Endamê Konseya Bilind a Tevgera Hemasê û fermandarê Tûgaya Xan Yûnisê Mihemed El Yazûrî duh êvarî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hat kuştin.
Ketîbeyên El Qesam (Baskê leşkerî yê tevgera Hemasê) bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê Konseya Bilind a Tevgera Hemasê û fermandarê Tûgaya Xan Yûnisê Mihemed El Yazûrî duh êvarî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hat kuştin.
Di daxuyaniya Ketîbeyên El Qesamê de hate gotin: “El Yazûrî roleke sereke di plangeriya êrişa Hemasê ya li ser Îsraîlê ya 7‘ê Cotmeha 2023‘an de lîstibû.”













