• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê sibê dest pê dike

Amed / AW

21 NÎSAN 2026 - 15:42
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed xwe sibê ji bo bernameyek têr û tije amade dike. 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê sibê bi bernameyek resepsiyonê dest pê dike.

Amed carek din mazûvaniya bernameyek têr û tije ya çand û hunerê dike. 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku di navbera 22yê Nîsanê û 2yê Gulanê de bi dirûşma “Diyalog ji bo Aştiyê” ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, dê sibê bi bernameya vekirinê dest pê bike. Festîval sibê bi beşdariya Hevşaredarên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun di saet 19:00an de li Muzeya Bajêr a Qonaxa Cemîlpaşa bi resepsiyonekê dest pê dike. Festîvala ku dê komên şanoyê yên ji 19 welatan bîne cem hev, dê bajarê Amedê 10 rojan bike qada hevdîtineke hunerî ya pirzimanî û pirçandî.

22 lîstik tên pêşandan

Festîvala ku di bin koordînasyona Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) de tê lidarxistin, tê de bi giştî 22 lîstik dê bên pêşandan. Dema ku piraniya pêşandanên lîstikan li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên kirin, hin performans jî li qadên vekirî dê derkevin pêşberî temaşevanan. Di festîvalê de ku hemû çalakiyên wê belaş in, ji bo pêşîgirtina li qelebalixiyê, bilêt dê bi rêya sepana banbiletê bi awayekî belaş bên standin.

Bernameya festîvalê dê ne tenê bi qonaxan re sînordar bimîne. Çalakiyên ku bi gotûbêj, panel, atolye û hevdîtinên hunermendan dewlemend bûne, dê bi anîna cem hev a qadên cuda yên şanoyê, atmosfereke zindî ya çand û hunerê bide bajêr.

Beşdariya ji 19 welatan

Komên şanoyê yên ji 19 welatên wekî Îtalya, Swîsre, Îran, Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Filistîn û Ukraynayê dê heman şanoyê parve bikin. Festîval armanc dike ku bi rêya hilberîna hunerî di navbera erdnîgariyên cuda de diyalog were sazkirin û pêwendiyên çandî werin xurtkirin.

Di merasîma vekirinê de li gel Hevşaredarên Amedê dê Serokê ITIyê Jessica Kaahwa dê cih bigire. Dê pêşandana dansê ya koma Uganda Kyente Cultural û dansên gelêrî yên Kurdî bên pêşandan.

Giraniya li ser ‘Diyalog ji bo Aştiyê’

Festîvala ku bi temaya “Diyalog ji bo Aştiyê” tê lidarxistin, hêza şanoyê ya avakirina piran di navbera çandên cuda de, zindîhîştina bîra civakî û hilberîna gotinan di demên krîzê de derdixe pêş. Festîval armanc dike ku şanoyê wekî zimanekî hevpar û zemînekî piştevaniyê xurt bike.

Festîval dê ji bilî hunermendan, derdorên akademîk jî bîne ba hev. Beşdarên ji beşên şanoyê yên zanîngehên Berlîn, Sûdan, Ukrayna, Silêmanî û Duhokê dê pêk werin. Lîstik dê bi sernivîsên Tirkî, Kurdî û Îngilîzî bên lîstin. Her wiha xwendekarên lîsansê yên ji zanîngehên Berlînê dê di çarçoveya xebatên akademîk de festîvalê bişopînin.

Ji bo bernameya festîvalê pê lînkê bikin: https://amedtheatrefest.org/program.html?festival_id=1&festival=11.+Festival

 

Etîket: 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoger Koçer: Aştî pêdiviya hemû cîhanê ye

Şanoger Koçer: Aştî pêdiviya hemû cîhanê ye

6 GULAN 2026
‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

30 NÎSAN 2026
Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî bi promiyera lîstika ‘Moraşîn’ berdewam kir

Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî bi promiyera lîstika ‘Moraşîn’ berdewam kir

23 NÎSAN 2026
Şanoger û beşdaran festîvalê nirxand: Armanca vê festîvalê aştî, biratî û wekhevî ye

Şanoger û beşdaran festîvalê nirxand: Armanca vê festîvalê aştî, biratî û wekhevî ye

23 NÎSAN 2026
Ji Şanoya Bajêr lîstikeke nû: Moraşîn

Ji Şanoya Bajêr lîstikeke nû: Moraşîn

13 NÎSAN 2026
Zeynep Yaş: Kerem bikin şanoya cîhanê û hemû rengên jiyanê hîs bikin

Zeynep Yaş: Kerem bikin şanoya cîhanê û hemû rengên jiyanê hîs bikin

11 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne