• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Erdogan derheqê kongreya PKKê de axivî

Enqere / AW

14 GULAN 2025 - 14:41
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de biryarên kongreya awarte ya 12emîn a PKKê nirxand.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Tayyîp Erdogan li Meclisê di komcivîna partiya xwe de axivî û geşedanên di rojevê de nirxand. Her wiha Erdogan bal kişand ser biryarên kongreya PKKê.

Erdogan got: “Di hewldanên xwe de yên ji bo Tirkiyeya dûrî terorê, em derbasî asteke nû bûne. Ev qonax qonaxa xurtkirina yekîtî, xwişk û biratî û meşa me ye. Em qonax e ku em dîwarê terorê yê di nava 86 milyon mirovî de hatiye lêkirin bi rengekî mayinde bişikînin. Qonaxa rizgariya ji astengiyên li pêşiya belavbûna demokrasiya me ye.”

Erdogan got: “Rêxistinê bi biryara wergirtî re gavek li gorî mutabaqata me ya jiyana hevpar a bi miletê me re avêtiye.”

‘Divê baskên Sûriyeyê û Ewropayê jî tev li bibin’

Erdogan di axaftina xwe de îdîa kir ku tevlîbûna baskên Sûriye û Ewropayê ‘jiyanî’ ye û wiha got: “Gelekî girîng e ku baskên Sûriye û Ewropayê tevlî pêvajoya fesixkirin û çekdanînê bibin. Li şûna lobiyên rêxistinê yên li Ewropa û cîhanê yên li dijî Tirkiyeyê, em dixwazin wan li gel welatê xwe bibînin. Em dixwazin ku navê Tirkiyeyê ne bi terorê, lê belê bi pîvanên pêşketina mirovî, demokratîk, çand, huner û teknolojiyê bê bilêvkirin.”

Spasiya DEM Partiyê kir

Erdogan spasiya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî kir û wiha domand: “Di serî de Sirri Sureyya Onder ê rehmetî ku di nava DEM Partiyê de piştgiriyeke mezin da pêvajoyê, spasiya hemû kes, hevserok û siyasetmedarên DEM Partiyê dikim ku bi hişmendiya berpirsyariyê tevgeriyan.”

Erdogan axaftina xwe wiha domand: “Em li bendê ne ku gotinên bi berpirsyarane di dema bê de jî dewam bikin. Em spasiya Birêz Ozel û rêveberên partiyên din ên siyasî dikin ku helwsteke çêker di vê pêvajoyê de nîşan dan. Spasiya serokên giştî yên partiyên muxalîf dikim, li gel ku xwe nêzî pêvajoyê nekirin, helwesta neyînî jî nîşan dan, lê belê ji ser xeta siyaseta bi berpirsiyariyê dûr neketin.”

‘Divê qada siyasete bi karê xwe rabe’

Erdogan bal kişand ser tişta ji niha şûn ve bê kirin û got: “Ya esasî bicihanîn e. MÎT wê bi baldarî bişopîne bê soz tê bicihanîn an na. Dema ku rêxistinê berpirsyariyên xwe bi cih anî, ji bo axaftina xusûsê mayî û pêşvebirinê wê siyaset bi karê xwe rabe. Bang li her kesî dikim ku bi berpirsyarî bûyeran bişopînin.”

Etîket: AKPDEM PartîpkkTayyîp Erdogan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne