Rayedarên dewletan û xwediyên şîrketên mezin ên zirara herî mezin didin xwezayê, di COP31ê de li Antalyayê hatin li cem hev û li ser çareseriya xwezaya ku têk birine, nîqaş kirin. Rapor û lêkolînên sazî û rêxistinên ekolojiyê nîşan didin ku zirara herî mezin piştgir û beşdarên COP31ê didin xwezayê.
Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya Guhertina Avhewayê (COP31) 31emîn civîna xwe di navbera 9-20ê Mijdarê de li Antalyayê hat lidarxistin. Beşdar û axiverên bi giranî yan rayedarên ku destûr didin projeyên avhewayê qirêj dikin bikevin meriyetê yan jî xwediyê şîrketên petrol, komir, xaz, kanên madenê û bendavan çêdikin in.
Erdogan: Birîndarkirina mêşhingivê binpêkirina maf e
Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan di axaftina destpêkê ya COP31ê de îdia kir ku di çanda wan de rêzgirtina xwezayê heye û wiha got: “Em neteweyek wisa ne ku birîndarkirina mêşhingivê jî wekî binpêkirina mafan dibînin.” Lê belê, di serdema desthilatdariya Erdogan de projeyên komir, madenan bi milyonan dar hatin birîn, bendavên ewlehiyê hatin çêkirin, zozan hatin qedexekirin. Li Akbelenê ya Mûglayê, ji bo peydakirina komirê ya santralên termîk ên Yenîkoy û Kemerkoyê, daristan û darên zeytûnan hatin jêkirin. Li Licikê di encama hezaza derdora 20 milyon metrekup axa bi siyanûr û metalên giran, 9 karker jiyana xwe ji dest dan. Li gorî lêkolîna Platforma Jîngeh û Çanda Egeyê (EGEÇEP) û saziya lêkolînê ideo, şirketên YK Enerjî ku hevparên wê Lîmak Holdîng û IC Holdîng hevkarên van projeyan in.
Hem piştgirî dan COP31ê hem jî dar jê kirin

Lîmak Holdîng ji aliyê Nîhat Ozdemîr û Sezaî Bacaksiz ve hatiye damezrandin. IC Holdîng jî ji aliyê Îbrahim Çeçen ve hatiye damezrandin û ew niha jî serokê lijneya rêvebirinê ye. Ev her du şirket di malperên xwe de diyar dikin ku ew di lîsteya piştgirên îklîmê ya COP31ê de cih digirin.
Cengîz Holdîng: Bi toza maden û komirê heta konferansê

Mehmet Cengîz serokê Cengîz Holdîngê ye û hevkarê COP31ê ye. Şîrket di warê enerjî û madenê de bi navê Etî Bakir, Etî Alumînyum û Cengîz Enerjî dixebite. Li gorî lêkolîna îdeoyê, projeyên madenê yên şirketê li Artvînê û Murgulê, bi taybetî projeya veqetandina zêr a bi siyanûrê, ji ber xeteraya li ser av û jiyana zindiyan, rastî bertekên hawirdorparêzan hat. Şîrket dixwaze kapasîteya santrala komirê ya Cenalê ya li Çanakkaleyê ji 1.320 megawatan derxe 1.050 megawatan.
Ronesans Holdîng a Erman Ilicak damezrandiye piştgirê COP31ê ye. Li gorî EGEÇEPê, kargeha polîpropîlenê ya şirketê ya li Ceyhanê propanê, berhemên bingehîn ên petrolê bi kar tîne. Ev made rasterast bandoreke neyînî li avhewayê dike. Sînpas Holdîng a Avnî Çelîk damezrandiye jî di nav piştgirên îklîmê de cih digire û ji ber projeyên avahîsazî û geşandina erdên xwezayî ve ji aliyê hawirdorparêz ve tê rexnekirin.
Hem xwedî berjewendî ne hem jî hawîrdorparêz!
Koç Holdîng jî di nav hevkar û piştgirên COP31ê de cih digire. Şîrket xwediyê Tupraşê ya rafîneriyên mezin a petrolê ya Tirkiyeyê ye. Sabanci Holdîng jî di nav hevkariya belavkirina ceyranê de ye. Ev her du şîrket jî di projeyên belavkirina ceyranê de xwedî berjewendî ne û xwe wek parastvanên xwezayê nîşan didin.
103 şîrket û lobiyên fosîlî di COP31ê de ne

Nakokî tenê bi şirketên Tirkiyeyê sînordar nîn e. Li gorî rapora hevkariya Kick Big Polluters Out (KBPO) a 13ê Mijdarê, 103 şîrket û komeleyên pîşesaziyê yên ji ber dibin sedema têkçûna avhewayê başdarî COP31ê bûne. Ji wan 60 komên pîşesaziya sotemeniyên fosîlî û 16 jî fînansekerên vê pîşesaziyê ne.
ExxonMobîl bi 13, Amazon bi 12, TotalEnergies bi 5 û BlackRock bi 5 nûneran tev li COP31ê bûn. Herwiha ji 100 bankayên herî mezin 30ê wan fînansekarên pîşesaziya fosîlî ne û başdarî konferansê bûn. Li gorî daneyên rapora Banking on Climate Chaos 2026, ev banka di navbera 2021 û 2025an de bi giştî zêdetirî 2,2 trilyon dolar ji bo van şîrketan dabîn kir. Ev rêje nêzî ji sedî 40ê tevahiya fînansekirina bankayên cîhanê ya ji bo vê pîşesaziyê ye.
Avusturalya û Brezîlya: Nav diguherin lê aqûbet naguhere

Serokwezîrê Avusturalyayê Anthony Albanese di axaftina xwe ya 11ê Mijdarê de got ku ew dixwazin di veguherîna enerjiyê û pêşxistina çavkaniyên paqij de pêşeng bin. Serokwezîr metirsiya bilindbûna asta avê ya deryayan li dor giravên Pasîfîkê jî sekinî. Li gorî rapora Encumena Îklîmê ya Avusturalyayê ya 23ê Adara 2026an, hikûmeta Albanese destûra 39 projeyên nû yên berfirehkirina çavkaniyên petrol, xaz û komirê daye û projeya gazê ya Woodside li North West Shelf heta sala 2070an û destûra sondajkirina 1.695 bîrên nû yên xazê, heta sala 2081an dirêj kir.
Serokê Brezîlyayê Lula da Silva nû hat hilbijartin û di civînê de bang li dewletan kir ku krîza îklîmê bike mijareke sereke ya siyaseta navneteweyî. Dane û lêkolîn nîşan didin ku daristanên li herêma Amazonyayê bi awayeke rêk û pêk kêm dibin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres jî di axaftina xwe ya 11ê Mijdarê de bal kişand ser polîtîkayên parastina xwezayê û wiha got: “Bi sotemeniyên fosîlî, berhemên mezin tên bidestxistin lê gerstêrka me tê kuştin.”
Ji ber berdevk Tirkiye û Avustralya di pêşnûmeya 19ê Mijdarê de gotinên li ser sotemeniyên fosîlê derxistine, parzûnkirina karbonê û teknolojiyên girtin û depokirinê yên karbonê di pêşnûmeyê de cih negirtine û Welatên li pêş dikevin û welatên Afrîkayê ji bo fînansekirina paqijkirina avhewayê teahudên xurt û şênber dixwazin COP31 heya duh bi şev bi dawî nebû.















