Di hejmara 9emîn a Kovara Ozgur Halkê de, ji nivîskarên kovarê Elîşêr Hêlîn bi gotara xwe ya bi sernavê “Wekî Lêgerîneke Azadiyê Vegera li Xwezayê” têkiliya mirov, civak û xwezayê, krîza ekolojîk û feraseta jiyana azad bi hûrgilî dinirxîne. Elîşêr Hêlîn diyar dike ku qeyrana ekolojîk a heyî encama rasterast a feraseta sermayedar û hişmendiya desthilatdar e ku xwezayê talan dike.
Nivîskar Elîşêr Hêlîn, kûrbûna di xeta ekolojîk de û vegera li xwezayê ji bo Kovara Ozgur Halkê nirxand. Elîşêr Hêlîn di gotara xwe de balê dikişîne ser girîngiya hişmendiya ekolojîk û destnîşan dike ku li dijî talankirina sîstema kapîtalîst, yekane rêya rizgariyê avakirina jiyaneke li hevûdu ya bi xwezayê re ye.
‘Talan û qirêjkirina xwezayê encama sîstema sermayedariyê ye’
Hêlîn di nivîsa xwe de van nirxandinan dike: “Têkçûna hevsengiya ekolojîk û qetîna mirov ji xwezayê ne tesaduf e; di cewherê xwe de encama rasterast a zihniyeta dewletparêz û sîstema sermayedariyê ye. Sîstema serdest ji bo berjewendî û qezencên xwe yên aborî xwezayê wekî tiştekî bêgiyan dibîne û bêserûber talan dike. Dema ku mirov ji xwezayê dûr dikeve, di heman demê de ji cewher û azadiya xwe jî dûr dikeve.”
‘Pêwîstiya civakê bi paradîgmaya modernîteya demokratîk heye’
Li ser mijarê Elîşêr Hêlîn destnîşan dike ku nêzîkatiyên klasîk û reformîst nikarin bibin bersiv ji aloziya ekolojîk re û tîne ziman ku divê di her qada jiyanê de stûna ekolojîk a modernîteya demokratîk bibe bingeha jiyanê. Elîşêr Hêlîn wiha didomîne: “Çareseriyên ku sermayedary bi xwe pêşkêş dike, krîzê aloztir dikin. Li dijî vê talanê, veguhastina zihniyetê û pêşxistina hişmendiyeke ekolojîk ku xwezayê wekî parçeyekî jiyanê dibîne, yekane rêya avakirina jiyana azad e.”
‘Têkoşîna ekolojîk parçeyekî bingehîn ê azadiyê ye’
Di gotarê de cihê sekna ekolojîk di nav têkoşîna civakî de bi taybetî tê destnîşankirin. Elîşêr Hêlîn diyar dike ku berxwedana li dijî qirkirina ekolojîk rasterast têkoşîna azadiyê bixwe ye û wiha dibêje: “Hêza ku dê xwezayê û civakê ji vê qirêjiyê rizgar bike, zihniyet û pratîka rêxistinkirî ya civaka ekolojîk e. Dema ku civak li dijî talana xwezayê xwedî li ax, av û daristanên xwe derkeve, dê plana kapîtalîzmê ya mêtingeriyê vala derkeve.”
‘Avakirina hişmendiya ekolojîk mercê serkeftinê ye’
Elîşêr Hêlîn guherîna zîhniyetê û erkên serdemê jî dinirxîne û balê dikişîne ser girîngiya helwesteke felsefî û pratîkî. Elîşêr Hêlîn destnîşan dike ku azadiya civakê û azadiya xwezayê ji hev qet nayên veqetandin û vê yekê tîne ziman: “Ji bo ku em ji vê krîza kûr derkevin, divê em di sekna xwe ya rojane û jiyanî de vegerin ser cewherê xwe. Jiyana azad tenê di nav xwezayeke azad û bi hişmendiyeke ekolojîk mimkun e.”
‘Pêşeroja azad bi vegera li xwezayê pêkan e’
Di dawiya gotara xwe de Elîşêr Hêlîn banga bilindkirina têkoşîna ekolojîk û xwedîderketina li xwezayê dike. Elîşêr Hêlîn nirxandina xwe bi van hevokan bi dawî dike: “Ruhê serdemê ji me daxwaz dike ku em li dijî her cure talanê, jiyana ekolojîk li her qadê biparêzin û mezin bikin. Vegera li xwezayê di heman demê de vegera li azadî û cewherê mirovahiyê ye. Niha dem dema wê ye ku em bi îradeyeke ekolojîk paşeroja xwe ji nû ve ava bikin.”













