• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelo Abdullah Ocalan xwe gihandiye kongreyê?

Navenda Nûçeyan / AW

9 GULAN 2025 - 16:14
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan kongreya PKKê wek kongreyeke dîrokî pênase kir û anî ziman ku Abdullah Ocalan jî xwe bi amûrek “ragihandineke teknîkî” gihandiye kongreyê. Buldan got ku wê Erdogan têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.

Endama Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan têkildarî lidarxistina kongreya 12emîn a PKKê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Buldan kongreyê weke gavek “dîrokî” pênase kir û wiha got: “Bi îhtimaleke mezin ragihandineke teknîkî hebû ka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî kongreyê bûye yan na.” Buldan her wiha da zanîn ku Serokê Giştî yê AKPê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan wê li ser mijarê daxuyaniyekê bide.

‘Kongre dîrokî ye’

Pervîn Buldan da zanîn ku ew di serdemeke gelekî dîrokî re derbas dibin û wiha got: “Em dizanin ku her kes li benda kongreya dîrokî ya PKKê bû. Ji bo aştî were Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê demokrasî pêk were, pêwîstî bi vê kongreyê hebû. Dema me bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî behsa girîngiya pêvajoyê û li Tirkiyeyê pêkhatina aştiyê kir. Digot pêwîstî bi tiştek wiha heye. PKKê ragihand ku kongreya xwe pêk anî û ji bo Tirkiyeyê ser xêrê be. Ji niha û pê ve jî wê kevirên aştiyê bên danîn. Dê pêngavên dîrokî bên avêtin. Bi îhtîmaleke mezin dê bendewarî pêk werin. Ji ber vê yekê pêwîst e girîngiyeke dîrokî bidin vê yekê. Ji bo me hemûyan bi xêr be.”

‘Ragihandinake teknîkî pêk hatiye’

Pervîn Buldan der barê ka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de beşdarî kongreyê bûye yan na wiha got: “Bi îhtimaleke mezin ragihandineke teknîkî pêk hatiye. Ez naxwazim zêde bikevim nav hûrgulîyan. Ji ber ku hê jî rêyeke me ya dirêj heye. Bi ya min divê daxuyaniyên ku em ê bidin bi baldarî werin kirin. Bi ya min divê zirarê nede pêvajoyê. Ji ber vê yekê, heta ku ev pêvajo bi temamî bi ser bikeve, divê em ji bo axaftinên xwe baldar bin. Dema em bala xwe bidin daxuyaniyên hatine dayîn, îhtimal heye ku di rojên pêş de ravekirineke hîn berfirehtir were kirin. Lê ev yek bi xwe jî ravekirineke girîng e. Ez neçar im behsa rola Sirri Sureyya Onder bikim. Xwezî wî jî ew bidîta. Xwezî wî bikaribûya şahidiya van rojan bikira. Wî gelek ked da. Ez niha li Semsûrê di taziyeya wî de me. Careke din em bi hurmet bejna xwe li ber ruhê wî ditewînin. Em vê diyarî serok Sirri dikin. ”

Dê Erdogan daxuyanî bide

Pervîn Buldan diyar kir ku Serokkomar Erdogan wê li ser mijarê daxuyaniyekê bide û got: “Ew ê jî di demeke kurt de daxuyaniyekê bide. Ez naxwazim li ser vê yekê nirxandinekê bikim. Lê belê bi ya min Birêz serokkomar wê di demeke kurt de daxuyaniyekê bide.”

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîPervîn Buldanpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne