• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gehrên Gime hişk bûne

Bazîd Evren /AW

18 TEBAX 2025 - 08:09
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET, ROJANE
A A

Öne çıkarılmış görseli kaldır

Colemêrg – Guherîna avhewayê û kêmbarîna berfê û baranê zozanên li ser ekolojiya Zozanên Hurkan û Gime bandoreke neyînî dike. Li Hurkan keviyên berfê yên ku havînê jî li erdê diman heliyan e û li Gime jî her 3 gehrên avê jî hişk bûne.

Guherîna avhewayê di van 10 salên dawî de bandoreke neyînî li ser xwezaya Kurdistanê dike û gelek bedewiyên xwezayê bi talûkeya windabûnê re rû bi rû ne. Zozanên Hurkan û Gime yên navçeya Geverê ku bi bedewiya xwe balê dikşînin ser xwe, xwedî gelek gehrên avê (golên avê yên biçûk) ne û ev gehrên li van zozanan ji ber ı (zûha) bûne. Ava gehrên Gime ku ji bo zozanan nîşaneya jiyanê ne, yan gelek kêm bûne yan jî bi tevahî zûha bûne. Her wiha keviyên berfê ku di demsala havînê de jî nediheliyan, ji ber germa zêde ev çend sal in dihelin. Ev yek jî li ser ekosîstema zozanan û tevahî herêmê bandoreke neyînî dike. Ev her du zozan, ji bo xwedîkirina sewalkariyê gelek cihên taybet in û bi çereyê xwe têra sewalên gelê herêmê dike. Lê belê, helîna keviyên berfê û kêmbarîna berf û baranê çere jî kêm kiriye.

Keviyên berfê yên Hurkan dihelin

Zozanên Hurkan û Gime, ji ber şer ev çend sal in qedexe ne û têketina van zozanan bi destûra leşkeriyê pêkan e. Aliyek zozanan Gever, aliyek Oremar, aliyek Cîlo û aliyek jî Sat e û cihekî asê ye û gelek bilind in. Ji bo çûyîna Hurkan, ewilî di newalê de herêma Derdol mirov pêşwazî dike û di Derdolê de du kanî hene. Yek kaniya jêr û yek jî kaniya jor. Mirov li Derdolê ber bi jor ve qasî 5 kîlometreyan dimeşe û digihije Hurkan. Li lûtkeya herî bilind a Hurkan Gehra Terazinê û Meydan Dêzê hene û mirov li vir navçeya Geverê dibîne. Derdol û Hurkan heta Gehra Terazinê û Meydan Dêzê zozanên Gundê Xelkan ê eşîra Doskiyan in û hemtixûbên eşîra Oremariyan in. Weke erdnîgarî ciheke têr kevir in, lê belê cihên rast û gehrên avê jî lê hene.

Li Gime warên Ermeniyan hêj jî xûya ne

Gime ku zozanên Eşîra Oremariyan e, di lûtkeya herî bilind a çiya de dolek e û xwediyê 3 gehrên avê ye. Gelê herêmê ji van gehran re dibêjin Gehrên Gime. Gehrên Gime ji sedî 90 zûha bûne û çend kaniyên li wir jî hişk bûne. Guherîna avhewayê li vir jî bandoreke mezin kiriye û di demsala havînê de ji bo vexwarinê av nîne. Gime, cihekî kevnar e û tê payîn ku li vir 130 sal beriya niha Ermenî jiyan e. Li wir kavilên warên Ermeniyan hene û hêj jî dixûyin. Her wiha pireke ku bi sedan salan e bi keviran hatiye çêkirin jî hêj li ser pêyan e û tevî evqas salan jî xera nebûye.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne