• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

    Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

    Şoreşa Rojava li ser sînor hat pîrozkirin: Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî

    Şoreşa Rojava li ser sînor hat pîrozkirin: Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî

    Cenazeyê 9 pêşmergeyan hatin veşartin

    Cenazeyê 9 pêşmergeyan hatin veşartin

    Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    Li Wanê banga têkoşînê: Rejîma qeyim polîtîkaya qirkirina ekolojîk dimeşîne

    Li Wanê banga têkoşînê: Rejîma qeyim polîtîkaya qirkirina ekolojîk dimeşîne

    Ji bo 4 YRKiyên di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn

    Ji bo 4 YRKiyên di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

    Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

    Şoreşa Rojava li ser sînor hat pîrozkirin: Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî

    Şoreşa Rojava li ser sînor hat pîrozkirin: Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî

    Cenazeyê 9 pêşmergeyan hatin veşartin

    Cenazeyê 9 pêşmergeyan hatin veşartin

    Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    Li Wanê banga têkoşînê: Rejîma qeyim polîtîkaya qirkirina ekolojîk dimeşîne

    Li Wanê banga têkoşînê: Rejîma qeyim polîtîkaya qirkirina ekolojîk dimeşîne

    Ji bo 4 YRKiyên di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn

    Ji bo 4 YRKiyên di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

Navenda Nûçeyan

19 TÎRMEH 2026 - 11:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
KCKê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û diyar kir ku feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye û wiha got: “Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi boneya salvegera şoreşa 19ê Tîrmehê daxuyanî da.
Daxuyaniya KCKê bi vî rengî ye:

“Beriya niha bi 14 salan di 19ê Tîrmeha 2012yan de Şoreşa Rojava dest pê kir. Şoreşa ku li Kobanê dest pê kir li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Di vê şoreşê de zêdeyî 10 hezar Kurd, Ereb, Suryan û enternasyonalîstên Tirkiyeyî û çar aliyên cîhanê şehîd bûn. Di vê şoreşê de bi deh hezaran kes birîndar bûn. Em şehîdan bi minet û hurmet bi bîr tînin. Em di wê baweriyê de ne ku gelên Kurd, Ereb û Suryanî wê Sûriyeya demokratîk û Rojava ya Xweser pêk bînin û biparêzin ku hesreta van şehîdan bû.

Şoreşgerên Rojava hem serî li ber dîktatoriya Baasê hildan hem jî DAIŞ a ku bû belayê serê mirovahiyê têk birin. Gelê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ têk birin û sîstemeke xweser a demokratîk ava kirin. Gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Ermenî û Çerkez bi feraseta neteweya demokratîk bi hev re jiyaneke xwişk-biratî, azad û wekhev afirandin. Bi demokrasiya xwecihî her gel, bajar û navçe tevlî nava karê avakirina civaka demokratîk û azad bûn. Li Rojhilata Navîn ku mejiyê neteweperest û olperest ketibû qirika hev, Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Ermenî, Çerkez û gel û baweriyên din bi hev re di nava aştî û xwişk-biratiyê de man. Yek ji taybetmendiyên girîng ên vê şoreşê û demokrasiya xwecihî ew e ku li ser bingeha azadiya jinan di nava sîstemê de jin bi rola pêşengiyê rabûn.

Şoreşa ku li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat li Rojhilata Navîn bû qadeke şên a demokrasiyê. Cara yekê li Rojhilata Navîn sîstemek demokratîk a ne otorîter ava bû. Ne tenê hêzên siyasî û rejîmên otorîter ên li dijî demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn, her wiha hêzên hegemon ên navneteweyî jî ev yek li gorî berjewendiyên xwe nedîtin. Sîstema demokratîk a li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê encamên welê bi xwe re anî ku rejîmên otorîter ên li herêmê hejand. Dema ku sîstema demokratîk li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê rûnişt û belav bû, hîmên noker û hevkar ên hêzên hegemonîk ên navneteweyî lawaz bûn. Ji ber ku daxwaza wan avakirina rejîmeke hevparê wan bû, ji bo pêşîgirtina li sîstema demokratîk a li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê serî li her rê û rêbazê dan.

Gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di têkoşîna li dijî DAIŞê de berdêlên giran dan û mirovahî ji belayekî bi vî rengî rizgar kirin. Di têkoşîna li dijî DAIŞê de bi hezaran gerîla li kêleka gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şer kirin. Ji Bakurê Kurdistanê zêdeyî hezar gerîla şehîd bûn. Gerîlayên ji Rojhilat û Başûr jî çûn, li dijî DAIŞê şer kirin û şehîd bûn. Enternasyonalîstên ji çar aliyên cîhanê hatin, şehîd bûn. Sîstema demokratîk a li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi van berdêlan ava bû. Şoreşa Rojava bû şoreşeke welê ku demokratên şoreşger ên cîhanê piştgiriya wê kirin. Gava ku qala destketiyên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin divê tu ji van neyê jibîrkirin.

Gelê Kurd ê li Rojava bi gelên Ereb û Suryanî re sîstemeke demokratîk bi hev re ava kirin. Feraseta neteweya demokratîk a ku ev sîstema afirand, hîn jî bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye. Hewldana hin derdoran ku dixwazin dijberiya Ereb-Kurd biafirînin, fitneya neteweperestiyê bixe nava gelan di berjewendiya Kurd, Ereb û Suryaniyan de nîne. Gelê Rojavayê Kurdistanê zane ye; gelek e ku di perwerdeya Rêber Apo re derbas bûye. Hemû destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe.

Rêber Apo her tim got, divê Sûriyeyeke demokratîk a xwe dispêre xwerêveberî û demokrasiya xwecihî bê avakirin. Lewma girîng e ku demokrasiya xwecihî ya li Rojava bê parastin. Tenê li Sûriyeyeke demokratîk a ku xwe dispêre demokrasiya xwecihî gel dikarin bi rengekî demokratîk û azad bijîn. Ev jî di nava sîstemeke demokratîk de dikare pêk were ku gelê li Rojava rêveberiya xwe ava bike. Sîstemeke ku bi feraseta otorîter a navendîperest îradeya qada xwecihî nas nake, li ser bingeha azadiya çand, ziman û nasnameyê her gel û civak xwe bi rengekî demokratîk nikare birêxistin bike, bêguman wê ji aliyê gelan û civakan ve neyê qebûlkirin.

Eger wê li Sûriyeyê entegrasyoneke xwe dispêre aştî û wekheviyê pêk were, divê ev yek otorîter û navendîperest nebe. Pirsgirêkên ku rejîma Baasê afirandiye tê zanîn. Ceribandina heman rê û rêbazê bi rengekî cuda, wê aştî û aramiyê nîne Sûriyeyê. Hem hikûmeta heyî ya Şamê, hem hêzên herêmî hem jî hêzên navneteweyî divê bi vê zanibin. Zîhniyet û polîtîkayeke ku îradeya gel û civakeke bi deh hezaran şehîd daye nas neke, hîn ji destpêkê ve pirsgirêkan diafirîne. Wê paşeroja Sûriyeyê bixe nava rewşeke nediyar û xitimandî. Lewma avakirina Sûriyeyeke bi sîstema demokratîk a ku Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Çerkez, Ermenî, Elewî, Sûnî, Durzî û Êzidî bi hev re lê bijîn wê Sûriyeyê lawaz neke, lê xurt bike. Sîstemeke bi zordarî û zextê bê avakirin wê Sûriyeyê xurt neke. Ji ber vê yekê hem hikûmeta Sûriyeyê ya heyî, hem hêzên herêmî hem jî hêzên navneteweyî divê bi feraseteke aştiya rasteqîn ji bo yekîtiya Sûriyeyê bixebitin ku ev yek wê bibe polîtîkaya herî rast.

Em weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, em ê her tim bi têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya gelên Sûriyeyê re bin.

Em di wê baweriyê de ne ku gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe yên li ser xeta azadî û demokrasiyê bi dest xistiye, weke duh îro jî biparêze; bi ruhê şoreşa 19ê Tîrmehê ji têkoşîn û jiyana wan a ji niha û pê ve serketinê dixwazin.”

Etîket: KCKnetewa demokratîkŞoreşa Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

19 TÎRMEH 2026
Şoreşa Rojava li ser sînor hat pîrozkirin: Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî

Şoreşa Rojava li ser sînor hat pîrozkirin: Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî

19 TÎRMEH 2026
DBP: Destkeftiyên Rojava, xwedîderketina israra ya aştî û civaka demokratîk e

DBP: Destkeftiyên Rojava, xwedîderketina israra ya aştî û civaka demokratîk e

19 TÎRMEH 2026
Gaziyê 19ê Tîrmehê: Hêza me vîn û xeyala me ya azadiyê bû

Gaziyê 19ê Tîrmehê: Hêza me vîn û xeyala me ya azadiyê bû

19 TÎRMEH 2026
KCKê berxwedêrên 14ê Tîrmehê bi bîr anî

KCKê berxwedêrên 14ê Tîrmehê bi bîr anî

13 TÎRMEH 2026
KCKê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

KCKê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navenda Şirnexê agir bi daristanê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Bûlamê bi modela komûnal xizmetê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskarê ji Geliyê Zîlan: Êş hê jî zindî ye, xelkê me edaletê dixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Qanûna çarçoveyî û di pêvajoyê de çi dibe?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navên pêşmergeyên şehîd bûne hate eşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Efrînî bi karesatê re rû bi rû dimînin: Asîmîlasyon, talan û siyaseta fîdyeyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Diyar Koç ê ku îşkence lê hatibû kirin hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bayram Bozyel: Divê Kurdên din jî wek Rojhilat hevkariyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çavkaniyên ji DEM Partiyê: Ji bo ku qanûn di meha Tîrmehê de derkeve mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (495)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne