• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Fatma Bostan Unsal: Careke din şensê çareseriyê hatiye pêş Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan /AW

30 KANÛN 2024 - 12:06
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Parazvana mafên mirovan û siyasetmedar Fatma Bostan Unsal, têkildarî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ku bi rêya heyeta DEM Partiyê bi raya giştî re parve kir, nirxandin kir û wiha got: “Di hevdîtina li Îmraliyê ya bi birêz Abdullah Ocalan re hatiye kirin de, em dibînin ku careke din şansê çareseriyê hatiye ber civaka Tirkiyeyê.”

Heyeta DEM Partiyê ku ji Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera DEM Partiyê Pervun Buldan pêk tê, di 28ê Kanûnê de çûn li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û vegeriyan. Heyetê têkildarî hevdîtina di 29ê Kanûne de daxuyaniya nivîskî parve kirin. Heyetê di daxuyaniyê de diyar kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku ji bo çareseriyê amade ye ku gavên erênî bavêje û hewldanên wî tev ji bo welat bigîne asta ku heq dike ye. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di peyama xwe de bal kişandibû ser rol û rista saziyên civakî, partiyên siyasî û hemû pêkhateyên demokratîk. Abdullah Ocalan dîsa di peyama xwe de li ser girîngiya tifaqa gelê Kurd û Tirk rawestiya û û xwestibû Meclisa Mezin a Tirkiyeyê jî rola xwe bilîze.

Siyasetmedar, akademîsyen û parazvana mafê mirovan Fatma Bostan Unsal, peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku heyeta DEM Partiyê di 29ê Kanûnê de bi raya giştî re parve kir, ji Ajansa Welat re nirxand û wiha got: “Neçareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirikyeyê bi awayekî rasterast bûye sedemê windabûna 40 hezar mirovan û windakirina trîlyonan aboriya Tirkiyeyê. Dîsa bi awayekî ne yekser jî bûye sedema gelek pirsgirêkên din. Em ji hewldanên Tirkiyeyê yên têkildarî çareseriya pirsgirêkê ku sê meh in didomin û di hevdîtina li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hatiye kirin de careke din dibînin ku careke din şansê çareseriyê hatiye ber civaka Tirkiyeyê. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd a bi salan rê li ber binpêkirina mafên mirovan, tazmînnekirina mafên beriya niha hatine binpêkirin û ewilî zirareke cidî dide hemwelatiyên me yên Kurd. Lê di heman demê de hemû civak jî jê zirarê dibîne.”

Akademîsyen û parazvana mafên mirovan Fatma Bostan Unsal, bal kişand ser meclisa Fransayê û wiha berdewam kir: “Weke ku Meclisa Neteweyî ya Fransayê ku du sed û pêncî sal berê li hev civiya bû tespîta ‘Yekane sedema karesatên herî mezin ên ku wê bi serê mirovan de bên; bêesilbûna rêveberiyan nezaniya mafên mirovan, paşguhkirin û kemî xwe dîtin e.’ kir. Ji ber vê yekê Tirkiyeyê zirareke mezin dît. Ya zirar dît hemû Tirkiye ye, weke ku di vê hevdîtinê de jî hatiye bilêvkirin çareseriya pirsgirêkê li gel desthilat, mûxalefet, Meclisa Tirkiyeyê û saziyên sivîl bi tevlibûna beşên din dikarin encax pêkan be.”

Fatma Bostan Unsal, herî dawî da zanîn ku diyar e ku nêrîna fermî ya Tirkiyeyê ku beriya sedsalekê destek dida vebijêrka “plebîsîte” ya der barê Kerkuk û Mûsilê de bi awayekî radîkal hatiye guhertin û wiha axivî: “Dijberiya Tirkiyeyê ya li hemberî vê vebijêrkê hewce dike ku bi polîtîkayên pêk tîne xwe di rexnekirin û xwerexnekirineke cidî de derbas bike. Nêrînên ku di vê hevdîtinê de hatine bilêvkirin, di demeke ku em li ber pêşketinên nû yên li Rojhilata Navîn in derfetê dide ku hem bandoreke erênî li aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê hem jî li têkiliyên derve bike.”

 

Etîket: Abdullah OcalanBostanFatma BostanUnsalPervîn BuldanUnsal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne