• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin berdan

Amed / AW

7 NÎSAN 2026 - 13:18
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Danişîna yekemîn a doza 6 endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê biryar da ku her 6 ciwan bên berdan.

Danişîna yekemîn a doza endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê yên bi navê Ferhat Gezer, Yûsûf Demîrpolat, Suleyman Kahraman, Halît Konûk, Haşîm Kûtlûk û Ozcan Dal ku di 21ê Cotmeha 2025an de li Amedê hatibûn girtin, li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Ji ciwanên ku bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” , “tevî ku polîsan hişyarkirine belav nebûne” , “Li dijî polîsan li ber xwe dane” , “Bi awayekî zanebûn peywîrdarekî cemaweriyê birîndar  kirine” û “Zirar dane mal û milkê cemaweriyê” dihatin darizandin Ferhat Gezer negirtî dihate darizandin. Malbatên ciwanan û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir.

Dozgeriya ku mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir, xwest ku girtina ciwanan bidome. Ciwanên ku parastina xwe kirin tiştên ku pê dihatin sûcdar kirin qebûl nekirin û xwestin ku bên berdan. Pişt re parêzeran jî parastina muwekîlên xwe kir. Parêzeran jî sûcdariyên derbarê muwekîlên xwe de qebûl nekirin û xwestin ew bên berdan.

Piştî parastinan şandeya dadgehê biryar da ku her 5 ciwan bên berdan û danişîn taloqî 16ê Hezîranê kir. Malbatên ciwanên ku piştî 6 mehan hatin berdan ji bo wan pêşwazî bikin çûn ber deriyê Girtîgeha Amedê.

Çi bûbû?

Platforma Ciwanên Welatparêz ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve” di 18ê Cotmehê de meşek li dar xistibû. Piştî meşê ciwan ji aliyê rayedarên AKPî û Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Alî Yerlîkaya ve hedef hatibûn nîşandan.

Polîs di 21ê Cotmehê de li gelek bajaran di ser malan de girtibûn û 6 ciwan hatibûn binçavkirin. Ciwanên ku 3 rojan di binçavan de mabûn û di 24ê Cotmehê de piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Pişti îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Nobedar a Amedê hatibûn kirin. Dadgeriyê biryara girtina ciwanên bi navê Ferhat Gezer (17), Yûsûf Demîrpolat, Suleyman Kahraman, Halît Konûk, Haşîm Kûtlûk û Ozcan Dal dabû.

 

Etîket: Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Ciwanên DEM Partiyê xistine hucreyan û qawişên bêalî li wan ferz dikin

Ciwanên DEM Partiyê xistine hucreyan û qawişên bêalî li wan ferz dikin

20 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne