabe. Dermanên wî jî nadin. Ji ber ku bêhn lê diçe nikare biaxive, nikare baş bimeşe. Ya bila wî derman bikin yan jî sewqî Amedê bikin. Qet nebe li vê derê derman didan wî. Li wir tiştekî nakin. Ez ji her kesî hêvî dikim ku di vê demê de piştevaniyê bikin. Bila ev zilm êdî biqede. Em êdî matmayî man bê çi bikin, çi bibêjin. Em îdare nakin ku zarokên xwe di vî halî de bibîne. Ew rewşa wî ti carî ji bîra min naçe.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne