• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Gelê me dê her tim li vîna xwe xwedî derkeve’

Fexredîn Kiliç / AW

12 ÇILE 2025 - 08:15
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Mêrsîn – Hevşaredarên Hîlwan, Xelfetî û Pirsûsê ku tev li nobeta li ber avahiya Şaredariya Akdenîzê bûn destnîşan kirin ku heta hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê yên hatine binçavkirin neyên berdan dê li ber şaredariyê bin û gotin: “Ew çiqas qeyûm tayîn bikin jî hevşaredarên me binçav bikin û bigirin jî gelê me dê her dem li îradeya xwe xwedî derkeve.”

Hevşaredarên Akdenîza Mêrsînê yên girêdayî DEM Partiyê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan, Yakûp Daniş û Neslîhan Orûç di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê daye destpêkirin de li Mêrsînê hatin binçavkirin. Duh bi şev li midûriyeta polîsan îfadeya hevşaredaran û endamên meclisa şaredariyê hate wergirtin. Tê payîn ku hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê îro sewqî Edliyeya Mêrsînê bên kirin. Bertekên li dijî binçavkirina hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê û hewldana tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê berdewam dikin. Hevşaredara Hîlwanê Garîb Yeşîl, Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin û Hevşaredarê Pirsûsê Muslum Baran ên ji ajansa me re axivîn, bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran û endamên meclisa şaredariyê dan.

‘Ev yek netehamulkirin e’

Hevşaredara Hîlwanê Garîb Yeşîl bal kişand ser bajêr û navçeyên din ên qeyûm tayînî ser wan hatin kirin û wiha got: “Ev bêhiqûqî ye. Gel bi hilbijartinê îradeya xwe dihilbijêre lê ev îradeya wan nayê naskirin. Ev yek netehamulkirin e. Em jî weke hevşaredarên hatine hilbijartin em ê têkoşîna xwe bi gelê xwe re bimeşînin. Gel tu carî vê qebûl nake. Ev du roj in gel bertekeke xurt nişan dide.”

‘Li qada navnetewî bêdengiyek heye’

Garîb Yeşîl, diyar kir ku li dijî polîtîkaya qeyûman li qada navnetewî bêdengiyek heye û wiha berdewam kir: “Qada navnetewî bertek nîşanî vê yekê nade. Kurd bi tena serê xwe bi vê yekê re rûbirû dimînin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin tevahiya dinyayê li dijî vê bêedaletî û bêhiqûqiyê bisekine, berteka xwe nîşan bide û piştgiriyê bide gelê kurd.”

‘Gel em anîne vir, em şaredarên gelê xwe ne’

Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin qala polîtîkayên qeyûman ên desthilatê yên 8 salan kir û destnîşan kir ku qeyûm zirar didin navçeyan û bajaran. Saniye Bayram xwest Hevşaredarên Akdenîzê û endamên Meclisa şaredariyê bên berdan û wiha got: “Em pêncî sal in têdikoş in. Di doza xwe de mafdar in. Bila dest ji me berdin. Bila werin şaredariyê ji me hîn bibin. Ji ber ku em bi gelê xwe re ne, em nadizin, em karê xwe baş dikin. Ew pergala hevserokatiyê qebûl nakin, dijminên jinan û gelan in. Gel em anîne vir. Em şaredarên gelê xwe ne. Em îradeya gelê xwe ne. Ev xwînxwar û diz bila dest ji me berdin û karê xwe bikin.”

‘Em bi paş ve gavê naavêjin’

Saniye Bayram, destnîşan kir ku heta ku Hevşaredarên Akdenîzê û endamên meclisa wê neyên berdan dê li ber avahiya şaredariyê bin û wiha berdewam kir: “Em bi paş ve gavê naavêjin.” Saniye Bayram bal kişand ser nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêka kurd û hevdîtinên tên kirin û ev tişt gotin: “Li aliyekî destê aştiyê dirêjî me dikin li aliyê din di bin ebayî de ço nîşanî me didin. Em ji vê aştiyê nebawer in. Bila kes me nexapîne, em nayên xapandin. Şandeya me ya Îmraliyê hevdîtinan dike lê radibin li bajarê jiyaneke hevpar lê heye, qeyûm tayîn dikin.”

‘Em hewldana tayînkirina qeyûm şermezar dikin’

Hevşaredarê Pirsûsê Muslum Baran jî wiha got: “31 Adara 2024an hilbijartinek çêbû û gelê me hevşaredarên xwe hilbijartin. Gotin em dixwazin bi hevşaredarên xwe şaredariyên xwe bi rê ve bibin. Dîsa weke sala 2016an û 2019an qeyûm tayînî gelek şaredariyên me kirin. Şaredariyên qeyûm tayînî wan nekirin jî zordestiyê lê dikin. Em îro li pêş Şaredariya Akdenîzê ne. Hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê binçavkirin, hewl didin qeyûm tayîn bikin. Niyeta wan a tayînkirina qeyûm heye. Lê gelê me vê yekê qebûl nake. Dixwaze hevşaredar û endamên xwe yên meclisa şaredariyê xwe bi rê ve bibe. Lê dewlet qanûna qeyûm weke çoyekê li ser serê me digire. Ew çiqas qeyûm tayîn bikin jî çiqas hevşaredarên me binçav bikin û bigirin jî gelê me dê her dem li îradeya xwe xwedî derkeve. Dibe ku qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê jî bê kirin lê gelê me dê bi hilbijartinê dîsa îradeya xwe tescîl bike. Em vê hewldanê şermezar dikin. Bila gelê me li hevşaredar û endamên xwe yên meclisê xwedî derkeve.”

Muslum Baran diyar kir ku ji bo hevşaredar û endamên xwe yên meclisa şaredariyê xwedî derkevin hatine ber avahiya Şaredariya Akdenîzê û destnîşan kir ku heta hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê yên hatine binçavkirin neyên berdan dê li ber şaredariyê bin.

‘Meseleya kurd ji qeyûman mezintir e’

Muslum Baran bi lêv kir ku meseleya kurd ji qeyûman mezintir e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Meseleya kurd beriya şaredariyan, bi sedsalan heye. Hewce ye ev mesele were çareserkirin. Tayînkirina qeyûman zirarê dide vê pêvajoyê. Baweriya gel namîne. Ji ber vê yekê divê tayînkirina qeyûman were sekinandin ku baweriya gel jî çêbibe. Hevşaredarên me bê sûc in, bi awayekî keyfî tên girtin. Lê gelê kurd bi îrade ye, dixwaze ev pêvajoya heyî serbikeve.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne