• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em bi saya şehîdan li ser piyan in’

    ‘Em bi saya şehîdan li ser piyan in’

    ‘Li Sûriyeyê ji bo Kurdan merhaleyeke nû dest pê kir’

    ‘Li Sûriyeyê ji bo Kurdan merhaleyeke nû dest pê kir’

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 27ê TEBAXA 2026an

    Dewletên Ereb û Ewropayê entegrasyona HSDê pîroz kirin

    Dewletên Ereb û Ewropayê entegrasyona HSDê pîroz kirin

    Li Menemenê li dijî êrîşên nîjadperest daxuyanî: Karkerên Kurd ne bi tenê ne

    Li Menemenê li dijî êrîşên nîjadperest daxuyanî: Karkerên Kurd ne bi tenê ne

    Bakirhan: Ev pêvajo, pêvajoya diyalogê ye

    Bakirhan: Ev pêvajo, pêvajoya diyalogê ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Omer Demîr / AW

27 TEBAX 2026 - 08:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Welatiyên ku li Stenbolê beşdarî bîranîna şehîdan bûn, diyar kirin ku ew bi saya şehîdan îro serbilind in û wiha gotin: “Pakrewanên me ji bo azadiya xwe û gelê xwe tevgeriyan. Em bi saya şehîdan li ser piyan in.”

Piştî Tevgera Azadiya Kurdistanê şehîdên xwe yên di dem û di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane aşkere kir, li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê bernameyên bîranînê tên lidarxistin. Bi hezaran welatî beşdarî bernameyên bîranînê dibin û xwedî li şehîdên Kurdistanê derdikevin. Li Stenbolê jî bi rojan e ku li gelek navçeyan bernameyên bîranînê û şînê tên lidarxistin. Welatiyên ku beşdarî şîna şehîdan bûn, ji ajansa me re axivîn.

‘Em bi şehîdên xwe serbilind in’

Dayika bi navê Kamîle Koç bal kişand ser girîngiya têkoşîna Tevgera Azadiyê û wiha got: “Em bi saya şehîdan li ser piyan in. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Demekî em ji leşkeran li gundan direviyan. Bi saya şehîdan em îro hatine vê astê. Em naxwazin zarokên me şehîd bikevin. Em bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Em bindestiyê qebûl nakin. Heta dawiyê em li ser piyan in. Bila tevahî gelê Kurd mafê xwe bixwaze. Em Serokê xwe dixwazin.”

‘Divê em xizmeta şehîdên xwe bikin’

Abdurrahîm Yildirim anî ziman ku şehîdî, baweriyek e û wiha axivî: “Ew kesê ku herê axa kesekî din dagir bike, şehîd nabe. Kesek ku bi pere herê cihêkî din û li wir dagir bike, nabe şehîd. Berjewendiya cîhanê di serê pakrewan û şehîdên me re derbas nabe. Pakrewanên me ji bo azadiya xwe û gelê xwe tevgeriyan. Heta ku derfet di destê me de hebe, divê em xizmetê şehîdên xwe bikin.”

‘Dilê me dişewite’

Dayik Zahîde Îlbas destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û got: “Em daxwaza aştiyê dikin ku şehîd nebin. Dilê me dişewite. Em daxwaza mafê xwe û azadiya xwe dikin. Em Serokê xwe dixwazin. Bila deriyên girtîgehan vebin. Gerîla ji bo mafê gelê xwe çûn ser çiyê û şehîd ketin. Em naxwazin êdî gerîla şehîd bikevin.”

‘Em ji bo ax û gelê xwe têdikoşin’

Dayika Gulbahar Avci jî diyar kir ku şehîd ji bo wan ji her tiştî girîngtir e û got: “Em ji bo ax û gelê xwe têdikoşin. Şehîdên me jî di vê rêyê de canê xwe dan. Divê em jî xwedî li şehîdên xwe derkevin. Îro dilê tevahî gelê Kurd dişewite. Em aştiyê dixwazin.”

Etîket: Abdurrahîm Yildirimbîranîna şehîdanGulbahar AvciKamîle KoçStenbolTevgera AzadiyêZahîde Îlbas
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

26 TEBAX 2026
Li Wanê di roja sêyemên de şîna şehîdan didome

Li Wanê di roja sêyemên de şîna şehîdan didome

26 TEBAX 2026
Wêneyên bîranîna Stenbolê: Dem têra oxirkirinê nekir

Wêneyên bîranîna Stenbolê: Dem têra oxirkirinê nekir

23 TEBAX 2026
Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

23 TEBAX 2026
Li Stenbolê bîranîna cangoriyan: Em ê wek şehîdan têkoşînê bilind bikin

Bernameyên bîranînê li Stenbolê bi dawî bûn

23 TEBAX 2026
Li Stenbolê bîranîna cangoriyan: Em ê wek şehîdan têkoşînê bilind bikin

Li Stenbolê bîranîna cangoriyan: Em ê wek şehîdan têkoşînê bilind bikin

23 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne