• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
23 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hêzên Îranê Hazim Haşimî bi lêdan û êşkenceyê binçav kir

    Hêzên Îranê Hazim Haşimî bi lêdan û êşkenceyê binçav kir

    Encamên hilbijartina BATSOyê ya Êlihê diyar bû

    Encamên hilbijartina BATSOyê ya Êlihê diyar bû

    Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê ji giravê vegeriya 

    Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê ji giravê vegeriya 

    Îlham Ehmed: Piştgiriya Rojava berpirsiyariyeke hevbeş e

    Îlham Ehmed: Piştgiriya Rojava berpirsiyariyeke hevbeş e

    Di çalakiya nobetê de nameya Evîn Zapsû hat xwendin

    Di çalakiya nobetê de nameya Evîn Zapsû hat xwendin

    YCK-KURD a Marmarayê: Dem dema azadiyê ye

    YCK-KURD a Marmarayê: Dem dema azadiyê ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gelê Cizîrê li dijî qeyûman meşiya

Şirnex / AW

11 ÇILE 2025 - 14:58
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Gelê Cizîrê li dijî hewldana tayînkirina qeyûm a Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê meşeke girseyî pêk anî.

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnexê, Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî hewldana tayinkirina qeyum a şeredariya Akdenîza Mêrsînê li taxa Cûdî ya Cizîrê meşeke girseyî li darxist. Endamên saziyên sivîl ên Şirnexê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Şeredarî yên gel in em ê destûr nedin xaspê” hilgirtin û dirûşmeyên, “Qeyûm dê biçin em ê werin”, “Qeyûm dê hesap bidin gel”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bi berxwedanê em ê derbikevin” û “Qetûm talan e berxwedan jiyan e” ji taxa Cûdî heta qada Cizîrê ya Dortyolê meşiyan.

Girseyê li vir daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman. Ewil Hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Nurcan Alturk diyar kir ku bi binçavkirinan dixwazin dest dînin ser vîna gel û got: “Hûn vîna me û nasnameya me nasnakin. Em jî wê nas nakin. Em hene û em ê hebin. Dev jî van polîtikayan berdin. Dest desteserkirina şeredariya Akdenîzê desteserkirina xwişk û biratiya gelan e.”

‘Gelên Tirkiyeyê wê serî li ber vê zilmê netewîne’

Piştrê Hevserokê DEM Partî yê Cizîrê Yilmaz Sanri daxuyanî xwend û got: “Hevşerdar û endamên meclîsê yê şeredariya Akdenîzê hatine binçavkirin û bi dorpêçkirina şeredariyê ve tê xwestin qeyum tayin bikin. Desthilatdariya AKP-MHPê veguheriye rejîmeke ku bi rêya dadgerî û polîsan tiştên ku bi hilbijartinan nekarî bi dest bixe bi darbeya qeyûman bi dest bixe. Ev êrîş di heman demê de êrîşeke mezin a li dijî mafê dengdanê û hilbijartinê yê gelê kurd e. Tu desthilatdarî bi zilmê bi ser neketiye û wê nekevê jî. Gelên Tirkiyeyê wê tu carî serî li ber vê zilmê netewîne. Di hilbijartinên herêmî yên dawî de, hikûmet ji ber van pêkanînan windahiyeke mezin da, her ku di vê rêbazê de israr bike dê winda bike.”

Yilmaz Sanri xwest ew derfetê nedin wan kesên ku li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî û siyasî dixwazin vê pêvajoyê têk bibin û got: “Divê hikûmeta AKP-MHPê bizane ku gelê kurd yê birûmet tu carî serî natewîne û ji têkoşînê venagere. Gelê me wê di her şert û mercî de vîna xwe biparêze. Bi şîara “Em ê aştî û vîna xwe biparêzin” em ê hem têkoşîna aştiyê ya bi rûmet li dijî şer û hem jî têkoşîna demokrasiyê bi parastina vîna gel bilind bikin.”

Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: AkdemîzCizîrMêrsînQeyûm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

1 MIJDAR 2026
Qeyim tayînî Halk TVê hat kirin: Weşan sekinî 

Qeyim tayînî Halk TVê hat kirin: Weşan sekinî 

14 COTMEH 2026
Tevî 3 şaredarên Mersînê 59 kes hatin binçavkirin

Tevî 3 şaredarên Mersînê 59 kes hatin binçavkirin

1 COTMEH 2026
Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026
Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

27 TEBAX 2026
Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne