• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ercan Yilmaz: 40 sal in mafên mirovan binpê dikin

Firat Tûnç -Fexredîn Kiliç / AW

21 ÇILE 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz têkildarî peyama ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya şandeyê parve kir got: “Li aliyekî hêviya çareseriya pirsgirêka Kurd heye, lê li aliyê din dewlet êrişî Rojava dike û sivîlan dikujin û qeyûm tayîn dikin. 40 sal in li Kurdistanê mafên mirovan binpê dikin.”

Şandeya ku ji parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê, di 28ê kanûna 2024an de çûn li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê, di 29ê kanûnê de peyama ku ji 7 xalan pêk hat bi raya giştî re parve kir. Şandeyê, piştî hevdîtina li Îmraliyê li ser daxwaza Abdullah Ocalan hefteya borî bi partiyên siyasî yên li meclisê û siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin. Li ser wan hevdîtina ji bo çareseriyek demokratîk, rayedarên dewletê li şûna gavan bavêje, her roj dewlet bi SÎHAyan êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Her roj operasyonên siyasî pêş dixin. Rojnamegeran binçav dikin û digirin. Qeyûman tayînî şaredariyan dikin. Ji ber êrîşên Tirkiyeyê zêdetirî 100 hezar şêniyên Şehba û Til Rifhatê koç kirin. Ji 27ê Mijdara 2024an heta niha 2 rojnameger, siyasetmedar, hunermen jî di navde zêdetirî 100 sivîl hatin kuştin. Li Serêkaniyê zêdeyî 100 welatî hatin revandin. Bi sîhayan her roj êrîşî Bendava Tişrînê dikin û dixwazin bendavê biteqînin. Her roj êrîşî firen nan, depoyên genim, stasyonên enerjiye dikin. Hikûmeta Tirkiyeyê hîn jî di şerê li dijî kurdan de israr dike û mafên kurdan binpê dike. Têkildarî êrîşên Tirkiyeyê û binpêkirinên mafan, Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Amedê Ercan Yilmaz Ajansa
Welat re axivî.

Ercan Yilmaz destnîşan kir ku peyamên li îmraliyê bi raya giştî re hatin parvekirin ne nû ne û bi salane ji bo ku pirsgirêkan kurd bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bang dike. Ercan Yilmaz, destnîşan kir ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dixwaze rêya diyaloga bê vekirin û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de ev peyamên ku hat dayîn jî pir girîng e. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêka îroyîn e. Dema ku Komara Tirkiyeyê ava bû Tirkiyeyê nexwast ku gelê kurd bi nasname û bi çanda xwe li ser welatê xwe bijî. Nexwest bibe xwedî statu. Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de peyamên ku tên dayîn û hevdîtinên ku bi partiyên siyasî re tên kirin girîng e.”

‘Pêdivî bi gavên demokrasiyê heye’

Ercan Yilmaz da zanîn ku hemû kes ji bo aştiyeke mayînde bi hêviye û wiha got: “Li aliyekî hêviya çareseriya pirsgirêka kurd heye. Li aliyê din devlet êrişî Rojava dike. Her roj sivîlan dikuje û qeyûm tayin dike. Ev bi hevre nameşe. Divê devlet ji dil nêzî daxwaza kurdan bibe. Divê gavên demokrasiyê bavêje.”

‘40 sal in mafên kurdan binpê dikin’

Ercan Yilmaz bibîr xist ku Dewleta Tirk 40 sal in li Kurdistanê mafên kurdan binpê dike û wiha berdewam kir: “Ev hemû bi rapor, belge hatine çespandin. Ercan Yilmaz, anî ziman ku ew wek 35 şaxên ÎHDê dikarin tecrûbeyê xwe parvebikin û wiha pêde çû: “Ji bo aştiyek mayînde çi bikeve ser milên me em amade ne. Hewceye ku devlet ji bo naskirina mafên kurdan gav biavêje. Ji ber ku kurd jî xwediyê mafên xwe ne. Dewletê pirsgirêka kurd pêş xist. Ji ber vê yekê divê dewlet gav bavêje. Divê hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl jî rola xwe ya çareseriyê bilîzîn.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne