• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Felemez Ulug: Ronahî li dijî tarîtiyê bi ser dikeve

Navenda Nûçeyan /AW

17 SIBAT 2025 - 14:57
Kategorî: ROJANE
A A

Rojnameger û nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Flemez Ulug, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser têkoşîna ronahiyê ya li dijî tarîtiyê û got: “Dema em li dahurandinên Rêber Apo ên di salên 90î de dinerin, em dibînin ku gelek caran balê dikşîne ser girîngiya guherînê. Reber Apo dibêje “Sosyalîzma zanistî tevî hemû rexneyên xwe yên zanistî jî nekarî di warê ilmî de zîhniyet modernîteya kapîtalîst nîşan bide.”

Rojnameger û Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Felemez Ulug, vê hefteyê di quncikê xwe yê Rojnameya Xwebûnê de bal kişand ser dahurandina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ya li dijî tariyê. Felemez Ulug ewil balê dikişîne ser komploya navdewletî û wiha dinivîse: “Rêber Apo di encama li hevkirinên navneteweyî de bi komploya 9ê cotmeha 1998an neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve. Piştî derketina ji Sûrî bi 130 rojan ango 15ê Sibata 1999an jî bi bêbextiyeke mezin li paytextê Kenya Naîrobiyê hate revandin û radestî Dewleta Tirk hat kirin. Rêber Apo ji wê demê ve li Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de ye. Di bin pergala êşkence û qirkirinê de hemû cûreyên îşkenceya psîkolojîk li ser hatin ferzkirin. Bi pêkanînên keyfî û birîna cezayên dîsîplînê têkiliya wî ya bi derve re hate qûtkirin. Li dijî vê bêhiqûqiya ku tevahiya saziyên cîhanê di çarçovaya komploya navneteweyî de çavê xwe jê re girtin, têkoşîna gelan û hêzên azadiya dewam kir.”

Felemez Ulug da zanîn ku îsal jî gelê kurd û dostên wan li dijî vê bêbextiya ku nirxên mirovahiyê xistiye ber piyan li qadan bûn û wiha tîne ziman: “Li gelek navendên cûda gelan di çarçoveya pêngava ji Rêber Apo re Azadî çalakiyên cihêreng daxwazên xwe anîn ziman. Bêguman çalakiyên îsal ji yên berê cûdatir bûn. Tişta ev çalakî cûda kir jî hevdîtinên Rêber Apo yên bi heyeta Îmraliyê re û peyamên wî yên ji bo gelan bûn. Rêber Apo di peyam û nirxandinên xwe de gelek caran îşaret bi girîngiya dengeyên li herêmê hatine avakirin û bi vê ve girêdayî pêwîstiya guherîna zihnî, rêxistinî û pratîkî dike. Bi taybet piştî hilweşîna Sosyalîzma Reel ne tenê li heremê li cîhanê denge hatin guhertin. Ji salên 1990î û vir ve rêxistinên sosyalîst ên ku xwe li gorî pêdiviyên demê neguhertin û di warê zîhnî de xwe ji nû ve avanekirin gelek tiştên mezin wenda kirin.”

Felemez Ulug bal kişand ser dahurandina Rêber Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Dema em li dahurandinên Rêber Apo ên di salên 90î de dinerin, em dibînin ku gelek caran balê dikşîne ser girîngiya guherînê. Reber Apo dibêje “Sosyalîzma zanistî tevî hemû rexneyên xwe yên zanistî jî nekarî di warê ilmî de zîhniyet modernîteya kapîtalîst nîşan bide.” Pergala ku nikaribe dijberê xwe di warê fikrî û zanistî de analîz bike, bi demê re, ya wê bişibe dijberê xwe, yan jî wenda bike. Di vir de sosyalîzma Rûsya û Çînê li himberî pergala kapîtalîst a ku bloka rojavayî jêre pêşengî dikir bi ser neket. Hilweşîna Sosyalîzma Reel di wan salan de ji bo îdeolojiya çepgir bû trajediyek mezin. Bêguman Sosyalîzm hîn jî ji bo gelek rêxistinên çepgir hêviya herî mezin a jiyan û têkoşînê ye. Lê çawa ku di pergala cîhanî de guhertinên bingehîn pêk hatin di formên sosyalîzmê de jî guhertin çêbûn.”

Felemez Ulug bal kişand ser şoreşên sosyalîst û wiha pêde çû: “Mirov nikare îdia bike ku şoreşên sosyalîst bi tevahî hatine têkbirin û pûçkirin. Nayê înkarkirin ku şoreşên sosyalîst mîraseke mezin li pêy xwe hiştine û hîn jî hêmaneke bingehîn a jiyana rojane, hêza herî hêvîdar a cîhana zihniyetê ne. Lê nekarîn cudahiya di navbera şaristaniya alternatîf û modernîteyê de tahkîm bikin û xurt bikin. Ji ber vê yekê nekarîn bi awayekî xurt pêşî li hilandina di nava modernîteya kapîtalîst de bigrin. Eşkereye ku ev rastiya derketiye hole ne qedere, ji wê zêdetir bi pirsgirêkên ku sosyalîzma serdema kapîtalîst nikare çareser bike ve girêdayî ye. Rêber Apo ji bo Tevgera Azadiya Gelê Kurd ku bingeha xwe dispêre sosyalîzmê jî nekeve vê şaşitiyê ji destpêka salên 2000î û ve guherîna paradîgmayê xist rojava rêxistinê û gelê kurd. Bêguman ev wê demê di gelek kesan de hêstên cûda da avakirin. Lê dema mirov rastiya pergala cîhanî û şerê di navbera blokan de dinere, tê dîtin ku guhertinên bi vî rengî weke pêdiviyek bingehîn derdikeve holê. Li gel vê guhertinê rastgirtina hişmendiya sosyalîst jî girîng e.”

Felemez Ulug li ser paradîgmaya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî rawestiya û ev tişt got: “Rêber Apo bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaz a Jinê ve wateyeke nû li sozyalîzmê bar kir. Bi pêşxistina vê paradîgmayê ve Rêber Apo ne ji bo gelê kurd tenê, ji bo hemû bloka sosyalîst jî hêviyek nû da avakirin. Lewma îro li seranserê cîhanê di vê astê de gel xwedî li nerîn û fikrên Rêber Apo derdikevin. Ez di wê baweriyê deme ku ger paradîgmaya Rêber Apo ji despêkê ve di warê fikrî û zanistî de bi hemû aliyên xwe baş bihata famkirin û pêk bihata wê rê li ber gelek êşên mezin jî bigirtaya. Ev peradîgmaya rastiya jiyana hevbeş û azad a sedsalên pêşiya me dide nîşandan, despêkê ji aliyê gelek kesan ve weke utopyekê hate nirxandin. Lê îro diyar dibe ku ev utopya bi fikir û ramanên Rêber Apo şekil girtiye gav bi gav dibe jiyanî û pêk tê.”

Felemez Ulug li ser nêzîkatiyên moderniteya kapîtalîst jî rawestiya û got: “Bêguman di serdema me ya îro de ku modernîteya kapîstalîst dest avêtiye hemû nirxên mirovahiyê, xwedî derketina li hebûn û azadiya xwe hêzeke mezin a fikrî û ramanî dixwaze. Rêber Apo ev hêz di kesayeta xwe de da avakirin. Ji ber vê yekê ye ku îro Rêber Apo di vê astê de ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst ve tê hedefgirtin.Pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê li ser vê têgehê hatiye pêşxistin. Tevî hemû bêhiqûqiya heyî jî Rêber Apo ji hêviya xwe qet tawîz neda. Ev hêviya ku di tarîtiya Îmraliyê de tevî hemû astengiya roj bi roj hate mezinkirin îro ji bo hemû gelan bûye çavkaniya herî xurt a jiyana hevbeş. Di salvegera Komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê de Rêber Apo xwest bi peyamekê mizgîniya serketina vê hêviyê bide gelan. Ev wê di dîroka mirovahiyê de bibe despêka serketina têkoşîna gelan a li dijî pergala kapîtalîst. Ji vî alî ve têkoşîna Rêber Apo xwedî girîngiyek dîrokî ye. Divê hemû dildarên azadiyê li gorî vê girîngiyê nêzî banga Rêber Apo bibin û bibin şopdarên wê.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne