• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtî Ramazan Kaya: Zindan kirine îşkencexane

26 KANÛN 2024 - 11:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Erzirom – Girtiyê siyasî Ramazan Kaya ku li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Ewlekariya Bilind a Dûmlûyê tê ragirtin, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û wiha got: “Rêveberiyê zindan kiriye îşkencexane. Ji vê saetê û şûnde li girtigehê çi bê serê kijan hevalê me were rêveberiya girtigehê berpirsyar e.”

Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê binpêkirinên mafan her ku diçe zêdetir dibin. Girtiyê siyasî Ramazan Kaya yê li Girtîgeha Hejmara 2’yan a bi Ewlekariya Bilind a Dûmlû ya Erziromê tê ragirtin di 25ê Kanûnê de li ser telefonê bi bavê xwe Samet Kaya re hevdîtin kir û têkildarî binpêkirinên li girtîgehê axivî.

Mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş tê astengkirin

Ramazan Kaya, da zanîn ku girtîgeh roj bi roj bêhtir vediguhere îşkencexaneyê û pêdiviyên wan ên sereke yên weke av, xwarin û ceyran jî li dijî wan weke amûrên îşkenceyê tên bikaranîn û wiha got: “Duh heta nîvro av nedan. Dema me sedema wê jê pirsî jî bi keniyan û heqaret kirin. Hinek gardiyan bi taybet hatine hilbijartin. Ev kes bi dijminane nêzî me dibin. Dema bi ser qawîşan de digirin, gardiyan êrişî her kesî dikin û heqaretan dikin. Midûrê girtîgehê jî hewl dide girtiyên siyasî proveqe bike û neçarî întîharê bike. Her wiha, ji bo çareserkirina pirsgirêka av û ceyranê em pê li bişkoka agahdarkirinê kir û alîkarî xwest. Lê dengê bişkokê qut kirine û nahêlin em alîkariyê bigirin. Mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş tê astengkirin. Her ku diçe rewşa wan xerabtir dibe. Rêveberiya girtîgehê vê bi zanebûn dike.”

Ramazan Kaya di berdewama axaftina xwe de zanîn ku piştî cezayê hucre û hevdîtinê cezayê pereyan li wan hatiye birîn û mafê wan ê derketina hewşê ya du saetan jî bi awayekî keyfî hatiye bisînorkirin.

‘Piştî axaftina bi telefonê nizanim dê çi bi serê min were’

Ramazan Kaya, destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê ji wan re dibêje; “Em kengî bixwazin hûn ê wê demê avê vexwin, xwarinê bixwin û televîzyonê temeşa bikin.”Kaya, herî dawî ev agahî da: “Piştî axaftina bi telefonê nizanim dê çi bi serê min were. Ji vê saetê şunde li girtigehê çi werê serê kijan hevalê me û dema ku min telefon girt ku gardiyanek êrişê min û hevalên me bike rêveberiya girtîgehê berpirsiyare. Rêveberiyê zindan kiriye îşkencexane. Polîtîkayên li vê derê, girêdayî polîtîkayên li Îmraliyê ne. Li vir nahêlin em bêhn bistînin. Lewma jî banga hestiyariyê li rêxistinên civaka sivîl û raya giştî dikim. Em bêxwedî nînin, em banga hestiyariyê li gelê xwe û tevahiya raya giştî dikin.”

Girtî Kamûran Daşdemîr jî ku di sala 2022yan de li Çiyayê Tendûrekê hatiye girtin û niha li Girtîgeha Hejmara 2yan a Ewlekariya Bilind a Dûmlû ya Erziromê tê ragirtin. Kamûran Daşdemîr bi telefonê bi malbata xwe re axivî û behsa binpêkirinên li girtîgehê kir. Girtî Kamûran Daşdemîr, bang li çapemenî, saziyên mafên mirovan û dezgehên demokratîk kir û got ku li girtîgehê di vê pêvajoya dawî de zext gelek zêde bûne. Kamûran Daşdemîr da zanîn ku gelek caran bi ser qawişên wan de digirin û av û ceyranan qût dikin.

‘Girtiyan ji hev qût dikin’

Kamûran Daşdemîr, di hevdîtinê de wiha got: “Di vê pêvajoya dawî de hertim li ser qawîşan de digirin û mafên herî bingehîn jî bin pê dikin. Av û ceyranê qût dikin, mafê ragihandin, telefon û hevdîtinan asteng dikin. Herî dawî televîzyona wan hatiye desteserkirin, tim qawişên girtiyan tên guhertin û girtiyan dikin hucreyan de. Zextên xwe zêde dikin, lewma dixwazin girtiyan ji hev qût bikin. Banga me ji komele û saziyên mafên mirovan ew e ku van zext û binpêkirina mafan bînin rojevê.”

Bang li saziyan kir

Rûmet Dûrsûn ku ji malbata Kamûran Daşdemîr e, anî ziman ku di van rojên dawî de zextên li Girtîgeha Dûmlûyê zêde bûye û da zanîn ku ne tenê girtiyên wan, hemû girtiyên li wir tên ragirtin rastiyê van zextan tên. Rûmet Dûrsûn, bang li saziyên mafên mirovan kir û got ku ew dixwazin dengê girtiyên xwe bi saziyên demokratîk re bidin bihîstin.

Etîket: binpêkirinên mafanGirtî Ramazan KayaGirtîgeha Dûmlûyêmalbattelefon
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Werîşe Muradî: Jin, Jîyan, Azadî ravurnê manîfestoyê azadîye

Werîşe Muradî carek din hat cezakirin

15 TÎRMEH 2026
Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

30 HEZÎRAN 2026
DEM Partiyê li Cizîrê du malbat li hev anî

DEM Partiyê li Cizîrê du malbat li hev anî

15 HEZÎRAN 2026
Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

14 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed koçberên vegerîn Efrînê ziyaret kirin

Îlham Ehmed koçberên vegerîn Efrînê ziyaret kirin

29 GULAN 2026
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

28 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne