Antalya – Ekolojistên ku li dijî Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) ku 9ê Mijdarê dest pê kiribû û wê heta 20ê Mijdarê berdewam bike de li Lûtkeya Avhevhewayê ya Gelan a li Antalyayê ku di 14ê Mijdarê de dest pê kiribû wê heta 18ê Mijdarê berdewam bike hatin cem hev û nerazîbûn nîşanî talankirina xwezayê dan.
Lûtkeya Avhewayê a Gelan ev 3 roj in li Navenda Kongreyan Mîmar Sînan a li navçeya Kepez a Antalyayê bi panel, forûm û atolyeyan berdewam dike.
Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) a ku li Antalya Expo Centerê bi beşdariya nûnerên zêdetirî 190 welatan berdewam dike jî di qada fermî de bi muzakereyên polîtîkayên avhewayê, panel û pêşangehên teknolojiyên paqij didome.
Çalakvanên ku tev li Lûtkeya Avûhewayê ya Gelan bûn, ji Parka Aydin Kanza heta Qada Cûmhûriyetê bi dirûşmeya “Li dijî sehneyên ku şirket sponsoriya wan dikin em gotina gelan bilind dikin” meşiyan û banga edaleta avhewayê kir.
Ekolojîstên tev li meşê bûn, Ajansa Welat (AW) re axivîn û anîn ziman ku li dijî polîtîkayên sotemeniyên fosîl û wêrankirina ekolojîk çareseriya rastîn di destê gelan de ye.






















