• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

    Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

    Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

    Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

    Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

    Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

    Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

    Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

    Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

    Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

    Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

101 çavkaniyên ku Gola Wanê têr dikin ziwa bûne

Serhat Toptaş / AW

21 COTMEH 2026 - 08:31
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Wan – Mudaxileyên antroposen bi taybetî li ser Gola Wanê û hewzaya golê gefeke mezin e. Ji ber krîza gerdûnî ya avhewayê û mudexileyên mirovan Gola Wanê û hewzeya wê di bin xetereyê de ye û heta niha 101 çavkaniyên ku golê têr dikin, ziwa bûne.

Kortal ango havzaya Gola Wanê, ji ber bandorên antroposen (bandora mirovan a li ser xwezayê) û veguherîna avhewayê ya gerdûnî di bin xetereyê de ye. Gola Wanê gola herî mezin a Kurdistanê ye. Li cîhanê jî gola herî zêde ya ku ava soda lê heye ye. Ji ber mudaxileyên mirovan û krîza avhewayê di astek zêde de hilm dide û ji ber bikaranîna bê hişmendî asta ava wê kêm dibe. Kortala Gola Wanê girtiye, ankû gol derdora xwe av kom dike lê giredana wê bi behran re nîn e. Av jê naçe, ji ber vê ye ku qirêjî di golê de kom dibin û dimînin. Kêmbûna avên çavkaniyên Gola Wanê jî li ser asta wê bandor dike. Ev çavkanî, ji bo çandinî û HESan tên bi kar anîn û berê wan tê girtin. Germbûna gerdûnê jî dibe sedem ku ava golê zêde hilm bide û kêm bibe. Krîza avhewayê jî bandoreke mirovan a li ser xwezayeyê. Bikaranîna zêde yên gazên wekî karbon û metan ezman germtir dike. Dinya çiqas germ dibe av jî zêdetir hilm didin. Ev her du bandor hêmanek antroposen a li ser xwezayê ye.

Bandorên antroposen a li ser kortala Gola Wanê

Ji ber germbûna gerdûnê hilmdana rûye golê zêde dibe. Weke demsalî asta baran û berfe zêde bibe jî asta hilmdane gelek pir e. Ji ber vê jî nikare rê li ber kêmbûna avê bigre. Bi taybetî li beravên tenik ji paş ve kêşana golê pir bûye û bi kîlometreyan erd derketiyê holê. Di beravên Erdîş, Westan û Artemetanê de ev rewş gelek ber bi çav e. Lingên îskeleyan, bermahiyên dîrokî û lîmanên masîvanan piştî vekişîna ava golê derketine holê. Bi qasî 101 çavkaniyên ku Gola Wanê ter dikin ziwa bûne. Ji ber ku ji bo avdanê tên bikaranîn û mudaxileyên antroposen ên weke bendavê nahêlin ev çavkanî bigihîjin golê. Ji bilî vê jî sondajên kûr tên vekirin û ev jî dibe sedem ku hevsengiya avên bin erdê xirab bibe û nema erdê kêm bibe. Qadên derdora Kela Wanê ku mêrg in û qadên sîtê ne; ji bo îmar, çekirina rê û çandiniyê tên xebitandin û ev jî vê qadê teng dike. Bermahiyên ku ji malan û herêma pîşesaziyê derdikevin, rasterast tev li ava golê dibin.

Guherinên zêde li ser Gola Wanê pêk tên

Piştî ji paşve kêşana ava golê, mercanên di bin avê de derketine rûye erdê. Ev mercan di bin avê de zindî ne lê dema ku derdikevin rûye erdê ji ber temasa bi hewayê û bayê re dimirin. Wekî din masiyên kefalên mircanî (încî kefalî) ku cureyeke endemik a golê ne. Kefalên mircanî ji bo zêdebûnê hewceyî pê dibînin ku koçê avên şirîn bikin. Çemê Bendîmahiyê jî yek ji rêyên kefalên mircanî ye. Lê Çemê Bendîmahiyê ber bi ziwabûne ve diçe. Ji ber ve jî nifşên nû yên vê masiyê di bin xetereyê de ye. Li gorî hin modelên avhewayê ya zanistan, dê kortala Gola Wanê jî ber bi germbûne ve biçe. Li gorî van modelan tê payîn ku avhewaya kortala golê di demeke nêz a siberojê de weke avhewaya Behra Spî bibe. Ev rewş wê bi xwe re piştî 2030yan xetereya kêmbûna ava vexwarin û bikaranîne jî bîne. Gelek çem û golên biçûk jî yên li derûdora Gola Wanê ber bi ziwabûnê ve diçin. Hetan niha bi qasî 101 çavkaniyên ku Gola Wanê têr dikin ziwa bûne. Di nav kortalê de golên biçûk ên weke Gola Spî, Gola Qeşe û Gola Gilover hema bejê ziwa bûne.

Xetereya herî mezin qirêjî ye

Li gorî pisporan xetereya li ser Gola Wanê ya herî nêz ne kêmbûn an jî paşve kêşana avê ye, li gorî wan qirêjbûna Gola Wanê pisgirêka herî mezin a lezgîn e. Ev rewş li ser jiyana xwezayî bandoreke mezin dike. Qirêjiya ku çem bi xwe re tînin û bermahiyên ji bajaran tên rasterast dikevin nav golê. Ji ber ku Gola Wanê kortalek girtî ye, hemû qirejî di nav de dimînin. Li derdora Gola Wanê zêdetirî milyonek mirov dijîn. Bermahiyên van mirov, kargeh û herêma pîşesaziyê rasterast tev li golê dibin. Pispor dibejîn ku “Sînora qirêjiyê hatiye derbaskirin û divê şaredarî tesîsên parzûnê bi rêk û pêk bi kar bînin.”

Etîket: avhewaBehra WanêGola Wanêkrîza avhewayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê panela Parastina Gola Wanê û qadên çandî hat lidarxistin

Li Wanê panela Parastina Gola Wanê û qadên çandî hat lidarxistin

19 COTMEH 2026
Du bira di Behra Wanê de xeniqîn

Du bira di Behra Wanê de xeniqîn

16 TEBAX 2026
WWA: Germahiya zêde encama guherîna avhewayê ye

WWA: Germahiya zêde encama guherîna avhewayê ye

26 HEZÎRAN 2026
Li Ewropayê germahiyên zêde

Li Ewropayê germahiyên zêde

24 HEZÎRAN 2026
Gundê Porê: Li qeraxa Behra Wanê şibakeyek bihûştê

Gundê Porê: Li qeraxa Behra Wanê şibakeyek bihûştê

10 HEZÎRAN 2026
NYê ji bo karesata ‘El Nîno’ hişyarî da

NYê ji bo karesata ‘El Nîno’ hişyarî da

2 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li stada Amedê kes nikare wê têk bibe 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne