• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em girtina Abdullah Ocalan qebûl nakin’

Amed / AW

27 NÎSAN 2025 - 13:37
Kategorî: ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, di kongreya partiya xwe ya Amedê de axivî û bal kişand ser gavneavêtina dewletê ya têkildarî pêvajoya heyî û got: “Divê desthilat rê li ber vê pêvajoyê veke û azadiya Birêz Abdullah Ocalan pêk bê. Em girtina wî qebûl nakin.”

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê 6emîn Kongreya Xwe ya Awarte bi dirûşmeya “Bi Civaka Rêxistinkirî re Em Ber bi Azadiyê ve Dimeşin” li Eywana Dawetê ya Ayaz Eleganceyê ya li navçeya Peyas a Amedê li dar xist. Di eywana kongreye de zaravayên kurmancî û kirmanckî yên Kurdî pankartên “Ma bi komelêkê rêxistinbîyayî ver bi azadîye rayra şinê” , “Bi îradeya teorîk û pratîk ber bi civaka demokratîk ve”, “Bi cinîya azade ver bi komelê demokratîkî”, “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî biserkevin”, “Bi civaka demokratîk ber bi aştiya bi rûmet ve”, “Perwerde de ziwanê dayîke cuye de ziwanê dayîke”, “Sosyalîzm bê azadiya jinê nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin daliqandin. Eywana kongreyê bi alên DBPê hate xemilandin. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Dayikên Aştiyê û Edaletê, Hevşarêdarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, hevşaredarên navçeyan, Hevserokên DBPê yên Amedê Sûltan Yaray û Mehmet Şirîn Gurbuz, Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, endam û rêveberên DBPê û DEM Partiyê yên Amed û navçeyên wê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes beşdar bûn. Beriya kongreyê beşdarvanan li ber stranên hatin lêxistin govend gerandin.

 

Kongre bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. Dû re ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê rêzgirtin hate kirin.

‘Birêz Abdullah Ocalan rê li me vekir’

Ewilî Hevserokê DBPê yê Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz axivî û bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Birêz Abdullah Ocalan pêşî li me vekir û rêya me ronî kir. Di vê meşê de çi bikeve ser mile me em ê bikin. Azadiya gelê kurd û birêz Abdullah Ocalan nêz e. Li Rojava konferansa gelê kurd civiya. Bijî yekitiya gelê kurd. Rêya me dirêj e, rêya me rêya Serok Apo ye, rêya me vekirî ye.”

‘Em ê têkoşînê bilind bikin’

Dû re endama dîwanê Hulya Ûyanik Alokmen peyama ku jinên ji Girtîgeha Amedê şandibû xwend. Pişt re Hevseroka DBPa Amedê Sûltan Yaray axivî û diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya azadî û aştiyê bimeşînin û got: “Em ji vir silav dişînin Îmraliyê, Banga Rêberê Gelê Kurd cîhan ronî kir. Em jî dê vê têkoşînê bilind bikin.” Sûltan Yarayê serkeftin ji rêveberiya nû ku dê bêhilbijartin re xwest.

 

‘Divê em jî li Bakur hêza xwe bikin yek’

Pişt re Hevşardarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn diyar kir ku konferansa li Rojava pêk hatî hêvî da gelê kurd û wiha got: “Divê em jî li Bakurê Kurdistanê hêza xwe bikin yek û aştî û azadiyê bînin. Bar barê me tevan e. Em jî dê ax, av û welatê xwe azad bikin. Ji bo keda hevalan spas dikim û serkeftinê ji hevalên peywîrê distînin re dikim.”

‘Pirsgirêka gelê kurd a li Tirkiyeyê heqîqet e’

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî axivî û bal kişand ser konferansa yekrêziya kurd a li Qamişloyê pêk hat û destnîşan kir ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin hêviyê mezin dikin. Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku pêvajoya niha tê meşandin ne pêvajoyeke nû ye û wiha got: “Pirsgirêka gelê kurd a li Tirkiyeyê heqîqet e û divê were çareserkirin. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û ev barekî giran dide ser milê me hemûyan. Pêdiviya me bi azadiya gelan heye. Divê em civaka demokratîk ava bikin.” Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewletê û destnîşan kir ku destûr nadin vê yekê. Çîgdem Kiliçgun Ûçar qala Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya duh li Amedê hate avakirin kir û got ku divê herkes bi berpirsyartî tev bigere.

‘Derman civaka demokratîk e’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Derman civaka demokratîk û jiyaneke ku civak bibe kirde ye. Peywîra di pêşeroja me de ew e ku em civaka demokratîk ava bikin. Binêrin Îmrali qada tecrîdê ye. Hevalên me yên 30 sal in di girtîgehan de ne nayên berdan, em di hiqûqa vê dewletê de nînin. Em tişta ku dikeve bere me dizanin. Divê desthilat jî amade be û rê li ber vê pêvajoyê veke. Divê azadiya Birêz Ocalan pêk were. Em girtina wî qebûl nakin. Gelê kurd û hêzên demokrasiye qebûl nakin. Gelên Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên ewlehiyê winda dikin. Ji ber vê yeke banga birêz Ocalan hate qebûlkirin. Niha divê ev bang were bicihanîn. Bi dayikan, ciwanan re divê em vê berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Ji zindanan heta têkoşîna ciwan û jinan têkoşîna gelê kurd dê bê meşandin. Em ji hevalên me yên nû peywîr girtin silav dikin, rêya we rêya me ye em ê bi hev re serbikevin.”

Hevserokên nû hatin hilbijartin

Pişt re raporên xebatê û maliyeyê hatin xwendin. Dû re Rûçem Vefa Elyakût û Ahmet Dogan weke Hevserokên DBPa Amedê hatin hilbijartin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne