Alîkara Serokê Giştî yê AKPê Fatma Betul Sayan Kaya daxuyand ku piştî îdiayên “qezenca fonê” ji Serokkomar Erdogan “ji peywirê efûya xwe” xwestiye.
Alîkara Serokê Giştî yê AKPê Fatma Betul Sayan Kaya, piştî îdiayên ku di meha Nîsanê de bi bihayê 63 milyon û 359 hezar TL hîseyên Ozata kirriye û di meha Îlonê de jî ji wan hîseyan 1 mîlyar û 344 milyon TL dahat bi dest xistiye, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da.
Fatma Betul Sayan Kaya destnîşan kir ku divê pêvajo bi awayekî tendurist were meşandin û got: “Di pêvajoyeke ku dê îdiayên der barê şexsê min de werin zelalkirin de, ji bo ku meqamê ez lê me nebe mijara ti nîqaşekê; ji bo ku lêkolîn û lêpirsîna ku dê were meşandin di bin ti siyê de nemîne û bi awayekî serbixwe û tendurist bikaribe bidome, ez wergirtina berpirsiyariya siyasî pêwîst dibînim. Bi vê têgihiştinê, ji bo selametiya pêvajoyê û ji bo ku îdia bi hemû aliyên xwe ve werin zelalkirin, ji hemû peywirên ku ez dimeşînim min ji birêz serokê me yê giştî efûya xwe xwest.”













