• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em ê bi Serokê xwe re li vir hejîran bixwin’

8 NÎSAN 2025 - 18:47
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 4ê Nîsanê 76emîn salvegera rojbuna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Gundê Xirarê yê Dêrikê darên heşîrê û zeytunan çandin. Dayika Aştiyê Helîme Kaya bi gotina ‘Em li vir darên hejîran diçînin. Em ê li vir bi Serok re hejîran bixwin.’ hestê azadiyê anî ziman.
Xwişka  Ferhat Kurtay Rabîa Kurtay jî tev li çandiniya daran bû. Li gund darên hejîr û zeytûnan çandin, helbest xwendin û pasta birîn. 

Çalakî û pîrozbahiyên ji bo 4ê Nîsanê 76emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin. Komek aktîvîstên TJAyê li Gundê Xirarê yê Navçeya Dêrika Mêrdînê kom bûn û darên heşîrê û zeytûnan çandin. Dayikan piştî çandiniya daran pastayê li ser “76emîn rojbûna te pîroz be” nivîsandin jê kirin. Li vir ewil endama Dayikên Aştiyê Helîme Kaya axivî û got: “Em ji bo Serokê xwe li vir darên zeytûn û hejîran diçînin. Serokê me dê azad bibe. Aştî dê bê. Em û Serokê xwe dê bi hevre bên li vir hejîran bixwin. Ev dar, darên Serok in. Em ê bi hevre bijîn.”

Xwişka Ferhat Kurtay Rabîa Kurday jî tev li çandina daran bû û hest û hezkirina xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi van gotinan anî ziman: “Ev dar li Serok pîroz be. Em bawer dikin ku dê Serok her dem mîna van daran hişîn be. Em dixwazin serokê me din ava me de me. Em dixwazin em û Serok bi hevre bijîn. Hebûna Serok hebûna jinê ye. Azadiya Serok Azadiya jinê ye.”

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin Devrîm Demîr jî anî ziman ku bi heviya ku ev şitlên daran ji bo jinan û hemû gelê Kurd azadiyê zîl bidin diçînin û got: “Bi hesta ku azadî li hemû Kurdistanê belav bibe, em van daran diçînin. Bi heviya rojên xweş û azad serkeftin ya me ye.”

Hevseroka MEBYA-DERê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn jî 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelê Kurd pîroz kir û got: “Em vê rojê li hemû gelê Kurd û Kurdistanê pîroz dikin. Çavê me tevan li rêya azadiya fizîkî ya Serok e. Banga Serok a 27ê Sibatê heviyên gelek mezin da me tevahiya gelan. Em hevî dikin ku ev baweriya me neyê şikandin. Baweriya me bi Serokê me, bi gelê me û bi rêxistina me heye. Em li her derê yekîtiya xwe xurt bikin. Em li her derê xwe bi rêxistin bikin. Em xwe bi rêxistin bikin. Heta niha dewletê tu gav neavêtiye. Li aliyekî şer û li aliyekî aştî nabe. Em dixwazin dewlet jî gavên şênber bavêjin. Wan bi xwe bang kir. Gotin bila Serok were li meclisê bi axive. Em dixwazin li gotinên we xwedî derkevin. Heta ku li gotinên xwe xwedî dernekevin baweriya me bi wan nayê. Lê heta dawî em bi Serok bawer in û heta dawî em li pey Serok in. Em dixwazin demek berî demekê Serok di nava xwe de bibînin.”

Gurbet Tekîn piştî axaftinê helbesta xwe ya 26 sal berê piştî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsî bû xwend û got:

“Ey serokê neteweyî
Wan xayin û nezanan te dan destê xwînxwaran
Wan got qey Kurd xelas bûn
Nizanin te bi sed hezaran
Nizanin te bi milyonan Kurd rakirine ser piyan
Ji zarokên dergûşê heta kalen zemanan,
Em kor bûn em bi çav in,
Em ker bûn em bi guh in,
Em bê dest bûn em bi dest in,
Em bê ruh bûn em bi ruh bûn,
Em nezan bûn em zane ne,
Sonda me bi axa me ye,
Sonda me bi xwîna me ye,
Ey serokê Netewî ev giş hebûna te ye
Em gelê Kurd nezan bûn, em giş hêsîr û kole bûn,
Me xwe nas nedikir, ne nizanibû ax çiye,
Ey keç û xortên ciwan hûn kezebê dayikan,
Me hûn xelat kirine ji bo axa Kurdistan,
Ey serokê neteweyî ev giş hebûna te ye.”

Komê piştî axaftinan ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pasta birîn û bê navder drûşmeyê “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Aktîvîstên TJAyê piştî axaftin û birîna pastayê dar çandin.

Etîket: Gurbet TekînRabia Kurtay
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gurbet Tekîn: Tirkiye bi çeteyan êrîş dike

Gurbet Tekîn: Tirkiye bi çeteyan êrîş dike

17 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne