• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em aştiyê dixwazin ji ber ku divê Abdullah Ocalan azad be’

Amed / AW

5 MIJDAR 2025 - 08:14
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn têkildarî kampanyaya îmzeyê ya “Aştiyê dixwazim ji ber ku” diyar kir ku li Amedê bi deh hezaran îmze hatine komkirin û got: “Me vê kampanyayê ji bo xatirê aştiyê da destpêkirin, ji ber ku gelê me êdî li benda aştiyê ye.”

Di 17ê Îlonê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kampanyaya îmzeyê ya bi dirûşma “Aştiyê dixwazim ji ber ku” dabû destpêkirin. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kampanya berdewam dike. Îmzeyên ku hatine komkirin dê radestî Serokatiya Meclîsa Tirkiyeyê bên kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn têkildarî kampanyayê axivî.

‘Ji bo pêvajo were fêmkirin me gelek xebat kirin’

Abbas Şahîn diyar kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo dest pê kir û got: “Ev pêvajo ji heman pêvajoyên din cudatir e. Di vê pêvajoyê de derket holê ku divê hişmendiya desthilatê jî were guherandin. Ji bo ev pêvajo wekî pêvajoya guherandinê hat dîtin. Ev pêvajo ji bo bi ser bikeve rêyeke dirêj li pêşiya me ye. Pirsgirêken 100 salan hene ev jî bi çend rojan çareser nabin. Me jî ji bo pêvajo were fêmkirin gelek xebat li dar xist.”

‘Gel xwedî li vîna xwe derdikeve’

Abbas Şahîn destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vînek derxistiye holê û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ez ê vê pêvajoyê heta dawiyê bibim. Gelê Kurd jî xwedî li vîna birêz Abdullah Ocalan derdikeve. Ji bo ev vîna Rêberê Gelê Kurd bê fêmkirin me bi hezaran civîn li dar xist û em bi gel re hatin cem hev. Di pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de veguherandina hişmendiyê heye, divê hişmendiya desthilatê jî were guherandin. Heke ev pêk neyê aştî jî pêk nayê.”

‘Divê Rêberê Gelê Kurd azad be’

Abbas Şahîn anî ziman ku kampanyaya îmzeyan a “Aştiyê dixwazim ji ber ku” berî mehekî dest pê kir û di dawiyê de ev yek got: ““Me bi ve kampanyayê re gelek xebatên din jî meşand. Gel bi tevlibûna xebatan vîna xwe nîşan da. Me vê kampanyayê ji bo xatirê aştiyê da destpêkirin, ji ber ku gelê me êdî li benda aştiyê ye. Li Amedê bi deh hezaran îmze hatine komkirin. Kampanya hê jî berdewam dike. Em ê van îmzeyan bişînin Meclîsê. Li 17 navçeyên Amedê kampanyaya îmzeyan didome. Em aştiyê dixwazin ji ber ku xeyala me ya komareka demokratîk, jiyanak hevpar heye. Em aştiyê dixwazin ji ber ku ev ax aidî me ye. Em naxwazin pêşeroja xwe qurbanî şer bikin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku divê Abdullah Ocalan azad be.”

Etîket: “Aştiyê dixwazim ji ber ku”Abdullah OcalanBanga Aştî û Civaka DemokratîkDEM Partîkampanya îmzeyanpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne