• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em ji bo aramiyê û aştiyê tev li mitînga 1ê Gulanê bibin’

Fexredîn Kiliç / AW

29 NÎSAN 2025 - 10:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Amed – Berdevkê Platforma Şaxan a KESKa Amedê Mehmet Nûr Ûlûs têkildarî 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran diyar kir ku cihê şer lê hebe karker û gel ne aram in û her kes vexwend mitînga 1ê Gulanê ya Amedê.

Di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Lijneya Kordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOBê û Odeya Bijîjkan a Amedê de wê bi dirûşma “Ji bo Azdiya Kedê û Civaka Demokratîk Di 1ê Gulanê de Em li Qadan in” di 1ê Gulanê de saet di 12.00an de li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîngek were lidarxistin. Di mitînga ku wê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî cih bigire de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz û endamê Konseya Navendî yê Yekitiya Bijîjkan a Tirk (TTB) Şerîf Demîr dê weke axivêr biaxivin. Her wiha hunermend Kasim Taşdogan û Helîm Omerî jî dê di mitîngê de derkevin ser dikê.

Berdevkê Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê û Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Mehmet Nûr Ûlûs têkildarî bernameya 1ê Gulanê ya Amedê axivî û her kes vexwend mitînga 1ê Gulanê.

‘Divê ji bo mafê keda xwe têkoşînê bidin’

Mehmet Nûr Ûlûs dîroka 1ê Gulanê ji bo karker û kedkaran gelek girîng e û wiha got: “Ji bo mafê karker û karmendan bê standin têkoşîneke pir mezin hatiye meşandin. Di vê têkoşînê de gelek bedel jî hatine dayîn. Em dizanin kîjan alê hildigirin. 1ê Gulanê piştgiriya karker û kedkaran e. Gelê me hemû kedkar e, kedek didin. Divê ji bo mafê keda xwe têkoşînekê bidin. Xwe bi rêxistin bikin.”

Mehmet Nûr Ûlûs ji bo mitînga 1ê Gulanê bang li hemû karker, karmend û gel kir ku tev li mitîngê bibin û wiha berdewam kir: “Kesên xwe weke bindest dibînin û neheqî li wan tê kirin vedixwînin qada Îstasyonê. Ji bo vê yekê jî xebatên me temam bûn e. Em dixwazin karker û kedkarên li senayiyê jî tev li mitîngê bibin. Ji bo vê jî em di nava liv û tevgerê de ne.”

‘Ji bo gel bikare debara xwe bike divê aştiyek pêk were’

Mehmet Nûr Ûlûs diyar kir ku 1ê Gulanê ji bo wan di heman demê de roja peyam dayînê ye û wiha pê de çû: “Bangawaziyên me gelek zêde ne. Em dibêjin ku heke li vir şerek dijwar hebe, karmend û gel ne aram in. Nikarin debara xwe bikin. Bi vê esasê em mêze dikin. Ji ber vê yeke divê aştiyeke birûmet li vê erdnîgariyê ava bibe. Peyama me ya herî mezin ev e. Li aliyê din pirsgirêkeke ji aliyê demokratîkbûnê ve heye. Civak ne demokratîk e. Kes nikare fikrê xwe bibêje. Ev tundiyeke. Em vê tundiyê qebûl nakin. Em weke karker, karmend li kargehan dixebitin lê nikarin mafê xwe bigirin. Pirsgirêkên me yên ji bo girtina mafê xwezayî pir zêde ne. Em jî dê li qadê van peyaman bidin û dengê xwe derxînin. Ji sala 2015an şûn ve hevalên me bi awayekî neheq ji kar hatin avêtin. Ji bo li ser pirsgirêka kurd tiştek gotiye an di kargehê de kurdî axivîne ji kar hatin avêtin. Ev yek weke sûc hatiye dîtin û hevalên me ji kar hatine avêtin. Ev neh sal in hêj hevalên me nehatine ser karên xwe, dozên wan berdewam dikin û li bendê ne ku mafê xwe wergirin. Divê ev hevalên me werin ser karê xwe û divê ev neheqî bê bidawîkirin. Her wiha di nava ciwanan û gel de bêkariyek heye, nikarin kar bibînin pirsgirêkeke herî mezin ev e. Zanîngehê dixwînin li benda ezmûnê dimînin kar nabînin. Dema pirsgirêkek ji aliyê aboriyê ve derdikeve dibêjin em ê teserûf bikin, hejmara karker û karmendan kêm dikin. Em van qebûl nakin. Em ê li qada 1ê Gulanê van peyaman bidin. Û ji bo ku bangên me bên bicih em ê têkoşîn û piştgiriya xwe mezin bikin.”

Gel vexwend mitînga 1ê Gulanê

Mehmet Nûr Ûlûs hemû gelê Amedê vexwend mitîngê û got: “Em ji gelê Kurd û gelê Amedê re vê dibêjin. 1ê Gulanê piştgiriya ji bo hemû gel e. Lazim e em di vî warî de di 1ê Gulanê de cih bigirin. Bi girseyeke mezin em mitînga xwe pêk bînin ku bangên me bigihe armanca xwe. Ji ber vê yeke em dîsa bang dikin ku gelê Amedê, karker, karmend û hemû gelê xwe vedixwînin Qada Îstasyonê.”

 

Etîket: 1ê GulaneDİSKKESKTMMOB
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

16 TEBAX 2026
TMMOB: Şewata li Licê ji ber xemsariyê derketiye

TMMOB: Şewata li Licê ji ber xemsariyê derketiye

29 TÎRMEH 2026
Platforma Şiyar Be û KESK: Têkoşîna li dijî tiryakêşiyê berpirsiyariya hevpar e

Platforma Şiyar Be û KESK: Têkoşîna li dijî tiryakêşiyê berpirsiyariya hevpar e

22 TÎRMEH 2026
Li Wanê qurbaniyên Pirsûsê hatin bîranîn

Li Wanê qurbaniyên Pirsûsê hatin bîranîn

20 TÎRMEH 2026
Li Wanê banga têkoşînê: Rejîma qeyim polîtîkaya qirkirina ekolojîk dimeşîne

Li Wanê banga têkoşînê: Rejîma qeyim polîtîkaya qirkirina ekolojîk dimeşîne

19 TÎRMEH 2026
‎Çalakiya rûniştinê ya KESKê bi dawî bû

‎Çalakiya rûniştinê ya KESKê bi dawî bû

18 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne