• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Gelo tişta li Xezeyê sûc bû çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?’

Amed / AW

26 ÇILE 2025 - 14:55
Kategorî: ROJANE
A A

Hedefgirtina sivîlan û xebatkarên tenduristiyê ya li Bendava Tişrînê li Amedê hate şermezarkirin û ev yek ji desthilatê re hate gotin: “Tişta ji bo Xezeyê sûc e li Tişrînê çawa rewa dibe?”

Platforma Tenduristiyê ya Amedê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li pêşiya AZC Plazayê ya li Semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê êrişên li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sivîlan û xebatkarên tenduristiyê protesto kirin. Di çalakiyê de pankarta “Êrişên ser sivîlan, xebatkarên tenduristiyê û ambulansan sûcên li dijî mirovahiyê ne” hate hilgirtin.

Endamê Platforma Ked û Demokrasiyê Mûstafa Mesût Kaya daxuyanî da û anî ziman ku hedefgirtina sivîl û tenduristvanên li Tişrînê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Kaya da zanîn ku di êrişan de ambulans û tenduristvan yekser hedef hatine girtin û wiha got: “Heta niha 5 ambulans hedef hatine girtin, 3 tenduristvan hatine qetilkirin û 3 jî birîndar bûne. Ji êrişên 8ê Çileyê heta niha de 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 203 jî birîndar bûne. Mafê xwegihandina xizmetên tenduristiyê, bi xala 25emîn a Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan hatiye misogerkirin. Mixabin ev bi awayekî sîstematîk hatiye binpêkirin.”

‘Polîtîkayên durûtiyê tên meşandin’

Kaya bi bîr xist ku dema Îsraîlê li Xezeyê saziyên tenduristiyê, tenduristvan û hwd. hedef digirt, rayedarên AKPê berteka “binpêkirina hiqûq û mafên navneteweyî” nîşan dane û wiha axivî: “Lê Tirkiye bi destê komên paramîlîter û bi rêya SÎHA’yan sivîl û xebatkarên tenduristiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Ev rewş jî nakokiyeke mezin derdixîne holê. Li rexekî êrişên ser Xezeyê şermezar dikin, li rexa din jî derfetê didin komên paramîlîter ku xebatkarên tenduristiyê û sivîlan hedef bigirin. Bi gotina herî sivik, ev polîtîkaya durû ye. Nayê qebûlkirin ku AKP hiqûqa navneteweyî tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Em dipirsin; çima hûn bombebarankirina nexweşxaneyên Xezeyê weke sûc dibînin lê bombebarankirina xebatkarên tenduristiyê yên li Tişrînê rewa dibînin?”

Bang li civata navneteweyî kir

Kaya bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî êrişên ser sivîlan û xebatkarên tenduristiyê bikevin nava tevgerê. Kaya axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êrişên ser tenduristvanan, sûcê şer e. Divê Tirkiye berpirsyartiya xwe ya ji van koman qebûl bike û êrişên wan bide sekinandin. Em bang li civaka navneteweyî û parastvanên mafên mirovan jî dikin ku li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Em bang dikin ku ev êriş bên sekinandin û berpirsyar hesabê bibin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Etîket: bendava tişrînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Derûdorê Awbendê Tişrînî reyna ame bombardumankerdene

Li Tişrînê şer dijwar e: Şervanên HSDê li çeteyan didin

18 ÇILE 2026
Çeteyên HTŞê û Tirkiyê derdora bendava Tişrînê bombebaran kirin

Çeteyên HTŞê û Tirkiyê derdora bendava Tişrînê bombebaran kirin

15 ÇILE 2026
Rêveberiya Xweser: Berxwedana Bendava Tişrînê bi ser ket

Rêveberiya Xweser: Berxwedana Bendava Tişrînê bi ser ket

5 GULAN 2025
Koma Firatê Nobeta Tişrînê dewir girt

Koma Firatê Nobeta Tişrînê dewir girt

16 ADAR 2025
Ji 7 salî heta 70 salî bendavê diparêzin

Ji 7 salî heta 70 salî bendavê diparêzin

15 ADAR 2025
Tirkiye Bendava Tişrînê û Til Temîrê topbaran kir

Tirkiye Bendava Tişrînê û Til Temîrê topbaran kir

15 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne