• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Eren: Ji bo rastî neyên zanîn zextên li ser çapemeniyê zêde kirin

Omer Demîr / AW

3 SIBAT 2026 - 10:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Serokê DÎSK Basin-Îşê yê berê Faruk Eren diyar kir ku desthilat naxwaze rastiyên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê pêk tên, bên zanîn û ji bo vêyekê li aliyekê zimanê nefretê berdewam kiriye û li aliyê din ji bo ku rastî neyê zanîn êrişên li ser çapemeniya azad zêde kirine.

Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di 6ê Çileyê êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Piştî êrişan çapemeniya dewleta Tirkiyeyê dest bi dezenfermasyonê kir û bi riya medya dijîtal li dijî gelê Kurnd ‘şerê psîkolojîk’ meşand. Di çarçoveya şerê psîkolojîk de bexwedan û têkoşîna gelê Kurd a li dijî êriş û komkujiyan jî hedef hat girtin. Rojnameya Sabahê kesên ku tev li qampanyaya honandina keziyan bûn hedef da nîşan dan û kesên tev li qampanyayê bûyîn wekî “bêwelat” pênase kirin.

Di heman demê de êrişên li dijî çapameniya azad jî hat meşandin. Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç dema nûçe dişopand ji hêla polîsan ve bi lêdanê hat binçavkirin û paşê jî hat girtin. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Hevseroka Komaleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kesîra Onel, nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Heval Onkol, nûçegihana JinNewsê Pelşîn Çetînkaya û rojnameger Ferhat Akinci, Muhammed Alî Yilmaz û li Stenbolê jî nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ugurcan Boztaş hatibûn binçavkirin. Di vê pêvajoyê de hesabên medyaya dijîtal ên çapemeniya azad bi dehan caran hatin girtin. Serokê yê berê DÎSK Basin-Îşê Faruk Eren têkildarî rewşa çapemeniya Tirkiyeyê ji Ajansa Welat re axivî.

‘Nexwazin tiştên li Rojava çêdibin bên zanîn’

Faruk Eren anî ziman ku desthilatdar nexwest tiştên ku pêşketin û tiştên li Rojava diqewimê bên zanîn û got: “Desthilatdariya Tirkiyeyê xwest ku di dema êrişên li ser Rojava pêk dihatin de tenê daxuyaniyên wê bên parvekirin û bi vê yekê xwest serkeftinek bide nîşan dan. Lê ne tenê medyaya desthilatê, medyaya netewperest jî gotinên desthilatê weşandin. Ji bo dîmenên Rojava neyên ditîn, hesabên çapemeniya azad û rojnamegeran hatin astengkirin.”

‘Li dijî Kurd û Ermenan nijadperestî berdewam e’

Têkildarîm mijarê Eren diyar kir ku medyaya Tirkiyeyê ji berê ve dewletperest, milîtarîst û mêrperest e û wiha axivî: “Ev rewş piştî AKPê jî neguherî. Di mijara Ermenî jî û ya Kurdan de jî gotina netewperestî berdewam kir. Berê di logoya Rojnameya Hurriyetê de slogana, ‘Tirkiye ya Tirkan e’ dihata nivîsandin. Jixwe ev jî rastiya netewperestiyê diderxê holê. Kesên şerxwaz derdikevin ser ekranê û qêrîna şer dikin. Ev medya îro jî di pêvajoyê de zimanê aştiyê bi kar nayne.”

‘Dê rojnamegerî û heqîqet serbikeve’

Li ser zimanê nefretê yê ji hêla çapemeniya Tirk ve tê bikaranîn jî Eren derbirî ku zimanê nefretê yê çapemeniya desthilatdariyê di nivîs û nûçeyan de her berdewam dike û wiha domand: “Lê di van rewşan de rojnamegerên rastî jî divê rastiya derxin holê ye, jixwe ev erka wan e. Li Tirkiyeyê ev kevneşopî jî heye. Li dijî tevahî zext û zordariyê rojnameger rastiyan dinivîsînin. Li dawiyê dê rojnamegerî û heqîqet serbikeve.”

‘Divê em têkoşîna demokrasiyê bidin’

Di dawiya axaftina xwe de Eren destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriyê ya beriya niha de ev zimanê nefretê yê desthilatê hinek hatibû guhertin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê medyaya desthilatê niha betir nêzî gotinên nefretê ye. Ezberê medyaya desthilatdarê jî li ser vê bingehê ye. Jixwe desthilatdarî jî dixwaze emrê xwe li ser zimanê nefretê dirêj bike. Ji bo em vê bişkînin divê em têkoşîna demokrasiyê bidin. Lê em dibînin ku îro pêvajoyek heye lê zext û zordariyên li ser çapemeniya Kurd berdewam dikin. Rojnameger tên girtin, hesabên Çapemeniya Kurd ên medyaya dijîtal tê girtin. Bi gotina aştî û êrişên li ser medyaya dijîtal bi hev re nameşin.”

Etîket: Çapemeniya AzadDÎSK Basin-ÎşFaruk Erenzextên li ser rojnamegeran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

22 TEBAX 2026
Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026
Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

8 TEBAX 2026
Doza 20 rojnamevanên Kurd ber bi qonaxa biryarê ve diçe

Doza 20 rojnamevanên Kurd ber bi qonaxa biryarê ve diçe

9 TÎRMEH 2026
Hevserokên DEM Partiyê Paşînyan pîroz kirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Dev ji astengkirina çapemeniya Kurdî berdin

3 TÎRMEH 2026
‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

3 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne