• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encamnameya Konferansa Navneteweyî: Azadiya Ocalan pêdiviyek dîrokî û qanûnî ye

Enqere / AW

11 KANÛN 2025 - 11:38
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
DEM Partiyê encamnameya Konferansa Navneteweyî eşkere kir. Di encamnameyê de wiha hate gotin: “Ji bo siberoja aştiyê û veguherîna demokratîk a li Tirkiyeyê, di çarçoveya qanûna aştiyê de, di serî de azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên ji doza Kobaniyê û azadiya hemû girtiyên siyasî, ne qenciyek yan tercihek e; ev pêdiviyeke dîrokî û qanûnî ye.”

DEM Partiyê di 6-7ê Kanûnê de li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” bi beşdariya gelek rewşenbîrên navneteweyî li dar xistibû. DEM Partiyê bi îmzeya beşdarên navneteweyî encamnameya konferansê weşand. Di encamnameyê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd wek pêdiviyek dîrokî û qanûnî hate pênasekirin.

Encamnameya konferansê bi vî rengî ye:

“Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî di 6-7ê Berfanbara 2025an de li Stenbolê bi awayekî serkeftî hat lidarxistin. Konferansa me ji 19 welatan, bi temamî ji 5 parzemînan siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên parlamentoyan anîn cem hev ku ew di demên cuda de di warên curbecur de xebitîne. Wekî beşdarên navneteweyî, em êş, wendahî û wêraniya ku ji ber pevçûna zêdetirî 40 salan li Tirkiyeyê qewimîn, ji kûrahiya dil hîs dikin. Ji bo rawestandina vê êşê, divê pevçûn bi tevahî bi dawî bibe û aştiya mayînde bi peymaneke civakî ya demokratîk bê avakirin.

Di vê serdemê de ku gelê Kurd li Tirkiyeyê bi zilm û vederkirinê re rû bi rû ye, em pêvajoya ku bi pêşengiya Birêz Ocalan hatiye destpêkirin wekî derfeteke girîng ji bo gelên Tirkiyeyê dibînin. Digel vê yekê pir girîng e ku ev pêvajo bi awayekî berfirehtir, çêker û encamgir bê meşandin.

Dema ku meylên otorîter û faşîst li seranserê cîhanê zêde dibin, civak hewceyê rêbertiyekê ye ku dikare rêya aştiyê veke. Birêz Ocalan nîşanî civaka navneteweyî daye ku ew dikare li hember tundûtûjiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn hem bi awayekî pratîkî û hem jî bi awayekî rewşenbîrî, rêya aştiyeke mayînde veke. Ji ber vê yekê, em Abdullah Ocalan ne tenê wekî nûnerê gelê Kurd, di heman demê de ji bo aştî, veguherîna demokratîk û pirrengiyê ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn wekî aktorekî girîng dibînin.

Pêvajoya Aştiyê ya ku ji aliyê Birêz Ocalan ve di 27ê Sibata 2025an de hat destpêkirin, ji bo rawestandina pevçûnan derfeteke dîrokî ye. Biryara PKKê ya ji bo rawestandina têkoşîna çekdarî û xwefesihkirinê, ber bi aştiyê ve gaveke wêrek û dîrokî ye. Ev gav ji bo bidawîkirina pevçûn û bêîstîqrariya demdirêj a li herêmê derfeteke mezin pêşkêş dike.

Di demeke wisa de ku li çar aliyê cîhanê şer û pevçûn zêde dibin, biserketina vê pêvajoya aştiyê ne tenê ji bo Kurdan û gelên Tirkiyeyê, lê di heman demê de ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê jî rênîşander e.

Encamên ku ji nîqaşên konferansê hatine derxistin ev in:

1 – Wekî ku di biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî hatiye diyarkirin, em rêziknameyên zagonî yên ku Mafê Hêviyê nas dikin û azadiya Ocalan gengaz dikin, ji bo aştiyeke birûmet wekî şert dibînin. Heta Mafê Hêviyê bê bicihanîn, divê gihîştina berhemên rewşenbîrî yên Ocalan û têkiliya akademîsyen û rewşenbîran bi Ocalan re bê misogerkirin. Divê Girava Îmraliyê ji sembola tecrîdê bê dûrxistin û bibe deriyek ji bo aştî û siberojeke azad a Tirkiyeyê. Axir divê hemû şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê bi tevahî bên rakirin.

2 – Em bawer dikin ku divê şer û pevçûn bi rêbazên siyasî bên çareserkirin, diyalog û danûstandin rêya herî guncan e ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde. Li gorî biryara 1325an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, em diyar dikin ku divê jin di danûstandinên aştiyê û pêvajoyên çareserkirina şer de roleke çalaktir bilîzin.

3 – Em nêrîna Abdullah Ocalan dipejirînin a ku diyar dike ku modela netew-dewletê newekheviya civakî, serdestiya li ser bingeha zayendî û wêrankirina jîngehê kûrtir dike û em girîngiya pêşxistina modelên ku beşdariya wekhev ji bo jinan garantî dikin, demokrasiya herêmî xurt dikin û piştgiriyê didin hevjiyana aştiyane ya civakên cuda dupat dikin.

4 – Wekî ku di ezmûnên çareserkirina şer ên li çar aliyê cîhanê de jî tê dîtin, bi awayekî lezgîn pêdivî bi veguherîna qanûnî heye. Di vê çarçoveyê de, em bawer dikin ku Tirkiye pêdivî bi peymaneke civakî ya nû û demokratîk heye ku hemû gel, bawerî û nasnameyan li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev dihewîne. Peymaneke civakî ku tu beşekê ji civakê veder nake, dê tundûtûjiyê li Tirkiyeyê bi tevahî ji holê rake.

5 – Wekî di mînakên Başûrê Afrîkayê, Îrlanda, Herêma Baskê û Katalonyayê de hatiye nîşandan ku di seranserê konferansê de hatin nîqaşkirin, divê rêbazên hişk û navendî yên ku dibin sedema pevçûnan, bi rêbazên ku yekîtiya civakê çêdikin û tundûtûjiyê ji holê radikin bên guhertin. Modelên rêveberiya herêmî li Tirkiyeyê divê hem di asta siyasî de û hem jî di asta civakî de bên nîqaşkirin. Em diyar dikin ku divê di çarçoveya van nîqaşan de qanûnên ku rêveberiyên herêmî xurt dikin bên derxistin.

6 – Em helwesta erênî ya Parlamentoya Ewropayê destnîşan dikin; lê belê divê Yekîtiya Ewropayê roleke çalaktir û hîn çêker bilîze. Em bi bîr tînin ku eger pêwîst be û bi razîbûna hemû aliyan, Yekîtiya Ewropayê dikare wekî navbeynkar an garantor beşdarî pêvajoya aştiyê bibe.

Ji bo siberoja aştiyê û veguherîna demokratîk a li Tirkiyeyê, di çarçoveya qanûna aştiyê de, di serî de azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên ji doza Kobaniyê û azadiya hemû girtiyên siyasî, ne qenciyek yan tercihek e; ev pêdiviyeke dîrokî û qanûnî ye. Tecrîda giran a ku ji bîst û şeş salan zêdetir e hatiye ferzkirin, bi qanûnên neteweyî û navneteweyî re li hev nake. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî erkên xwe yên di warê mafên mirovan û hiqûqa mirovane de tevbigerin.

Em vê beyannameyê wekî gaveke dîrokî ber bi aştiyeke mayînde ve dibînin û bang li hemû aliyan dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Em ê pêşveçûna pêvajoyê bişopînin û hêviya xwe ya ji bo veguherîneke ber bi civaka demokratîk û berfireh ve bi biryardarî biparêzin.

Beşdarên Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî.”

 

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîKonferansa Aştî û Civaka DemokratîkKonferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne