Riha- Gazî Ciwan Azad ku di qonaxên destpêkê yên Şoreşa 19ê Tîrmehê de cih girtiye û du caran birîndar bûye, diyar kir ku ev şoreş mîrasa serhildanên dîrokî û keda 25 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Hêza ku em li hemberî êrîşên hovane li ser pêyan dihiştin, tene vîn û xeyala azadiyê bû.”
Şoreşa 19ê Tîrmehê ku li Rojava dest pê kir û wekî ‘Şoreşa Jin û Gelan’ li seranserê cîhanê deng veda, di salvegera xwe 14emîn de bi rûmeteke mezin tê pêşwazîkirin. Ev şoreşa ku tarîtiya DAIŞa hov têk bir û jiyaneke nû ava kir, berdêlên pir mezin û dîrokî li pey xwe hiştin. Yek ji afirînerên vê şoreşê û gaziyê şer Ciwan Azad, girîngî, dîrok û ruhê berxwedanê yê Şoreşa 19ê Tîrmehê ji ajansa me re nirxand.
‘Ji tarîtiyê ber bi ronahiya şoreşê ve’
Gazî Ciwan Azad anî ziman ku ew di bin bandora çandeke biyanî û pergaleke desthilatdar û tund de mezin bûye û di destpêkê de ji nasname û dîroka xwe bêpar maye.
Ciwan Azad da xuyakirin ku polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê her tim gelê Kurd kiriye qurbanî lê 19ê Tîrmehê ev dîrok berevajî kiriye û wiha got: “Dema em ketin pey şopa Kurdbûn û dîroka xwe, me dît ku gelê me hatiye parçekirin û bê îrade hatiye hiştin. Lê roja 19ê Tîrmehê, rastiya van hemûyan nîşanî me da. Ew xeyalên ku me her tim di dilê xwe de mezin dikirin, bi Şoreşa 19ê Tîrmehê re bûn rastiyek. Ev şoreş ne bi tesadufî ava bû; li paş vê şoreşê ked, felsefe û rêxistinkirineke mezin heye.”
‘Keda 25 salan û mîrasa 28 serhildanan’
Ciwan Azad bal kişand ser koka dîrokî ya şoreşê û diyar kir ku bingeha vê şoreşê di sala 1979an de, dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî Kobanê bû, hatiye avêtin û ev tişt anî ziman: “Serok Apo bi ked û evîneke mezin bingehek da avakirin. Civak perwerde kir û yek bi yek bi mirovan re mijûl bû. Ev berhema kedeke 25 salan e. Hêza herî mezin gel e û rêxistinkirina vî gelî şoreş afirand. Şoreşa 19ê Tîrmehê di heman demê de xewn û xeyala 28 serhildanên kurdan e ku pêk hatiye. Ji xeyalên Seyîd Riza heta Sîmko Şikakî, ji Qazî Mihemed heta Elî Şêr, hemû di vê şoreşê de bûn yek.”
‘Me di nav çeperan de bi hêviya azadiyê şer kir’
Ciwan Azad ku di sala 2012yan de tevli hêzên leşkerî yên parastina Rojava dibe, behsa pêvajoya şer û birîndarbûna xwe dike.
Ciwan Azad di şerê li dijî êrîşên dijmin de, li gundê Kendalê yê Girêspî du caran birîndar dibe. Ew pênaseya wê demê û ruhê hevaltiyê bi van gotinan anî ziman: “Êrîşên li ser me pir giran bûn, lê hêvî û moralê ku şoreşê dabû me nedihişt em gavan paşve biavêjin. Dema me şer dikir, me dizanî ku xeyala me ya azadiyê heye. Hêza ku me li dijî dijminê hov û bêderfetiyê li piyan dihişt, tenê îradeya me bû. Gelek hevalên me şehîd ketin û me moralê herî mezin ji wan girt. Hevalên me yên bi nexweşiyên giran, hevalên temenmezin û hevalên ku tenê tiliyek li ser destê wan ê qutbûyî mabû, bi heman îradeyê şer dikirin. Ji bo azadiya gelê xwe, me her tişt dabû ber çavan û birînên me di çavê me de tunebûn.”
‘Gelê Kurd DAIŞê têk bir û îradeya dewletan şikand’
Di dawiya axaftina xwe de Ciwan Azad bang li gelê Kurd kir ku xwedî li mîrasa şoreşê derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Parastina ax û gelê me, peyman û erka me ya herî pîroz e. Me soz da ku em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe gelê xwe biparêzin. Gelê Kurd bi berxwedana xwe ya li dijî DAIŞê, hêz û vîna xwe nîşanî hemû cîhanê da û bi vê yekê re îradeya dewletên desthilatdar şikand. Divê gelê me îro zêdetir di ferqa hêza xwe de be, xwedî li Rêbertiya xwe, li Şoreşa xwe û li mîrasa şehîdên xwe derkeve.”












