• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4ê Nîsanê pîroz kir

Navenda Nûçeyan /AW

3 NÎSAN 2025 - 16:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarê Helebê bi çalakiyan 4ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarê Helebê çalakiyên bi boneya pîrozkirina roja 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

Tirbespiyê

Li bajarê Tirbespiyê bi beşdarbûna endamên saziyên civaka sivîl û şêniyên bajêr, li goristana şehîd Dilşêr li gundê Digirê, nêzî 70 darên cuda hatin çandin. Di heman demê de li parka şehîde Zekiya ya li bajêr jî 20 dar hatin çandin.

Heleb

Bi serpeştiya Kongra Star li Helebê, şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê 200 dar li qada Newrozê ya li devera Şiqêf çandin. Endamên Kongreya Star, endamên partiyên siyasî, civaka sivîl, mecil û komîn û tegerên jinan û ciwanan tevlî çalakiya çandina daran bûn.

Qamişlo

Kongra Star bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li hola Melekiyê ya li bajarê Qamişlo civînek lidarxistin. Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo û Nûnerên ji Rêveberiya Xweser ya Kantona Cizîrê beşdarî civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Kongra Star Bişeng Vejîn axivî û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir. Bişeng Vejîn anî ziman ku tevî Rêber Abdullah Ocalan 26 in li zindanê girtî ye jî berxwedaniyek pir mezin û bi hêzeke xurt dijî.

Amûdê

Şêniyên bajarê Amûdê û bajarokê Sinceqa Sadûn 35 dar li “Baxçeyê Rêbertî” çandin û dilsoziya xwe ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman. Her wiha li Akademiya Malbatên Şehîdan a Amûdê jî 15 dar çandin. Beşdaran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rêber Apo” qîr kirin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK’ê bilind kirin.

Til Hemis

Di heman çarçoveyê de şêniyên bajarê Tel Himîsê û gundên derdora wê meşek lidarxistin. Di mesa ku li pêşiya meclîsa bajêr dest pê kir beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk hildan û dirûşmên “Bijî berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan” û “Bijî berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk” berz kirin.

Girseya gel li navenda bajêr kom bûn û piştî deqeyek rêzgirtinê heverokê Partiya Muhafazakar li Til Hemîsê Ferec Ibrahîm axivî û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ya ji bo rizgarkirina gelan ji rejîmên otorîter, silav kir.

Endama Kongreya Star a bajarê Til Hemîsê Efra Abbas jî axibî û got: “4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê me ye, roja jidayikbûna azadiya jinê û roja wekhevî, edalet û demokrasiyê di navbera hemû pêkhateyan de ye. ”

Rêveberê Naveda Perwerdeyê ya Til Hemîsê Xelîl El Ebdullah jî destnîşan kir ku, “Bi rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ku roja zayîna azadiya me ye, em soz didin Rêbertî ku em ê têkoşîna wî bidomînin.”

Meş bi qîrîna dirûşmên “Bijî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan” bi dawî bû.

Kobanê

Desteya Jîngehê û sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Kantona Firatê bi boneya 4`ê Nîsanê li baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan Li gundê Siftekê yê rojavayê Kobanê bi sedan dar hatin çandin. Endamên Desteya Jîngehê û yên sazî û dezgehên giyêdayî Rêveberiya Xweser û Kongra Star beşdarî xebata çandina daran bûn. Piştî çandiniya daran daxuyaniyek ji aliyê endama Kongra Star a bajarê Kobanê Hêvîn Elî ve hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em 4`ê Nîsanê li Rêber Apo û tevahî mirovahiyê , gerîlayên serê çiyan û şervanên di çeperên şer de pîroz dikin. Rêber Apo her tim xweza parastiye, divê em jî hîn daran biçînin û xwedî li xwezayê derkevin û xwezayê biparêzin. ”

Her wiha hate gotin: “Rojbûna Rêber Apo Rêjbûna tevahî mirovahiyê ye, her wiha Rêber Apo rojbûna mafê Jinan e.” Di heman çoveyê de li gundê Şêxçopan yê başûrê Kobanê û li navenda bajarê Çelebiyê yê girêdayî bajarê Kobanê dar hatin çandin.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne