• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gel ji bo aştiyê dixwaze Abdullah Ocalan azad bibe

Onder Akbulut / AW

28 SIBAT 2025 - 08:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Li Qada Şêx Seîd a Amedê bi hezaran kesî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan guhdar kir. Piştî ku peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hat xwendin welatiyan fikir û bendewariyên xwe anîn ziman û xwestin tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan azad bibe.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliye piştî hevdîtin bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk anî, saet di 17.00ê 27ê Sibatê de li Otêla Elîte Worldê ya Stenbolê banga Abdullah Ocalan a dîrokî bi raya giştî re parve kir. Peyama Abdullah Ocalan li Amedê jî hat guhdarkirin. Li Şirnex, Sêrt, Êlih, Mêrdîn, Çewlig, Riha, Dîlok, Meletî, Dêrsim, Semsûr û navçeyên wan bi hezaran welatî hatin Qada Şex Seîd. Gelê Amedê jî di seatên nîvro da li qadê kom bû û govend girt li benda peyama Abdullah Ocalan ma. Piştî daxuyanî hat guhdarkirin gelê li qadê ji Ajansa Welat (AW) re axivî û fikir û hestên xwe anî ziman.

Em ji bo aştiyê amade ne

Welatî Huseyîn Taniş bibîrxist ku hezar salin li virin û ew ji bo her tiştî amade ne û got: “Ji bo ku şer li Kurdistanê û Tirkiyeyê heye bi hezaran mirovî jiyana xwe dest da. Ev 40 salin li Rojhilata Navîn xwîn dirije, gelek bedelên giran hatin dayîn. Gelê Kurd ne evîndarê derketina çiya bû, ji bo daxwazên xwe derket ser çiyan. Divê mafên gelê Kurd, çand û zimanê me di destûra bingehîn de bê erêkirin. Gelê Kurd ne dijminê tu kesiye. Bi hezaran salin em li virin û em dibêjin ji bo aştiyê em amade ne.”

Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

Welatîe Mehmet Alp jî destnîşan kir mafên kurdan bên naskirin û wiha got: “Li cîhanê mirin tiştêkî herî nebaş e, bila mirin tunebe, em di nav jiyaneke rûmet de bijîn. Aştiyeke bişeref were welatê me. Gelê me pêwîst e vî wextî piştgiriyê bidê hev. Em dixwazin tu kes nemire. Dewlet pêwîst e ku xweseriya kurdan nasbike. Gere zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û polîtîkayên bişaftinê bên sekinandin.”

Divê tecrîd rabe Abdullah Ocalan azad be

Welatî Fatîme Taniş jî diyar kir ku êdî pêwîst e dewlet gavên fermî bavêje û wiha got: “Em aştiyê dixwazin, bila êdî kes nemire ne gerila ne jî leşker. Serok û welatê me azad be. Piştî vî wextî êdî xwîn nerije. Pêwîste êdî gavên fermî bên avêtin. Tecrîd rabe Abdullah Ocalan azad be.”

Pêwîste em gelê kurd bên naskirin

Welatî Mahmût Yayasît jî da zanîn ku heta aştî neyê ew doza xwe bernadin û wiha got: “Em êdî ji bo gelê xwe azadiyê dixwazin, tu daxwaziya me ji azadiyê zêdetir tune ye. Piştî banga birêz Ocalan pêwîst e êdî dewlet gav bavêje û bibêje em birayên hev in. Heke tu gav neavêje em doza xwe bernadin. Pêwîste em gelê kurd bên naskirin.”

Welatî Yilmaz Altindag jî bendewariyên xwe anîn ziman û wiha got: “Em dixwazin aştî û hizûr were, em naxwazin êdî gelê kurd di bin zilmê de be. Piştî vê bangê gere êdî dewlet heq û hiqûqê kurdan nas bike.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne