Çapemeniya Îranê ragihand ku wê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi Qeteriyên bi DYAyê re navbeynkarin re bicive.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendevanan a Îranê (ISNA), wê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi Qeteriyên navbeynarkiyê bi Îran û DYAyê re dike bicive.
Beriya niha Eraqçî daxuyanî dabû û destnîşan kiribû ku ji navbeynkaran li ser şertên pêşkêşî DYAyê hatî kirin li ser vekirina Tengava Hurmizê hê ti bersiv negirtine, anîbû ziman ku li benda bersivê ne.
Li bendê ye ku navbeynkar bersiva DYAyê ya têkildarî şertên Îranê bigihîne şandeya Îranê.













