• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em Newrozê bikin azadiya fizîkî ya birêz Ocalan’

Navenda Nûçeyan /AW

19 ADAR 2025 - 14:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Gel li Çewlîgê Cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kirin. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û got: “Banga Birêz Ocalan gelek girîng e. Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fizîki ya Birêz Ocalan.”

Gelê Çewligê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bi pêşengtiya DEM Partî, DBPê û TJAyê Newroz pîroz kirin. Pîrozbahî li Kolana Nexweşxaneyê pêk hat. Bi hezaran kes kom bûn û li dora agir Newroz pîroz kir. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewligê Omer Farûk Hulaku, rêveberên DEM Partî, DBPê, aktîvîstên TJAyê û bi hezaran welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Welatî tevî şiliyê jî kom bûn û Newroz bi coşa û kelekcaneke mezin pîroz kirin. Girseyê qada Newrozê bi alên DBP, DEM Partî û kesk, sor û zer xemilandin. Welatî bi cil û bergên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Beriya bername dest pê bike welatiyan li ber def û zirneyê govend gerandin.

Di pîrozbahiyê de ji bo cangoriyên Kurdistanê rêz hat girtin û bernameyê dest pê kir. Ewilî Hevserokên DBPê yên Çewligê Emîne Yalçin û Şevket Kalindamar derketin ser dikê û gel silav kirin. Piştre Parlamenter Omer Farûk Hulaku axivî û diyar kir ku ev Newroz ji bo wan pir dîrokî ye û di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Omer Faruk Hulaku anî ziman ku ev Newroza azadiyê ye û gt: “Banga Birêz Abdullah Ocalan ya dîrokî, çavê hemû gelên cîhanê da ser Kurdistanê. Ev bang jiyanek bi hev re û rûmetî ye. Li Tirkiyeyê bi salan e polîtîkayên înkarê di dewrê de ne. Lê berxwedana me Kurdan bi tevahiya cihanê da nasîn. Me bi hev re li ber xwe da. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Piştre Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar agirê Newrozê pêxist û gel dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Girseyê li dora agir govend gerand û dirûşm berz kirin.

Pişî agirê Newrozê geşkirin, Stranbêj Ozlem Baglayan derket ser dikê û stran gotin. Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir û wiha got: “Ez binavê DBPê va silav dikim. Di rojên dîrokî bangek dîrokî de derbas dibin. Desthilatdar polîtîkayên tune kirine kar tînê. Lê em pir rengin. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîrokî ye. Banga civakek demokratîk e. Dijî politîkayên asîmîlasyona û qeyûme me berxwe da. Û me got qeyûm ne tenê li Kurdan re were. Îro me dît ku li Stenbolê sedan kes hat binçavkirin. Demokrasî hewceye tevahiyê Tirkiyeyê. Em dijî qeyûm ji tecrîdê ji berxwedan. Îro pêvajo tê axavtin bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gelê Kurd çawa ku sedan salan e berxwe dide îro ji dora banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat cem hev. Polîtîkayên taybet meşa gelê Kurd nesekinand. Em di ve erdnigariyê de agire azadiyê ne. Aliyek pêvajo tê axaftin lê Rêberê Gelê Kurd hej jî zindane ye. Pêvajo welê nameşe. Pêwîst e mafê hêviyê bê bikaranîn. Piştî bangê pêwist e dewlet wextê gavek din nemîne û gav biavêjê. Gelê Kurd evqas şer ji hej dibejê aştî. Ev Newroz bibe azadiya Rêberê Gelê Kurd. Çawa ku Çewlîg xwedi vîna xwe derket niha jî xwedî Rêberê xwe diderkeve. Rêya me vekirî be.”

 

Etîket: ÇewlîgÇigdem kiliçgun UçarNewrozNewroza 2025anNewroza2025an
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Bongilanê cezayê pere li alîgirên Amedsporê hate birîn

Li Bongilanê cezayê pere li alîgirên Amedsporê hate birîn

21 ÎLON 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêwîst e rêya ku Rêber Ocalan vekiriye bibe rêya me hemûyan

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêwîst e rêya ku Rêber Ocalan vekiriye bibe rêya me hemûyan

23 TEBAX 2026
‘Em ji ber vejîna çand û kevneşopiya xwe kêfxweş in’

‘Em ji ber vejîna çand û kevneşopiya xwe kêfxweş in’

26 TÎRMEH 2026
Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

24 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026
Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

19 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne