• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Foza Yûsif: Rola jinan girîng e

Navenda Nûçeyan /AW

8 GULAN 2025 - 14:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endama Konseya PYDê Foza Yûsif di kongreya yekemîn a Meclisa Jinan de got: “Rola jinê di avakirin û pêşengtiyê de girîng û çarenûs e. Meşa pîroz bi pêşengtiya jinan gerek dewam bike, heya serkeftin mayînde bibe.”

Di bin dirûşma “Jina birêxistinkirî misogeriya civaka demokratîk e”, Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Kongra xwe ya yekemîn li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Serdem a bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê li dar xist. Di kongreyê de 375 delege ji sazî, dezgeh û rêxistinên jinan, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û parêzer amade bûn.

Di kongreyê dê axaftin, nirxandina rewşa siyasî, nirxandina rewşa rêxistinî, xwendina rêzknameya meclisê û hilbijartin pêk tê. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Remziya Mihemed lidarxistina kongreya yekemîn a Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk pîroz kir û got: “Ji destpêka şoreşê ve heya îro rola Tevgera Civaka Demokratîk di pêşxistina vê şoreşê de esas bû. Li pey wê hêzeke mezin a jinan hebû, ji bo birêxistinkirina xwe û civaka xwe her kêlî di nava têkoşîn û berxwedanê de bûn. Jin sembola şoreşa me ne û her kes wan ji bo xwe mînak dibîne. Em ê her dem mohra xwe li dîrokê bixin û pêşengiya pêngavan bikin heya ku bikaribin civakek demokratîk û azad ava bikin. Em ê civakek ku jin tê de paşguh nebin, bi rengê jinan û pêşengiya wê Sûriyeya nû ava bikin.”

‘Alozî bi rêbazên pevçûnê nayê çareserkirin’

Kongre bi nirxandina rewşa siyasî ji aliyê endama Konseya Partiya Yekitiya Demokartîk (PYD) Foza Yûsif ve berdewam kir. Foza Yûsif da zanîn ku dewletên hegemon li gorî berjewendiyên xwe dixwazin temenê aloziyê dirêjtir bibe û wiha berdewam kir: “Herêma me gelek aloz e û diyar e ev alozî dirêj be. Ji ber ku gelek plan hene. Li Rojhilata Navîn pevçûna leşgerî û birdozî dewam bike, bê guman Sûriye yek ji perçeyên esasî ye û her kes dixwaze nifûza xwe li Sûriyeyê xurt bike. Aloziya ku li herêmê derdikeve, bi rêbazên pevçûnê nayê çareserkirin. Ji bo çareseriyê, pêwistiya me bi belavkirin û gihandina paradîgmaya me li tevahî cîhanê û bi taybetî li Sûriyeyê heye. Mîsogerkirina jiyanek aram û demokratîk, rola herî sereke ye ku dikeve ser milê jinê. Rola jinan di avakirin û pêşengtiyê de girîng û çaranûs e. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinê rolek girîng di pêvajoya parastin û tekoşînê de lîst, heya ku gihşt vê encamê.”

‘TEV-DEM di pêşveçûnê de xwedî rolek girîng e’

Foza Yûsif balkişand ser girîngiya xwerêxistinbûnê û wiha got: “Em bi pêvajoyek nû re rûbirû dimînin, gelek girîng e ku em xwe li her derê xwe birêxistin bikin. Ji ber ku TEV-DEM di pêşveçûnê de xwedî rolek girîng e. Em rêxistinên hevbeş ava bikin û bi rastî bi jinên Sûrî re ji bo pêşeroja Sûriyeyê û mîsogeriya mafê jinê hevgirtinek xurt bidin avakirin. Îro li Sûriyeyê mafên jinan di xeteriyek mezin de ne, destûra ku ji aliyê hikûmeta demkî ve hat pêşkêşkirin, mafê jinê û hebûna wê, her wiha mafê pêkhate û civaka Sûriyeyê piştguh dike. Li perava Sûriyeyê jin tên revandin, qetilkirin û destdirêjî li ser wan pêk tên. Em wekî tevgera jinê, van kiryaran şermezar dikin û berpirsyariya me, em xwedî li van jinan derkevin. Li kuderê mafên jinan tên binpêkirin, gerek em bibin dengê wan û hêza parastina wan, yê ku herêma me ji van kiryaran diparêze rêxistinbûyîna me ye. Pêwîst e em xwe bighînin her jinek û birêxistin bikin da ku em xwe ji xeteriyê biparêzin.”

‘Yekitiya jinan girîn e’

Foza Yûsif anî ziman ku belavkirina zanista Jineolojî, çareserî ye û wiha got: “Di vê pêvajoya hesas de pêwîst e jin zanista azadî û jineolojî li her derê belav bike da ku em bikaribin çareseriyê mîsoger bikin. Ev zanist dê hemû jinan ji komkujî, mafxwarin û binpêkirinê xilas bike. Peymana civakî ya jinan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gerek bibe peymanek civakî ya tevahî jinên Sûriyeyê, em destûra ku hebû û rola jinê red dike, em wê qebûl nakin û Sûriyeya nû dê bi zanista jina azad ava bibe. Ji bo ku em van gavan bavêjin, pêwîst e em têkoşîna xwe ya hiqûqî û parêzeran bilind bikin da ku lêpirsîn û lêkolîn were kirin ku çawa em bikaribin mafê xwe di Sûriyeyê de bidest bixin û biparêzin. Ji ber ku rêxistinbûyîna hiqûqî û yekîtiyan gelek girîng in.”

‘Doza Hevrîn Xelef doza me ye’

Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de helwesta jinan a li dijî erkdarkirina Hatim Ebû Şeqra ya di qada leşkerî de, pîroz kir û wiha got: “Doza şehîd Hevrîn Xelef Doza me ye. Ev kiryar xeteriya bi awayekî eşkere ye. Yekîtiya jinan, îsrara azadî û biryardayînê bilind bikin, meşa pîroz gerek bi vî rengî dewam bike da ku serkeftin mayînde bibe. Em xwe li gorî banga Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan birêxistin bikin û têkoşîna xwe li ser du lingan bimeşînin jê avakirina aşîtî, aramî û demokrasî û ya din jî bihêzkirina qada leşkerî.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne