Kolber News ragihand bi dehan çeteyên rûgirtî û hêzên rejîma Îranê li Awdananê bi ser mal û cihê kar ê Hazim Haşimî û Husên Haşimî de girtin. Hazim Haşimî bi lêdan û êşkenceyê bê fermana dadgeriyê binçav kirin û birin ciheke nediyar. Bi vê re hejmara binçavkiriyan gihişte 13’an.
Li gorî nûçeya Kolber Newsê hêzên rejîma Îranê avêtin ser mal û cihê kar Hemze Haşimî û Hisên Haşimî ya li navçeya Awdanan ya ser Parêzgeha Îlamê. Di encama operasyonê de Hazim Haşimî hate binçavkirin û birin ciheke nediyar.
Hate ragihandin ku Hazim Haşimî bi lêdan û êşkencekirinê hatiye binçavkirin. Di dema binçavkirina Haşimî de çekdaran çek li dayîka wî rakêşaye ku jê xwestiye kurê wê yê din Husên Haşimî radest bike.
Çekdaran gef û êrişî endamên din ên malbatê jî kirin.
Li aliyê din bi binçavkirina Hazim Haşimî re hejmara kesên li Awdanan hatine binçavkirin gihişte 13’an.













